Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Gabarê ragihand

"Hevrêyên me Amed û Agît ku xeta fermandar Agît li Gabarê bi rengekî şareza temsîl kirin, wê bibin hinceta me ya têkoşînê û li Kurdistana Azad em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/11/2021 - 10:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Gabarê ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker 14’ê Cotmeha 2021’ê li herêma Gabarê dest bi operasyonekê kir. Di dema vê operasyonê de hevrêyên me Amed û Agît ji bo derbê li dagirkeran bixin ketin nava liv û tevgerê. Di 15’ê Cotmeha 2021’ê de di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amed Firat Farqîn
Nav paşnav: Firat Gîzlenç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Pakîze-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Cotmeha 2021’ê / Gabar
Nasnav: Agît Firat
Nav paşnav: Agît Çakmaz
Cihê jidayikbûnê: Nisêbîn
Dayik-Bav: Gulê-Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Cotmeha 2021 / Gabar

AMED FIRAT FARQÎN

Hevrêyê me Amed li navçeya Farqînê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku li derdoreke ku dilsozê nirxên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, ji zarokatiyê ve tevgera Apoyî nas kir. Bi bîranîna xalê xwe mezin bû ku di salên 1990’î de şehîd bû û rastiya welatê xwe û gelê xwe ku siyaseta qirkirinê lê tê ferzkirin, zû nas kir. Hevrêyê me Amed ku bi vê têgihiştinê û van hestan kete nava liv û tevgerê, li ser têkoşînê biryar da û tevlî nava karên ciwanan bû. Piştî ku demekê kar kir, sala 2014’an ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo demeke kurt hate girtin. Dema ku derfetên kar li bajêr nema û xwest meşa xwe ya têkoşînê mezin bike, sala 2014’an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Perwerdeya xwe ya destpêkê li çiyayê Gabarê wergirt, li vir dest bi pratîka gerîla kir, tecrûbeyên xwe li nava pratîka şer wergirt û di gerîlatiya Bakur de bû gerîlayekî şareza. Li gelek qadên Gabarê kar kir, li her bihosta xaka wê ked da, li gel gelek wezîfeyan fermandarî jî kir. Sala 2018’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû ji bo tecrûbeyên xwe bigihîne hevrêyên xwe û bi perwerdeya partiyê re bêhtir şareza bibe, beşdarî perwerdeya akademiya leşkerî bû. Hevrêyê me Amed ku di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de kûr bû, ji bo bi rêbaza taktîka serdema nû gavê biavêje kete nava lêgerînên berfireh û berê xwe da Bakur. Weke fermandar li Gabarê li cihê ku lê dest bi gerîlatiyê kir vegeriya û bi îdîaya serketinên mezin dest bi kar kir. Li Gabarê li ser şopa Agîtan, Adilan, Gulbaharan, Bedran Koçeran û Diljînan xeta lehengiyê ya Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê bi rengekî hêja dewam kir. 15’ê Cotmeha 2021’ê li herêma Gabarê di operasyona dagirkeran de ji bo derbê li dagirkeran bixe kete nava hewldanan, di encama bombardûmanê de şehîd bû.

AGÎT FIRAT

Hevrêyê me Agît li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Dema ku ji dayik bû, navê fermandarê me yê nemir Mahsûm Korkmaz Agît lê hate kirin. Bi rengê ku li navê xwe bê bi çanda welatparêziyê mezin bû. Di heman demê de bi kevneşopiyeke kûr a dilsoziya bi têkoşîna azadiyê û çanda civakî ya eşîra Torî mezin bû. Hevrêyê me Agît bi kesayetiya xwe ya têgihiştî kete nava lêgerînê, weke ciwanekî Kurd ê rewşenbîr li Zanîngeha Herranê xwend. Lê belê li zanîngehê dît ku deverên bi vî rengî navenda asîmîlekirina Kurdan e, dît ku armanc biyanîkirina Kurdan ji rastiya xwe ye û li ber vê yekê rabû. Li ser vê bingehê li Rihayê tevlî karên ciwanan bû. Di kar de hestên welatparêziyê yên berê û hişmendiya şoreşgerî gihand hev û li ser xeta Apoyî xwe perwerde kir. Her ku îdeolojiya Apoyî fêhm kir hevrê Agît hîn bêhtir xwest têbikoşe, li ser vê bingehê di Newroza sala 2014’an biryar da ku agirê têkoşînê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li çiyayên Kurdistanê gur bike û di roja Newrozê de tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku gihîşt çiyayên Kurdistanê gelekî ket bin bandora têkiliyên hevrêtiyê. Rastiya jiyana kolektîf komunal a çanda Apoyî di meha şoreşgerî ya hevrê Agît de bû xala diyarker. Milîtaniya apoyî ku navê yekkirina teorî û pratîkê ye ji xwe re kir esas û dest bi pratîka gerîla kir. Li ser vê bingehê di serî de Garê, Zap û Cîlo li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir û bû xwedî tecrûbeyên mezin. Cihê xwe di nava yekîneyên bi tevger ên gerîla de girt û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijminê dagirker xist. Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xiste meriyetê û ji bo karibe di serxistina têkoşîna me de bi roleke hîn xurtir rabe xwe bi perwerdeyê amade kir û derbasî herêma Bakur bû. Danhevî û tecrûbeya xwe ya îdeolojîk, teorîk û pratîk di gerîlatiya Bakur de xiste meriyetê û bû fermandarekî jê dihate hezkirin. Xwegihandina çiyayê Gabarê ku fermandarê me yê mezin hevrê Agît lê bû efsane, di dilê hevrêyê me Agît de hestên mezin afirand û her gava xwe jî bi vê hişmendî û berpirsyariyê avêt. 15’ê Cotmeha 2021’ê li Gabarê tevî hevrêyê me Amed Firat Farqîn şehîd bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Hevrêyên me Amed û Agît ku xeta fermandar Agît li Gabarê bi rengekî şareza temsîl kirin, wê bibin hinceta me ya têkoşînê û li Kurdistana Azad em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2’yan a Tîpa T’yê îşkence!

Nivîsa Pêş

MÎT’ê li Efrînê 6 kesên ji 50 heta 70 salî revandin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
MÎT’ê li Efrînê 6 kesên ji 50 heta 70 salî revandin

MÎT'ê li Efrînê 6 kesên ji 50 heta 70 salî revandin

KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”

KJK: Dema jinê ye, dema şoreşê ye, dema azadiyê ye!

Manşet

  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.