MARSİLYA – Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiyek kirin.
Çalakiya bi daxwaza parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û şandeyek serbixwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, hate kirin, ciwan saetên şevê de hatin ba hev.
Ciwanan wêneyên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘ Terorîst Erdogan’ û ‘Bimre Rejîma Faşîst a Erdogan’ qîr kirin.
Ciwanan destnîşan kir ku heta daxwazên wan bi cih neyên wê di nava çalakiyan de bin.
Çalakî piştî nêzî saetkê dom kir û şûnde bi dirûşman dawî bû.


