Enter your email Address

Salı, Şubat 10, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HBDH: Şoreşa Cotmehê rêya me ronî dike

HBDH'ê got, "Şoreşa Cotmehê rêya me ronî dike. Em ê sîstema zilmê ya faşîst hilweşînin, parçe parçe bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/11/2021 - 11:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HBDH: Serfiraziya Garê Banga Hucumkirina Faşîzmê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Şoreşa Cotmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bindestan di her serdemê de serî hildan. Bi ser ketin, li bin ketin, lê timî têkoşiyan. Di ‘berbanga azadiyê’ de li Parîsê piştî tecrûbeyeke demkurt a komunê di 7’ê Mijdara 1917’an de li Rûsyayê azadî fetih kirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ala şoreşê di nava kavirên şerê parvekirinê yê emperyalîst ê yekemîn de bilind bû. Destpêkê jin li ber birçîbûn û sefaletê rabûn. 8’ê Adarê (Li gorî salnameya berê ya Rûs 24’ê Sibatê) xwepêşandan veguherî raperînê, raperînê jî şoreş mezin kir. Di demeke kurt de paşverûtiya Çarlik a sedan salî hilweşiya.

Piştî 7 mehan di 7’ê Mijdara 1917’an de (Li gorî salnameya berê ya Rûs 25’ê Cotmehê) vê carê jî serweriya bûrjûva hildiweşiya bi destê karker, kedkar û jinan. Ya ku pêk dihat ne tenê şoreşeke karkeran a li welatekî bû. Na! Ya ku pêk dihat Şoreşa Cotmehê ya serdemekê bû. ‘Serdema şoreşên proleter’ a li tevahiya cîhanê bi wê dest pê kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema emperyalîst-kapîtalîst îro di asta cîhanê de di nava krîzeke mezin de ye û hate gotin, “Bi birînên ku nayên pêçandin diheje. Ji bo karibe li ser piyan bimîne êrişî her derê dike. Şer dide destpêkirin, darbeyan dike… Makîneya zext û zordariyê bênavber dixebite!

Ya ku diqewime krîzeke sîstemê ye. Krîzeke sîstemê ye ku mizgîniya bidawîbûna şaristaniya kapîtalîst dide. Gelên cîhanê, karker, kedkar û bindest li her parzemînê li dijî vê sîstema hilweşîner a sermayeyê serî hil didin. Li her derê dikevin nava liv û tevgerê, têdikoşin. Ji bo pêkhatina şoreşê her tişt guncav e. Em di demeke welê de ne ku bi wêrekî û dilxwaziya Şoreşa Cotmehê bikevin nava têkoşînê.

Di nava vê krîza global de, dîktatoriya faşîst bûrjûva ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku yek ji xeleka herî lawaz a sîstemê ye dirize, pêl bi pêl hildiweşe. Dîktatoriya faşîst a ku di nava lepê krîza siyasî û aborî de ye li her qadê belav dibe. Ya ku dîktatoriya faşîst aniye ber rizandin û hilweşînê, raperîn û têkoşîna gelên me yên kedkar e.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev xak xaka şoreşê ye. Rêya ‘şoreşa xwe dispêre zorê’ ku bi qutbûna şoreşgerî ya 1971’ê ji aliyê şoreşgerên bi wêrekiya ‘pêkanîna şoreşê’ ya Şoreşa Cotmehê dan destpêkirin, nîv sed sal e bi dayina berdêlên giran dewam dike. Têkoşîna ku em gihandine vê serdemê, nîv sed sal e bênavber dewam dike. Em êdî gihîştine wê astê ku hîn bi pêş ve biçin.

Tevgera me ya Şoreşê ya Yekbûyî li ser bingeha ‘wêrekiya pêkanîna şoreşê’ ya rêberên me yên nemir ava bû û dest bi têkoşînê kir. Rêya me rêya şoreşê ye ku gelên me ber bi serketinê ve dibe. Dem ew dem e ku di vê rêyê de ber bi pêş ve, ber bi armanca xwe ve bimeşin. Em ê vê pergala riziyayî bixin binê erdê! Em ê vê dewletê, vê sîstema zilmê ya faşîst a riziyayî hilweşînin, parçe parçe bikin!

Xeta me diyar e. Rêya me diyar e. Armanca me diyar e. Şoreşa Cotmehê rêya me ronî dike. Em ê li ser vê rêyê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir 3 Erebe, Depoyek û Hotêleke faşîstan da ber agir

Nivîsa Pêş

KCK: Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê Kurd di nava têkoşîneke bênavber de ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”

KCK: Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê Kurd di nava têkoşîneke bênavber de ye

TAYBET – Malbatên ku zarokên xwe derdixin bazarê

TAYBET - Malbatên ku li ber HDP`ê zarokên xwe difroşin - bazar dikin!

Manşet

  • Perwerdehiya Çekan a Li Ser Bingeha Xweparastinê Ji Hêla Jinên Ciwan Ve Hate Lidarxistin
  • Jîn Mihemed: “Em êrîşên li ser fikirê netewa demokratîk qebûl nakin”
  • Li Rojava 6 Bajaran Meşên Girseyî Tên Lidarxistin
  • Li Endonesya Ciwan û Cotkar Di Nav Bajarê De Komûnekî Ekolojîk Ava Dikin
  • Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ Bi Sezona Xwe Ya Duyemîn Vedigere Ser Ekranan
  • Şoreşa Ku Bi Ciwantî Dest Pê Dike: Rêya Jiyana Azad û Civaka Demokratîk
  • Koma Elefterya Serdana Herêmên Nobetê Yên Li Dêrikê Şahiyek Li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonesya Ciwan û Cotkar Di Nav Bajarê De Komûnekî Ekolojîk Ava Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koma Elefterya Serdana Herêmên Nobetê Yên Li Dêrikê Şahiyek Li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşandana Fîlmê bi Pêşengtiya TekoJIN Berlînê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jîn Mihemed: “Em êrîşên li ser fikirê netewa demokratîk qebûl nakin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Protestokirina Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Rojava Li Berlînê Standek Hate Danîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.