Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Jinên Ciwan li dijî tiryakê di tevgerê de ne

Meclîsa Jinên Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) merasîma xelatdayînê ya pêşbirka “Li dijî tiryak û destdirêjiyê em di hunerê de li hev dicivin” ku di çarçoveya li Êlihê li eywaneke dawetê li dar xist.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/11/2021 - 0:29
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Jinên Ciwan li dijî tiryakê di tevgerê de ne
Jinên Ciwan li dijî tiryakê di tevgerê de ne
Jinên Ciwan li dijî tiryakê di tevgerê de ne
Jinên Ciwan li dijî tiryakê di tevgerê de ne
ParvekeTweet

ÊLIH – Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Newroz Gulen a di hevdîtina hunerê de axivî, diyar kir ku jinên ciwan li dijî tiryakê li qadan têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Em li her qada jiyanê hene em ê hebin.”

Meclîsa Jinên Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) merasîma xelatdayînê ya pêşbirka “Li dijî tiryak û destdirêjiyê em di hunerê de li hev dicivin” ku di çarçoveya li Êlihê li eywaneke dawetê li dar xist. Di juriya pêşbirkê de ku ji 3 şaxên cuda yên weke helbest, çîrok û wêne pêk hat rojnameger Xecê Şen û Roza Metîna, Sultan Yaray, Serap Ergîn û Neşe Toprak cih girtin.

Li salonê pankartên wekî “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad”, “Li dijî hestên kujer em ê azadiyê şîn bikin” û “Em ê serdestiya mêr têk bibin” hatin daliqandin. Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û Denîz Poyraz jî hatin daliqandin. Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Dêrsîm Dag, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê beşdarî şahiyê bûn.

Bêriya merasîmê jinên ciwan bi cil û bergên xwe yên gelêrî govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Her wiha sînevîzyonek derheqê têkoşîna jinên ciwan de hat pêşandan.

CIWAN TÊKOŞÎNA XWE MEZIN DIKIN

Piştî pêşandana sînevîzyonê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser kampanyaya ciwanan û got: “Kampanyaya ku ciwanan dest pê kiriye ji bi pêvajoyê xwedî rolekê girîng e. Wekî tê zanîn li erdnîgariya Kurdistanê de polîtikayek pir taybet tê meşandin. Bi hezaran ciwanên me bêkar in lê belê şûna ku ciwanên me bixebitin û bibin xwedî kar, bi polîtîkayên taybet re rûbirû dimînin. Ew polîtîkayên qirêj her ku diçe xwe di civakê de bi rêxistin dike lê belê li hemberê vê yekê ciwanan têkoşîna xwe mezintir dikin.”

DIVÊ MALBAT Û CIWAN BÊN AGAHDARKIRIN

Beştaş, da zanîn ku li ber çavên zarokan tiryak tê firotin û wiha dewam kir: “Zarok ji ber bikaranîna tiryakê jiyana xwe ji dest didin lê ew şûna qedexekirina tiryakê, parastina wan kesên ku maddeyên tiryakê difiroşin dikin. Bikaranîn û firotina maddeyên tiryak di zagonên navnetewî de qedexe ye û wek sûc tê binavkirin. Desthilatdar çawa ku li dijî tundiya li we jinê kujeran diparêzin, ji bo maddeyên tiryakê jî heman rêbazê nîşan didin. Em gelek girîngiyê didin vê kampanyayê û divê ji bo vê kampanyayê mal bi mal bê gerandin û malbat û ciwan bên agahdarkirin.”

BERXWEDANA JINÊN CIWAN HÊVÎ DIDE

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku bi taybetî ew 6 salên dawiyê polîtîkayên şer ên taybet bi şêwazek taybet tê meşandin û wiha got: “Îpek Er ji bo polîtîkayên şer ên taybet mînakek taybet bû. Ne tenê Îpek Er, li Wanê jî çawişek pispor destdirêjiya du zarokan kir lê ji ber ku jinan deng bilind kirin ew kes hate girtin. Sekn û berxwedana jinên ciwan hêvî dide. Êdî jinên ciwan ji bo hişmendiyek azad dixwazin jiyan bikin.”

‘EM Ê NEBIN JINÊN MAQÛL ÊN DESTHILATÊ

Başaran, bi lêv kir ku AKP û MHP dixwaze polîtîkayên şerên taybet ser jinên ciwan bide meşandin û wiha axivî: “Me çawa bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî jî bi ser kevin. Jin dê li dijî polîtîkayên şer ên taybet serî netewînin û em ê li ber xwe bidin. Jinên ciwan di her qadên civakê de têdikoşin. Li dijî tecrîdê sibêrojên azad hêvî dikin. Di vê warê de em têkoşîna jinên ciwan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em ê nebin jinên maqûl ên desthilatê. Ji bo vê dê têkoşîna me li her qadê berdewam bike û xwe birêxistin bike. Jinên ciwan hêviya sibêrojê ne.”

‘EM HENE EM Ê HEBIN’

Endama Meclîsa Jinên Ciwan Newroz Gulen jî di şahiyê de wiha axivî: “Demekê dirêje em vê kampanyayê dimeşînin. Em îro dibînin ku jinên ciwan li her derê ne. Jinên ciwan qet natirsin. Gava ew hikûmet bû desthilatdar got qey em ê ciwanan têk bibin lê niha em dibînin ku li hemberî hêz û coşa ciwanan bi ser neketin. Em li her qada jiyanê hene em ê hebin. Ez dixwazim ew hêz û coşa me qet nesekine û hertim xwe berdewam bike. Em ê bi serbikevin.”

Piştî axaftinan kesên ku di pêşbirkê de hêjayî xelatê hatine dîtin, xelatên wan hatin dayîn. Şahî bi stranên hunermend Xecê bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pirtûkxaneya Gerok ya jinên ciwan ji bo Rêber Apo vekirî bû îro li Seyîdsadiqê bû

Nivîsa Pêş

Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn: Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn: Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin

Doktor û gerîlaya YJA-Starê Rûken Samsûn: Gerîla di vir de şerekî bêhempa û fedaiyane dikin

Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im

Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.