Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Piştî vekişîna DYE’yê Iraqeke çawa?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/10/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Piştî vekişîna DYE’yê Iraqeke çawa?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Seevan SAEED nivîsand 
Ew sedemên ku kirin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dawiya sala 2001´ê Efxanistanê dagir bike, heman sedem in ku piştî sal û nîvekê kirin ku Iraqê jî dagir bike. Ew sedemên ku kirin DYE ji Efxanistanê vekişe, dîsa heman sedem in ku dike niha ji Iraqê jî vekişe. Niha li Efxanistanê, piştî 20 salan, sîstem hilweşiya û Talîban niha desthilat in li welêt û hêdî hêdî jî dibe hikûmeteke fermî û civaka navneteweyî wê qebûl dike. Li Iraqê jî piştî 18 salan, dewleta li bin bandora Îranê û hêzên rojavayî de bû, di şikestina xwe de nefesa xwe ya dawiya dikişîne. Ez bawer dikim, hilbijartina pêr bi rê ve çû, dibe helbijartina dawî û piştre jî êdî sîstem bi tevahî dê hilweşe.

Ew hikûmet û hêzên ku îro li Iraqê serwer in, ti carî nebûne hêzeke bi desthilata siyasî mîna desthilata Sedam Huseyin. Bi heman rengî, ew ti carî nebûne hêzeke niştimanî û dilsoz ji bo xelkê Iraqê jî. Ji her van sedeman, eger DYE bi tevahî ji Iraqê hêzên xwe vekişîne. Gelo rewşa siyasî û ewlehiyê wê çawa be? Li vir pirsa me ev e, ka gelo Iraq wê piştî Emerîkayê çawa bibe?

Dîsa Efxanistan mînakeke girîng e ji bo pirsa me. Di nav civaka Efxan de piştî ew qas sal, tiştekî cewherî, esasî ku lazim bû were guhertin, kesî destê xwe nedayê, ew weke xwe hiştin. Tevahîya hêz u dewletên ku li ser navê azadî û demokrasiyê, xwestin li Efxansitanê berjewendiyên xwe biparêzin, tenê zend û bendên xwe li guhartinên seresere û manesivik badan. Ti carî destek nedane xelkê Efxanistanê da ku zêhniyeta xwe biguherin û bi pêş bixin.

Li Iraqê jî her wisa bû. Tevahiya wan hêzan ku Emerîkayê alikariya wan kir û piştî Sedam rabûn dewlet û sîstem çêkirin; ti carî cesaret nekirin ku xeyal û zêhniyeta civakê bi pêş bixin. Wan hêzan bi girseyî bala xwe da zengînkirina xwe û ti carî xizmet ji gelê xwe re nekirin. Gendelî û dizî û talankirina mal û serwetên welat bûye mijara sereke li ba wan hêzan.

Ji ber vê yekê, gava ku DAIŞ hat, ti kes û ti hêzê nekarî pêşiyê lê bigire. Niha ku Emerîka weke sala 2011’an, dîsa dixwaze vekişe; miheqeq rewşa Iraqê ji sala 2014´an pirr xiraptir e. Em dikarin bêjin, muheqeq, ew dewlet û sîstem nikare hefteyekê jî li ser piyan bimîne. Êdî Iraqa îro wê muheqeq cuda be ji ya piştî vekişîna Emerîkayê.

Ez bawer dikim ku mînaka Talîban û DAIŞ´ê her du hazir in. Heger li Efxanistanê Talîban heye, li Iraqê jî DAIŞ´a sunî û ya şîî jî hazir in. Gava ku sîstem hilweşe, DAIŞ bi hêsanî dikare dest bi ser pariyekî mezin ê Iraqê bigire. Ji ber ku zêhniyeta xelkê ji xwe hazir e ji bo qebûlkirina DAIŞ´ê. Li beşa welêt a pirraniya wê Şîî jî, DAIŞ´eke Şîî hazir e ku pariyekî mezin ê Iraqê bigire destê xwe.

Yanî şikestxwarin û hilweşîna sîstem li Iraqê bûye tiştekî hetmî yanî teqez. Zû yan jî dereng, dewleta Iraqê wê vegere zemanê dîktatoriya navendî, weke zemanê Sedam Huseyin, yan jî dibe du parçe ku em dikarin bi navê Iraqa Şîî û ya Sunî bi nav bikin. Ji ber ku zêhniyeta xelkê û hêzên civakî û siyasî nehatiye guhertin, yek ji van du ihtîmalan wê biqewime. Li vir, em dikarin bi kurtasî bêjin, ezmûma Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî dikare bibe derseke pirr girng ji bo çekirina alternatîfa cuda. Bila şirovekirina vê babet û pirsên elaqedarî wê jî bimînin ji bo nivîseke din, wexteke din.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Keça dilovan û leheng

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – DGH’ê li Geverê de lê da

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – DGH’ê li Geverê de lê da

LEZGÎN - DGH'ê li Geverê de lê da

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di 30 Tebaxê de li Botanê Şehîd bibûn parvekir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku di 30 Tebaxê de li Botanê Şehîd bibûn parvekir

Manşet

  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin
  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe
  • Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike
  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.