Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Komalên Ciwan: Şehîd Senar, bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî

Di dema dîlgirtîbûnê de hêrsa xwe ya tolhildanê xurtir kir û soz da ku hesabê mezin ji dijmin bipirse. Li ser vê bingehê piştî pêvajoya zindanê bi daxwazeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê, weke gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê ala têkoşînê bilind kir.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/08/2021 - 15:09
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Komalên Ciwan: Şehîd Senar, bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Komalên Ciwan li ser şehadeta gerîlayê HPG’ê Senar Zagros (Serhat Goksû) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Têkoşîna PKK’ê ku nîşaneya herî pîroz a şerê hebûn û azadiyê yê Kurdan e, her tiştên xwe bi meşa li ser bingeha rastiya şehîdan afirandiye. Her bihosta çiyayên bi heybet ên Kurdistanê bi xwîna keç û xortên xwe yên leheng hatiye avdan. Êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker, bi fedayîtiya şehîdên me ku bedena xwe kirin keleha berxwedanê, hatin pûçkirin. Rêber Apo bi gotina ‘PKK partiya şehîdan e’ karakterê têknaçe yê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê raxist pêş çavan. Têkoşîna me ku rastiya şehadetê veguherandiye havênê şoreşa me, lawazbûn li aliyekî, roj bi roj mezin bûye, li ser şopa şehîdan dijmin ê faşîst têk biriye. Niha jî di nava têkoşîna PKK’ê de her şehadet mîna xurtkirina pola, ji bilî tûjkirina têkoşîna me û hilanîna tola dîrokî ya ji dijminê qirker wê encameke cudatir bi xwe de re nîne.

9’ê Tebaxê me bihîst ku hevalê me Senar Zagros (Serhat Goksû) tevlî karwanê şehîdan bûye. Hevalê me Senar di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Bakurê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger qierker, li eniya herî pêş a Berxwedana Geverê cih girt, di êrişa dijmin de bi giranî birîndar bû. Hevalê me Senar ku bi fedakarî û daxwazeke mezin a têkoşînê xwe li jiyanê girt, tevî ku demeke dirêj dihate dermankirin, ji ber giranbûna rewşa wî rakirin enxweşxaneyê, 9’ê Tebaxê şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevalê me Senar em sersaxiyê ji tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdan ditewînin.

Hevalê me Senar li yek ji kelehên berxwedanê yên welatparêziya Serhedê li Qereyaziyê ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe ve bi nirxên têkoşînê, bi çanda welatparêziyê mezin bû û li dijî faşîzma dewleta Tirk xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Tevlî karên ciwanan bû û li her qadê bû dilxwazekî azadiyê. Karên xwe yên li nava têkoşîna ciwanan têrker nedît û sala 2010’an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê PKK’ê bû. Bi daxwaz, hewldan û kedeke mezin cihê xwe di nava berxwedana ciwanan de girt, ji aliyê dijmin ê faşîst ve dîl hate girtin û demekê li zindanê ma. Di dema dîlgirtîbûnê de hêrsa xwe ya tolhildanê xurtir kir û soz da ku hesabê mezin ji dijmin bipirse. Li ser vê bingehê piştî pêvajoya zindanê bi daxwazeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê, weke gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê ala têkoşînê bilind kir.

Hevrêyê me Senar ku bi sekna xwe ya serhildêr, fedakar û tevlîbûna xwe ya bêhesab, taybetmendiyên şoreşgerî yên bingehîn di kesayetiya xwe de pêk anî. Tevlîbûna bi coş a li jiyanê, dilsoziya xurt a bi nirxên têkoşînê re û bi hevrêtiya xwe ya xurt bû kesayetekî şoreşger ê mînak. Hevalê Senar ti carî polîtîkayên dijmin qebûl nekir û bû sembola hesabpirsîn û tolhildana ji dijmin. Bi baweriya ku derba mezin li dijmin bixe xwe gihand, bi sekna xwe ku pêşengî ji wezîfeyên herî zehmet re dikir her tim li pêş bû. Di xeta Rêber Apo de xwe perwerde û şareza kir, xwe gihand kesayetiya şoreşger. Çawa ku di perwerde û birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de pêşengî kir, dema ku pêwîstî pê hate dîtin li Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê kete çeperê şer, pêşengî kir, dema ku pêwîstî hate dîtin beşdarî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Geverê bû û bû milîtanekî şareza yê Şerê Gel ê Şoreşgerî.

Hevrêyê me Senar têkoşîna xwe ya jiyanê ku li Serhedê da destpêkirin, li çiyayên berxwedanê yên Kurdistanê bi têkoşîna azadiyê re kir yek. Bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî. Bi ruhê ciwantî jiyan, têkoşiya û bû sembola şerê li ser xeta fedayî. Hevrêyê me Senar mîrateyeke mezin ji ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê re hişt. Soza me jê re ew e ku bi têkoşîna têkbirina dijmin, heta misogerkirina azadiya Kuridstanê em ê bi rengê Senarî li ber xwe bidin, şerekî mezin bimeşînin!

Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê me dixwazin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li ser xeta hevrê Senar têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Balafirên keşfê yên Tirk li erebeyekê pêşiya mala birîndaran a Qamişlo dan

Nivîsa Pêş

YJA-Star’ê li Metînayê lê da

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

YJA-Star'ê li Metînayê lê da

Dewleta Tirk dîsa sivîlan da

Dewleta Tirk dîsa sivîlan da

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.