Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn: Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin

Gerîlaya YJA Starê Dr. Rûken Samsûn destnîşan kir ku berxwedanek mîna ya li Werxelê kêm caran di dîroka cîhanê de hatiye dîtin û got, "Îrade û baweriya hevalên me hêzeke mezin dide me."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/11/2021 - 10:24
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn: Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn bal kişande ser êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bikaranîna çekên kimyewî û got, “Dijmin çekên kîmyewî gelekî bi kar anî. Ew yek herî zêde li Werxelê da pêş. Di vir de lawaztiya dijmin jî xuya ye. Li hemberê êrişên hewayî û yên bejahî vîna hevalên me derdikeve holê.”

Rûken Samsûn sûcen dewleta Tirk yên şer nirxand û wiha got:

“Bi çekên kîmyewî dewleta Tirk nîşan dide ku li beramberê têkçûyîna xwe bêgav maye û bi şêwazên sûcên şer dixwaze encam bigre. Ew çekên kîmyewî weke ku tê zanîn, bandorê li refleksên mirovan û sînîrên mirovan dike. Hindek gazên ku laşê mirov dişewitînin jî hene, dewleta Tirk wana jî bi kar tîne. Dîsa ew madeyên kîmyewî ku tên bikaranîn hilma mirov diçikîne. Çekên kîmyewî bi vî şiklî tên şixûlandin. Di xwezaya zindiyan de bi vî rengî ye. Ku ger zindiyekê bê oksijen bimîne difetise. Çekên kîmyewî di tevahiyê cîhanê de hatine qedexekirin. Çekên kîmyewî divê neyên şixûlandin. Çêkirina wan çekan serbixwe xeteriyek gelekî mezin e. Ew xizmeta Modernîteya Kapîtalîst dike û pergalê xurttir dike. Ev yek ji bo tevahiya mirovahiyê û xwe domkirina zindiyan xeterî ye. Bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayan bê ehlaqiyeke gelekî mezin e.”

Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn bal kişand li ser vîna ji pola ya gerîla û wiha pê de çû:

“Li wan kelehên berxwedanê weke Werxelê vîna mirovan derdikeve holê. Berxwedanke bi vî rengî di dîroka cîhanê de kêm caran hatiye dîtin. Gerîla bi derwêşbuyînê têdikoşin. Em li vir jî dibînin ku felsefeya Rêber APO vîna mirovan çiqasî xurt dike. Dema ku em vîna hevrêyên xwe dibînin, hêzê jê digirin. Dema ku mirov vê yekê tîne li ber çavên xwe, mezinbuyîna hêz û baweriya gerîla derdikeve pêş. Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin. Hevrêyên me çawa ku di jiyanê de bi fedaiyane, fedakarî beşdar dibûn anha vî tiştî di şerê xwe de jî nîşan didin.

Lêhûrbûnên me jî ji bo hevalên me yên birîndar çê dibin. Dijmin her ku diçe êrişên xwe yên kîmyewî zêdetir dike. Em jî dixwazin lêkolînên xwe yên li ser tedbîrgirtina wana berfirehtir bikin. Em dizanin ku dema ku operasyon çê dibin, şerê giran diqewime. Di qadên şer de şehadetên pir giranbiha jî dibin. Hin caran hevrêyên me birîndar jî dibin. Lê gelek hevalên me rûxmî ku birîndar in, di çeperên şer de têdikoşin û berxwedana xwe didomînin. Em wan hevalan her tim hîs dikin, berxwedana hevalan ji me re dibe hêz û em ê jî li gorî vê yekê berxwedana hevrêyên xwe ji xwe re bikin bingeh û li gorî vê tevbigerin.”

Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn bi zimanê xwe yê Tirkî wiha bang li civaka Tirk kir:

“Ji dîrokên kevnar ve gelê Tirk û gelê Kurd li ser axa Mezopotamyayê bi hev dijîn. Hevrêyên me îro ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelê Tirk û tevahiyê gelan şerê azadiyê didin meşandin. Hişmendiya AKP-MHP îro di navbera gelê Tirk û gelê Kurd de bi şerê taybet û qirêj re polîtikayên zirav dide meşandin û di navbera gelan de dijminahî çêdike. Divê gelê Tirk jî serê xwe li beramberê çekên kîmyewî, qirkirinên fîzîkî û çandî ku pêk tên netewîne. Divê gel hemû jî li beramberî bikaranîna çekên kîmyewî çavên xwe negrin û xwedî li berxwedana hevrêyên me derbikevin. Azadî gelekî nêz e. Bi yekîtiya gelan em ê bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li dijî tiryakê di tevgerê de ne

Nivîsa Pêş

Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im

Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im

Li Amedê 14 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê 14 kes hatin destgîrkirin

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo şehîdên Til Rifatê meşek hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Em Soza Jiyan û Nemiriyê Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.