Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Werxelê berxwedana dijî dagirkeriyê û gerîlayên serdema fezayê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/09/2021 - 10:28
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji gerîla derbek mezin li dagirkerên ku dixwazin bikevin tunelan şer
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî operasyona dagirker a li ser Qadên Parastinên Medyayê berxwedana Gerîlayên Azadiyê çar meh li pey xwe hişt. Di meha pêncan a berxwedanê de, yek ji wan eniyan ku şerê giran lê bûyî û bi vîneke rajorî ya mirovî lehengiyên mezin lê hatin nîşandan eyaleta Avaşînê bû. Artêşa Tirk a dagirker bi rengekî berfireh û bi armanca ku bi temamî dagir bike bi ser Avaşînê de dihat. Piştî şerê li Mamreşo, Mervanos, Aris Faris, Dola Maran û Dola Konferansê 7’ê Hezîranê leşkerên Tirk berê xwe dana qada Werxelê, li vir ji bo ku tevgereke berfireh a dagirker bike, kêferat kir. Belê, ev hewldanên dewleta Tirk bi van ‘helkeftan’ sînordar ma. Ji 7’ê Hezîranê û wir ve ango ev bi qasî sê mehan e, li tevahiya eraziya qada Werxelê, û li quntarên girê Werxelê, li tûnelên şer gerîlayên HPG’ê û YJA Starê berxwedaniyeeke mezin a dîrokî dikin.

Artêşa Tirk bi êrîşa li ser qada Werxelê tevgera dagirker ku dayî destpêkirin xwest ku berfireh bike. Ji ber ku Werxelê, yek ji cihê sînor ê eyaleta Avaşînê ye û her wiha deriyekî wiha ye ku li qadên din ên gerîla vedibe. Heke li vir armancên xwe pêk bihênin ev tê wê maneya ku tevgera dagirker wê li qadên din jî were berbelavkirin.

Ji ber hindê, ji 7’ê Hezîranê û wir ve li tûnelên şer ên vê qadê û li vê eraziyê gerîla weke ku kelehek be bervaniyê li Werxelê dikin. 7’ê Hezîrana 2021’an helîkoptêrên êrîşê helîkoptêrên şer tûnelên şer ê li qada Werxelê dane ber bombeyan, saetan li derdora 18:40’î bû. Êrîşa helîkoptêran a li ser van tûnelan dihate maneya ku operasyon wê bihata destpêkirin .Ango, bi gotina gerîla, lêdana êrîşê zirneya daholê bû.

Agahiya qiyametê dide ku piştre wê rabûya. Artêşa Tirk wê şevê, ji sibehê heta ku tarî kete erdê bi hemû balafirên şer, keşfê, helîkoptêrên êrîşê, Skorskyiyan û çi amûrên hewayî hebin kire qîr û qiyamet. Gerîlayên li qadê jî berevajî leşkerên Tirk, bbi xwînsarî, bi rengekî jixwebawer, li kozikên xwe bi cih bûn û derb li wan leşkeran dan ku piştî helkefta pêşî ya êrîşê xwestin ku qadê dagir bikin.

