Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Her kesî hizûr û aramî xwest

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/01/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Her kesî hizûr û aramî xwest
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aysel AVESTA nivîsand 
Jinên Kurd ên têkoşer sala 2021’ê bi ruhê serhildêr ê Sakîne Cansiz, û wêrekiya Sosin Bîrhat li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên jin û gelan şer kirin
Jinên Kurd ên têkoşer sala 2021’ê bi ruhê serhildêr ê Sakîne Cansiz, û wêrekiya Sosin Bîrhat li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên jin û gelan şer kirin. Her yek ji wan ji parçeyekî cihê yê Kurdistanê hatin gel hev û rêya wan di têkoşîna azadiyê de gihişt hev. Wan di oxira azadiyê de li hemberî her cûreyê êrişên giran berdêlên mezin dan. Bi vîneke ji pola li Başûrê Kurdistanê gotin; em ê ti carî destûrê nedin ku mêtinger axa me desteser bikin. Li Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe parastin. Li Bakurê Kurdistanê serî li ber faşîzmê netewandin. Li Şengalê rê nedan fermanên nû. Xelkê Mexmûrê li hemberî dorpêç û rêgiriyê berxwedan derxistin asta herî jor.

Mijareke din a ku mohra xwe li salê xist, têkoşîna edaletê a Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bû. Ji destpêka salê ve qîrîna vê dayika dil bi êş a ji bo edaletê, bû rojeva sereke û mohra xwe li salê da. Ji çavê dayikê rondik zûwa bûn. Dengê hawar û qîrîna wê wijdan hejandin. Lê vê têkoşîna mafdar a dayika Emîne, dîwarê li dora wijdanê dozger û dadgerên dewleta Tirk nederizand.

Li gel vê bexwedanê, dayikan çeper berfereh kir. Di sala nû de nobeteke din li yên sala bihurî zêde bû. Malbata xwendekara refa duyemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê, Gulîstan Dokû ji 5’ê Çileyê 2020’an û vir ve li Dêrsimê hew aht dîtin û ji hingê ve agahî jê nayê girtin. Ango ew hat windakirin. Malbatê, ji bo ku zaroka wan were dîtin li ber Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbetê bi wesileya salvegerê dest bi vê nobetê kir da ku der barê aqûbeta keça xwe de encamekê bigire.

Dayikan, weke salên bihurî îsal jî mohra xwe li pêvajoyê xist. Bi pêşengiya dayikan, dîwarên tirsê yên faşîzmê hejiyan, wê di nava vê sale de ew dîwar hilweşin. Heta ev bêdengî neşikê û edalet pêk neyê, wer diyar e, dê di nava vê salê de jî têkoşîna maf û edaletê bibe mijara sereke ya rojevê.

Lê hêvî û baweriya her kesî ew e ku ev sal wê ji salên berê aramtir be. Ji ber ku van sale dawî, ji ber şer, koçberî, xizanî û krîza şewba Vîrûsa Koronayê, jiyana mirovan ser û binî hev bû. Her kesî di peyamên xwe yên sala nû de daxwaza jiyaneke aram û bi tendûristî kir. Ji ber ku her kes bawer dike ku pêwistiya mirovan ji nan û avê zêdetir bi hizûrê heye. Yên ku vê hizûrê bînin, mafê jin û jiyanê bi parêzin, dîsa wê jin bin. Çawa jinan di dîrokê de jiyan li dora xwe ava kir, wê di sedsala 21’ê de jî bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin û di sala nû de ji bo vê têbikoşin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FELSEFE TUNEBE TÊGIHÎN NABE, TÊGIHÎN NEBE EVÎN NABE

Nivîsa Pêş

Mahîr Dogan: Gel li ber xwe dide, hevalên zindanê li ber xwe didin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Mahîr Dogan: Gel li ber xwe dide, hevalên zindanê li ber xwe didin

Mahîr Dogan: Gel li ber xwe dide, hevalên zindanê li ber xwe didin

Li Marsîlya û Duseldorfê TCŞ û TekoJin ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li Marsîlya û Duseldorfê TCŞ û TekoJin ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.