Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Gelê Kurd di Newrozê de xwe bi hêz kir û xwe ji nû ve afirand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Newroza 2022'an raxist pêş çavan ku bi têkoşîna 49 salan re rastiyeke çawa ya gel hatiye afirandin. Newroza 2022'an bû îlana wê yekê ku PKK û gelê Kurd wê di sala 50'emîn a Rêbertî de têkoşîneke hîn mezin bimeşîne.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/03/2022 - 12:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Gelê Kurd di Newrozê de xwe bi hêz kir û xwe ji nû ve afirand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – KCK’ê piştî pîrozbahiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Newrozê tirs berda dilê faşîstan, zaliman û hêzên zordar. Moraleke mezin da gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em gel û dostên xwe pîroz dikin ku di Newroza azadkirina Rêber Apo de di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê daketin qadan û derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP’ê ya ku navenda paşverûtiya Rojhilata Navîn e, derseke dîrokî dan hêzên dijberê demokrasî û azadiyê. Di têkoşîna wan a sala 50’emîn a Rêbertî de hêviya serketinê dikin.

Gelê Kurd li gel dostên xwe, bi milyonan kesî gotin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Na ji jiyanek bê Rêbertî re’, bi vî rengî dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo re nîşan dan. Ji bo azadkirina Rêbertî ku xizmetên mezin ji gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re dike, daketin qadan. Bawerî û dilsoziya xwe ya bi gerîla re ku ewladên wan ên fedayî ne careke din vegotin. Bi vî rengî hem nirxekî mezin dide keda Rêbertî ya beriya 49 salan ji bo azadkirina gelê Kurd gaveke dîrokî avêt, hem jî têkoşîna 49 salan a gelê Kurd tacîdar dike. Newroza 2022’an raxist pêş çavan ku bi têkoşîna 49 salan re rastiyeke çawa ya gel hatiye afirandin. Newroza 2022’an bû îlana wê yekê ku PKK û gelê Kurd wê di sala 50’emîn a Rêbertî de têkoşîneke hîn mezin bimeşîne.

Her Newroz bû ew Newroz ku gelê Kurd xwe bi nirxên nû ji nû ve diafirîne. Têkoşîna gelê Kurd Newroz, Newrozê jî têkoşîna gelê Kurd bi pêş ve bir û xurt kir. Gelê Kurd bi vî rengî bû gelek ku têk naçe, veguherî gelê serhildanê. Di vê Newrozê de jî gelê Kurd xwe bi nirxên nû xurt kir û jinûve afirand. Jin û ciwanan dan pêş û kirin ku Newroz şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa çandî û şoreşa neteweyî kûr û berfireh bike. Eger gelê Kurd li gel hemû êrişan jî li ber xwe dide, ev yek encama pêkhatina van şoreşan a bi xurtî ye.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi tecrîda girankirî re ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve li Rêber Apo ferz dike, 7 sal in êrişeke giran dibe ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bieciqîne, dîktatoriya faşîst li Tirkiyeyê ava bike û Kurdan qir bike. Bi vê armancê di sala 2014’an de ‘Plana Têkbirinê’ amade kir û li ser vê bingehê zexta herî giran a dîroka Tirkiyeyê li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir. Gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê di Newroza 2022’an de gotin ‘Dem dema serketinê ye’, rabûn ser piyan û yên ku ‘Plana Têkbirinê’ amade kirin, ew bi xwe têk birin. Li pêşberî Newroza 2022’an çokên faşîzmê lerizîn; di nava têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê de dît ku dawî lê tê.

Vê Newrozê nîşan da ku têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xurt bûye. Ev rabûna xurt a li Newrozê, ruh û sekna têkoşîna hevpar mizgînî daye ku avakirina Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ne dûr e. Di vê Newrozê de careke din eşkere bûye ku paşeroja Tirkiyeyê wê bi tifaqa hêzên demokrasiyê ya bi gelê Kurd re diyar bibe.

Ji Kawayê Hesinkar û vir ve ruh û karakterê Newrozê rabûna li ber zilmê ye. Ev yek jî di tevahiya dîrokê de bûye têkoşîna azadiyê ya gelan û bindestan. Newroza 2022’an jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku zilm û paşverûtiya Rojhilata Navîn li ser piyan dihêle serî rakir û bû pêngaveke azadî û demokrasiyê ya dîrokî. Di Newroza 2022’an de gel bi sekna xwe ne tenê rêveçûna li Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de rêveçûna siyasî ya li Rojhilata Navîn jî diyar kir. Weke Kongreya Demokrasiyê ya Gelan bername, armanc û xeta çalakiyê ya têkoşînê diyar kir.

Newrozê tirs berda dilê faşîstan, zaliman û hêzên zordar. Moraleke mezin da gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê. Vê berxwedan û sekan gel enerjiyeke welê afirand ku dikare ruh bide mirî. Her şoreşger, welatparêz, demokrat ên ku ev têkoşîn û sekna gel dîtin, zext û zilm çiqasî giran dibe bila bibe wê têbikoşe û serketinê deynê ber xwe.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi hêza ku ji Newroza 2022’an wergirtî, di sala 50’emîn a Rêbertî de divê têkoşînê hîn bêhtir bi rêxistin û armanc bikin. Sekna gel a li Newrozê raxist pêş çavan ku ji bo geşkirina têkoşîna tifaqa hêzên demokrasiyê ya bi gelê Kurd re bi her awayî derfet hene. Bi vê rastiya gel re divê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ku zilmê li gelê Kurd dike, polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û zextê li hêzên demokrasiyê dike, têkoşîn bê bê xurtkirin, Rêber Apo bê azadkirin, Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bê avakirin.

Banga Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce, Kemal Kûrtûk û hemû şehîdên Newrozê, nirxên têkoşîna 49 salan û Newroza 2022’an bi vî rengî ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH: Di têkoşîna xwe de em ê xwedî li hevrêyê xwe Baran Serhat derkevin

Nivîsa Pêş

Telîmata Midûrê Dibistana Seretayî: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Telîmata Midûrê Dibistana Seretayî: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin

Telîmata Midûrê Dibistana Seretayî: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin

Endamên IPPNW’ê çûn serdana malbata Şenyaşar

Endamên IPPNW'ê çûn serdana malbata Şenyaşar

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.