Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Hevalên me hedef girtin, em ê heya dawî li ser şopa wan bimeşin û tola wan hildin

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt destnîşan kir ku bi êrişan dixwazin ciwanan bitirsînin û got “Em ê heya dawî ji bo parastina nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin û bixebitin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/12/2021 - 11:22
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hevalên me hedef girtin, em ê heya dawî li ser şopa wan bimeşin û tola wan hildin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tolhildan Zerdeşt bang li ciwan û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî planên provokasyonan hişyar bin û got: “Kesên ku li ser navê me tiştan bikin, em qebûl nakin. Tiştên wiha çêbin dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele lê bike.”

Duh êvarê endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt tev li bernameya taybet a zindî ya ANHA`yê bû û der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê, hedefgirtina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan axivî.

‘BI ÊRIŞA LI SER KOBANÊ RE DIXWAZIN CIWANAN BITIRSÎNIN`

Tolhildan Zerdeşt destnîşan kir ku dê heya dawî nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê biparêzin û got: “Di demên dawîn de ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet yên Kobanê li hember îxanet û êrişan helwestên xurt nîşan dan. Ciwan îxanetê qebûl nakin. Her wiha pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Kesên pêşengtiya şoreşê dikirin hatin hedefgirtin. Ev şehîdxistina ciwanên Kobanê peyamek e ku dixwazin ciwanan bitirsînin. Lê belê ciwan tu carî natirsin. Ev ax bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ciwan vê esasê xwe dibînin. Hevalên me hedef girtin, em ê heya dawî li ser şopa wan bimeşin û tola wan hildin.”

‘BI RÊYA RAGIHANDINÊ HEWL DIDIN TEVGERA CIWANAN REŞ BIKIN`

Tolhildan Zerdeşt da zanîn ku bingeha civakê ciwan in û got: “Ji destpêka şoreşê heya niha yên ku parastina şoreşê dikin ciwan in. Erka me ya yekemîn e ku em nirxên şoreşê biparêzin. Gelek caran bi rêya ragahandinê dixwazin Tevgera Ciwanên Şoreşger reş bikin. Ev bi destê MÎT`ê, PDK`ê û alîgirên wan tê dimeşînin. Taybet ji bo reşkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger erkek hatiye dayîn. Di esas de dixwazin şoreşa Rojava reş bikin. Ji ber ku niha şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye mînaka şoreşan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî polîtîkayên wan hişyar e.

Bi şerê leşkerî hatin hedefgirtin, ji ber ku nikarin ciwanan bi şerê taybet, fuhuş û madeyên hişbirê di nava ciwanan de pêş bixin. Hedef dikin ku di nava xwe de tiştan bikin û ciwanan tawanbar bikin. Ciwanên şoreşê di van aliyan de hişyar in û helwestên wan bi taybet di vî alî de hene. Li ser axa me tiştên wiha dikevin xizmeta dijmin.”

`EW ÇI BIKIN JÎ NIKARIN ME BIXIN LÎSTEYA TERORÊ`

Beriya êrişa Kobanê leşkerên ber deriyê Sêmalka yê hikumeta Başûrê Kurdistanê êrişî ciwanan kiribû. Der barê vê bûyerê de Tolhildan Zerdeşt got: “Di êrişên leşkerên hikûmeta Başûrê Kurdistanê de, PDK li deriyê Sêmalkayê ciwan hedef girtin. Li ser armanca piştgirîdayîna çalakiya li Sêmalkayê meşa dirêj a ciwanan pêk hatibû lê hêzên PDK’ê bi heman şêwazê dewleta Tirk, bi gaz, guleyan êrişî ciwanan kir. Dema ciwanên Bakurê Kurdistanê radibin, dewleta Tirk heman rêbaz bi kar tîne. Dixwazin ciwan ji bûyeran re bê deng bimînin. Çi bûyerên nebaş diqewime dixwazin têxin sûkra ciwanan. Hewl didin me têxin lîsteya terorê. Lê ew çi bikin jî nikarin me têxin lîsteya terorê. Îro Ciwanên Şoreşger ji bo ku xizmet û parastina welatê xwe dikin wê têxin lîsteya terorê? Ji ber ku bi ya wan nakin wê têxinê? Divê ya we nekin. Ya rastî çi ye dê wê bikin. Ev tiştê ku dikin gelekî biçûk in.”

PLANÊN PROVOKASYONAN

Beriya çend rojan agahiyek wiha li ser medyaya civakî hatibû belavkirin. Hin alîgirên ku ev êriş pêk anîne, hin şaneyên veşartî bi rêxistin kirine û li ser wan şaneyan jî wê çalakiyan bikin û provokasyonan çêbikin. Van tiştên ku wê bikin jî li ser navê we û alên we wê bikin. Wekî ku we ew tişt kirine wê çêkin. Bi van tiştan re kî çi dixwaze pêk bîne?

Tolhildan Zerdeşt wiha lê zêde kir: “Tu perspektifên me nîn in. Banga min ji ciwan û civaka me re ye ku di van aliyan de hişyar bin. Karê me yê veşartî tune ye. Wê herin çend ciwanan ji kolanan kom bikin rû û devê wan biginrin û bihêlin xerabiya bikin û têxin sûkra Ciwanên Şoreşger. Ciwanên Şoreşger tiştên wiha nakin. Tiştên wiha nikarin di nav civaka me de bikin. Kesên ku li ser navê me tiştan bikin, em qebûl nakin. Tiştên wiha çêbin, dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele lê bike.”

ANHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê 3 şehîdên 2016’an bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Nobeda malbata Şenyaşaran di roja 295’an de didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayîka Emîne û lawê xwe ve car din pêşiya qaşo Edliyê, dû edaletê ne

Nobeda malbata Şenyaşaran di roja 295'an de didome

Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga xwedîderketina gerîla Hatem Ozdemir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Amara Şehba: Modela Rojava Rê ji Jinan re Nîşan Dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.