Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li meydanan hesab pirsîn!

Jinên ku li her devera cîhanê rabûne ser piyan, pergala nêr a serwer dane ber pirsan, mehkûm kirine û nîşanî cîhanê dane ku "bi pêşengiya jinan cîhaneke din pêkan e."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
31/03/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li meydanan hesab pirsîn!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Aysel AVESTA nivîsand —

Li çar hêlên cîhanê jin di 8’ê Adarê de careke din ji bo hevalên xwe yên ku li kolanan, kergehan û li malê hatine qetilkirin, qîriyan û bi yek dengî gotin; em li dijî pergala we îsyan dikin, em ê destûrê nedin ku êdî jineke din ji me kêm bibe. Di pêvajoyekê de ya ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ukrayna û gelek deverên cîhanê, şer û şideta dewletê bi leza xwe hemûyî mirovan dikuje, xwezayê talan dike, koçberî û xizaniyê ferz dike, bi vê girseyê pêşwazîkirina 8’ê Adarê hêjayî pesindayînê ye.

Jinên ku li her devera cîhanê rabûne ser piyan, pergala nêr a serwer dane ber pirsan, mehkûm kirine û nîşanî cîhanê dane ku “bi pêşengiya jinan cîhaneke din pêkan e.” Jinan bi vê helwêsta xwe vîzyona polîtîk a paşerojê jî diyar kir.

Jinan bi peyamên hevpar li hemberî xizanî, bêkariyê, şidetê, jinkujiyê û cudakariya cinsî ya li kargehan ku pêşî li jinan digirin, têkoşîn bilind kirin. Li Meksîkayê jinan li kolanan û li ber dergehên avahiyên dewletê, wê dewleta ku bi destûrên xwe jinan dikuje, hêrsa xwe anî ziman. Ji bo mûçeya wekhev a ji bo jinan li kargehan, atolyeyan û fabrîkeyan, rabûn serhildanê. Li Emerîkaya Latîn jinan li dijî şideta cinsiyetperest, betalkirina mafê jiberxwekirina zarokê, ji bo mûçeyên adilane û li dijî qetîlkirina jinan bi rengên kesk û xemrî li qadan bûn. Jinên Efxan di şexsê çeteyên Talîbanê de li hemberî pergala jinkuj banga yektiyê bilind kirin. Li Brezîlyayê jî bi hezaran jinî ji bo wekheviya cinsan meydan dagirtin.

Jinên Kurdistanî bi salan e li dijî her cure êrişên faşîzmê, bi sekna xwe ya wêrek bûne hêvî, careke din ferqa xwe danîn holê. Li ser fikra ku ‘yên têdikoşin xweşik dibin, yên xweşik dibin tên hezkirin, yên tên hezkirin azad bibin’ meydan tije kirin. Jinên ku biryara azadiyê dane, bi vê helwêsta xwe ya têkoşînê, daxwaz nakin lê hesabê pênc hezar salan ji desthilatê dipirsin, îdîaya paşerojê datînin holê û ji jiyana bê rûmet re dibêjin, êdî bes e!

Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt jinên Kurdistanî bi rengê xwe bi peyamên xwe yên polîtîk rengê têkoşînê diyar kirin: Ev sedsal wê bibe sedsala jinan. Weke her sal, îsal jî jinên Kurd bi rengên xwe pêşengî ji çalakiyên 8’ê Adarê re kirin, mohra xwe li çalakiyan dan. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li her derê weke melodiya azadiyê hate gotin. Bêguman ev yek di heman demê de erk û berpirsyareke mezin jî datîne pêş tevgera azadiya jinên Kurdistanê. Di rewşên wiha de girîngiya têkoşîna hevpar û konfederalîzma jinê ya cîhanê hîn zêdetir xwe ferz dike.

Ev asta ku jinan di 8’ê Adarê de danî holê, wer diyar e wê di roja cejna neteweyî Newrozê de bigihîje asta xwe ya herî bilind. Jixwe, ya divê bê kirin jî ev e. Heger ew coş û kelecana jinan biherike meydanên Newrozê, wê demê tirsa bibinketinê wê zêdetir xwe li bedana desthilatdaran bipêçe. Lazim e meydanên Newroza îsal bi rengê jinan bixemile û bi tilîliyên wan biheje.

Jinên Kurd bi Şêwra xwe ya ku bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê pêk anîn, gava yekê avêtin. Şêwra jinên Kurd bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” pêk hat. Bêguman yekîtî û rêxistin dikare pêşî li qirkirinan bigire. Bi salan e ku gelê Kurd ji bo bibe xwedî statû û mafê xwe bi dest bixe, têdikoşe û berdêlên giran dide. Lê heger heta niha Kurd nebûbin xwedî statû, ne ji ber serketina dijminê wan e. Ji ber ku nebûne yek û li hemberî dijminê xwe bi helwêsteke neteweyî nesekinîne. Weke ku Cegerxwîn jî gotibû; Kurdino bibin yek, ger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek…

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa gerîla – Şopdarê xeta pêxemberan a li dijî zilmê

Nivîsa Pêş

Li Villiers Le Belê TCŞ ji bo azadiya Rêberê Gelan meşiya

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Villiers Le Belê TCŞ ji bo azadiya Rêberê Gelan meşiya

Li Villiers Le Belê TCŞ ji bo azadiya Rêberê Gelan meşiya

Tu bi qasî periyek paqij bûy

Tu bi qasî periyek paqij bûy

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.