Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Rêber Apo bi têkoşîna xwe xwedî li hesreta Mahîran, Denîzan û Îbrahîman derdikeve

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Xwedîderketina li bîranîna Mahîr Çayan û 9 hevalên wî, bi hevkariya têkoşîna gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê re dibe. Di Newroza 2022'an de gelê Kurd û hêzên şreoger ên demokratîk ên Tirkiyeyê mil bi mil daketin qadan; îradeya hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê nîşan dan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
31/03/2022 - 10:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
PKK: Hesretên hevrê Helmet wê bi teqez bigihêjin serketinê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Komkujiya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em, Mahîr Çayan û 9 hevalên wî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin ku 30’ê Adara 1972’an li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê di encama êrişa hêzên leşkerî yên cûntaya faşîst a leşkerî de şehîd bûn. Em ê têkoşîna wan teqez bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad tacîdar bikin ku hesreta wan bû.

Mahîr Çayan û hevalên wî bi çalakiya xwe xwestin pêşî li darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bigirin. Ev çalakî divê weke helwesteke dîrokî bê dîtin ku têkilî û piştevaniya navbera rêxistinên şoreşger divê çawa be. Ev helwest bi taybetî di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê de bangek ji bo têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk şoreşger e.

30’ê Adara 1972’an dema ku 10 şoreşger şehîd bûn, li Fakulteya Zanyariyên Siyasî ku Mahîr Çayan lê xwendekar bû, boykota dibistanê hate kirin. Rêber Apo ku wê demê di pola destpêkê ya Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê de bû pêşengî ji vê boykotê re kir. Rêber Apo weke pêşeng û rêxistinkarê boykota ji bo şermezarkirina êrişa hêzên faşîst a li Kizildereyê hate girtin. Weke ciwanekî pola destpêkê ya Zanîngehê berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi biryardariyeke mezin bi cih anî. Rêber Apo ji wê rojê û vir ve di her kêliya jiyana xwe de bi berpirsyariyeke mezin a li pêşberî gelan û bindestan tevgeriya.

Mahîr Çayan di semînerekê de gotibû, ‘Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêk divê bê çareserkirin’. Vê gotinê bandor li Rêber Apo kir û kelecanî bû. Bi pêşengiya ji boykotê re berpirsyariya xwe ya ji bo xwedîderketina li şoreşgerekî bi vî rengî bi cih anî. Li Zindana Mamakê ku 7 mehan lê girtî ma, dema ku Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan hatin darvekirin, soza ku ji bo bîranîna van şoreşgeran, têkoşîna şoreşgerî xurt bike. Ji wê rojê û vir ve Rêber Apo bi têkoşîna xwe xwedî li hesreta Mahîran, Denîzan û Îbrahîman derdikeve. Têkoşîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ku PKK pêşengiyê jê re dike, di heman demê de têkoşîna van şoreşgeran e.

Xwedîderketina li bîranîna Mahîr Çayan û 9 hevalên wî, bi hevkariya têkoşîna gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê re dibe. Di Newroza 2022’an de gelê Kurd û hêzên şreoger ên demokratîk ên Tirkiyeyê mil bi mil daketin qadan; îradeya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê nîşan dan. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê ev îrade û têkoşîna hevpar wê hîn xurtir bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku ji bo pêkanîna armancên şehîdên Kizildere yên 30’ê Adarê û şehîdên şoreşê hemûyan, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mûrat Karayilan: Helwesta Heval Hewram bangawaziyek ji bo hemû ciwanên Kurdistanê ye

Nivîsa Pêş

Artêşa Faşîstan a Tirk daketiye gundên Başûr ên Biradostê – Gundiyan tehdît dike!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Artêşa Faşîstan a Tirk daketiye gundên Başûr ên Biradostê – Gundiyan tehdît dike!

Artêşa Faşîstan a Tirk daketiye gundên Başûr ên Biradostê - Gundiyan tehdît dike!

LEZGÎN – Zarokên Agir bi gotina ‘Dem Dema Tolhildane ye’ ve li 4 bajaran şewat pêk anî

LEZGÎN - Zarokên Agir bi gotina ‘Dem Dema Tolhildane ye' ve li 4 bajaran şewat pêk anî

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.