Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Newaya Jin Hejmara Çileya 2022’an ve derket

Newaya Jin ku rojnameyeke jinan a mehane ye, hejmara xwe ya 202'an bi manşeta 'Têkoşîna bêdawî, hesreta bêdawî' weşand.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/01/2022 - 12:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Newaya Jin Hejmara Çileya 2022’an ve derket
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Hejmara Çileya 2022’an a Newaya Jin ku bi mijara komkujiyên siyasî yên li dijî jinê hatiye amadekirin, giraniyê dide ser Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê û Komkujiya Silopiyayê ya 4’ê Çileyê.

Newaya Jin ku rojnameyeke jinan a mehane ye, hejmara xwe ya 202’an bi manşeta ‘Têkoşîna bêdawî, hesreta bêdawî’ weşand.

Di hejmara nû de gotara siyasetmedar Aysel Dogan a li ser têkoşîna Sakîne Cansiz hate weşandin. Dogan diyar kir ku Sakîne Cansiz bi lêgerîna xwe ya bêdawî timî rêwiyek bû û destnîşan kir ku Sara êdî ji bo jinan hemûyan qîrîna azadiyê û sembola berxwedanê ye.

ÇÎROKA SAKÎNE DOKTRÎNA AZADIYÊ YE

Nagihan Akarsel got, “Yên ku jiyanê bi rengê herî baş ava dikin, ew ên ku wateya pratîkê baş fêhm dikin” û destnîşan kir ku Sakîne Cansiz ya sereke ji van e. Akarsel got, “Çîroka hevala Sara eşkere û kûr, bi coş û zelal, serhildêr û esîl bû. Têkoşîna wê ji zûdeyî bûye xwedî ruhê azadiyê.”

‘EM Ê NEHÊLIN BÊ NIXUMANDIN’

Ronahî Serhad jî bûyerên ku di sala 2021’ê de qewimîn nirxand û got, “Her jineke Kurd, her ciwaneke-î Kurd wê sala 2022’an bi îradeya têknaçe ya Sarayan pêşwazî bikin.” Ronahî Serhad destnîşan kir ku wê nehêlin Komkujiya 9’ê Çileyê bê nixumandin.

HEVPEYVÎNA BI SAKÎNE CANSIZ RE YEKEMCAR DI NEWAYA JIN DE HATE WEŞANDIN

Rojnameyê di hejmara 202’an de cih da hevpeyvîneke taybet. Sakîne Cansiz sala 2011’an ji bo Konferansa 3’emîn a Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) hatibû vexwendin. Bi Sakîne Cansiz re li ser encamên konferansê, girîngiya têkoşînê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û polîtîkayên rejîma Îranê yên têkildarî jinê hevpeyvînek hatibû kirin. Hevpeyvîna ku ji aliyê Çîmen Aras ve hate kirin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di qeyda deng de heta niha nekarî bê weşandin. Hevpeyvîn yekemcar li Newaya Jin hate weşandin.

NA JI BÊCEZAHIŞTINÊ

L. Michel Destan û Nîlufer Koç pêvajoya hiqûqî ya di dosya dozê de nirxandin û bal kişandin ser nedarizandinê û polîtîkaya bêcezahiştinê.

Hêja Zerya, ji Olympe de Gouges heta bi Sakîneyan polîtîkayên komkujiyên li dijî jinê yên dewleta Fransayê nirxand û got, “Yên ku karîbûn her dem û hebûnê bixin nava kêliya azadiyê wê timî hebin.”

Nûnerên meclîsên jinan ên ser bi TJK-E’yê li ser mijarê ji Newaya Jin re axivîn û destnîşan kirin ku wê nehêlin komkujiya 9’ê Çileyê û komkujiyên din ên li dijî jinê bêceza bêne hiştin û wê şopdarê dozê bin.

SÊVÊ, PAKÎZE Û FATMA

Komkujiyeke din a siyasî ya li dijî jinê di 4’ê Çileya 2016’an de careke din ji aliyê dewleta Tirk ve li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate kirin. Di vê komkujiyê de ku dema berxwedana xwerêveberiyê hate kirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Roza Metîna agahiyên li ser wê pêvajoyê parve kir û destnîşan kir ku her sê jin ên şoreşger bi fikir, jiyan û çalakiyên xwe nûnerên perspektîfa jiyana azad in.

Di hejmara nû de Bêrîtan Zagros rêxistiniya jinê ya li Başûr, polîtîkayên PDK’ê yên li dijî jinê, Peymana Jinê ya Kurdistanê ya hate ragihandin û detayên ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê’ nirxand.

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Îngilistanê Katie Higgins jî qala rêxistiniya destpêkê ya karên jineolojiyê yên li Îngilistan, Galler û Skoçyayê kir.

KERÎMA LORENA TARÎMAN

Gerîlaya Artêşa Gel a Nû ya Komunîst a Fîlîstînê, rojnamevan, hunermend û helbestvan Kerîma Lorena Tarîman (Ella) ku 20’ê Tebaxa 2021’ê de ji aliyê hêzên artêşa Fîlîpînê ve hate qetilkirin, ji aliyê Fîdan Yildirim ve hate vegotin.

Hejmara nû li ser lînka newayajin.net dikare bê peydakirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Ewropayê ji bo meşa 8’ê Çileyê ciwan di tevgerê de ne

Nivîsa Pêş

QSD’ê bîlançoya sala 2021’an parvekir – Dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûn

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
QSD’ê bîlançoya sala 2021’an parvekir – Dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûn

QSD'ê bîlançoya sala 2021'an parvekir - Dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûn

Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona şoreşgerî ya li Zapê parvekir

Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona şoreşgerî ya li Zapê parvekir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.