Ji 7’ê Hezîranê û wir ve, ji derba pêşî heta niha berxwedana li Werxelê her ku çû geştir bû. Piştî hewldana dagirkeriya Werxelê şerê li Avaşînê bû xwedî rengekî dî, pozisyona gerîla guherî. Gerîlayên ku ji serî de qadên xwe diparastin, ji pozîsyona parastinê ketin pozîsyona êrîşê û gelek caran li kozikên leşkeran dan. Vê carê yên ku operasyon kirî ne leşkerên Tirk lê gerîla bûn. Nexasim piştî çalakiyên ketina navê yên 18’ê Tîrmehê û 2’yê Tebaxê, hema peyre 12’ê Tebaxê li ji tûnelên şer ên li quntarên Werxelê li dijmi dan û ji wir 200 kîlo teqemenî bi dest xistin. Gerîla bûne şahid ku leşker û fermandar bi tundî nîqaş dikirin û bi hev diketin .Ji ber vê, heer çendî artêşa Tirk li têkçûna xwe mikur neyê jî, bi ketina qada Werxelê şaşiya xwe ya herî mezin kir. Weke ku şerên aasê yên Zagrosan û germahiya 45 pîleyî ne bes be, fermanên fermandarên Tirk, leşkerên Tirk şepirze kiribûn û nema dikarîbûn tûrên xwe hilgirin .Şivereyên li qada Werxelê ku leşker tê tê re diçûn niha tije tûrên leşkeran û malzemeyên jiyanî ne. Ez dibêm qey ne hewceye ku mirov behsa performansa şer a wan leşkeran bike ku nema dikarîbûn çekên xwe jî hilgirin .2’yê Tebaxê di çalakiya ketinnavê de leşkerên ku bûbûn hedef bi deqeyan dikirin qîrîn û digotin, ”çeka min li kû ye, cebilxaneya min li kû ye?”, lê gerîa di çalakiyê de ku 3 deqeyan dom kiribû, 8 leşker kuştibûn û vekişiyabûn.Piştî van geşedanên li qadê leşkerên Tirk giranî da ser gotina ‘werin teslîm bibin’ ku weke firoşkarên seyar radihiştin hoparloran hema wiha digotin. Nexasim piştî çalakiyên dawî artêşa Tirk her roj bi van hoparloran dibêje, ‘werin em ê avê bidin we, zad bidin we, dewlet wê bi xweşî li we guhdar be’, dest bi kelevaniyên wiha kirin û hewldana ku qelsiyê bibînin li nav gerîla bû mijara pêkenokê.

Gerîla haziriyên ku bi salan li van tûmelan şer bikin, kiribû û tişta ku herî dawî wê teslîmî wê bibûna, tişta ku leşker pir qîmet didanê av û zad bû.  Artêşa Tirk ku jê weye wê bi avê û zad gerîlayên sedsala 21’an bixapîne, de qey hişê xwe avêtiye. Gerîla di rojnivîskên xwe de wiha behsa rewşê dikin: ”Weke Fermandar Atakan Mahîr hotî, em gerîlayên serdama fezayê ne, ji bo tiştên wiha basît ti caran em li ber dijmin xwe natewînin!”

Artêşa Tirk çawa ku piştî berxwedana Garê bêgav mabû ku li têkçûna xwe mikur were, teqez e ku wê li têkçûna xwe ya Werxelê jî mikur were. Li vir bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin, kûneyeyên wan ku jê re namûs dibêjin, malzemeyên jwan ên jiyanî ketin dest.  Gerîlayan li vir teqemenî ji ser wan rakirin û bi cebilxaneya wan bi dehan caran li wan dan.

Piştî çalakiyên li eraziyê çekên xwe berdan û reviyan. Li tûnelên şer ev sê meh in her çendî bênavber gaza kimyewî bi kar bînin jî nekarîn yek gerîlayê wir jî îmha biki û ne jî gerîlayek dîtin ku teslîmî wan bibin. Ya herî griîng jî hatibûn Werxelê ku qadê dorpêç bikin lê gerîlayan ew dorpêç kirin. Ev 3 meh in artêşa Tirk ne dikare bi pêş ve biçe ne jî bi paş ve. Gerîlar biryardar in ku leşkerên Tirk nikaribin paş ve jî vekişin.

Ev ne tenê têkçûna artêşa Tirk a li qada Werxelê ye. Wêneyê têkçûna artêşa Tirk ku pesnê xwe dide nizanim artêşa herî mezin a cîhanê ye. Ji ber vê, artêşa Tirk mecbûr e ku têkçûna xwe ya li vir bibêje. An jî bila ew rastiya şer û têkçûna xwe veşêrin, di meha pêncan de serfirazî ya gerîlayên Apoyî ye…

ÇAVKANİ: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Here were li Kurdistanê vedigere!

Nivîsa Pêş

Berxwedana Zindana didome – Apê Dedo bang dike!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Berxwedana Zindana didome – Apê Dedo bang dike!

Berxwedana Zindana didome - Apê Dedo bang dike!

HPG’ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir

HPG'ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir

Manşet

  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.