Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Welatê me Kurdistan e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/06/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Welatê me Kurdistan e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Luqman GULDIVÊ nivîsand
Welatê ku bavê Deniz Poyraz bê şik û guman weke Kurdistan bi nav kir û di texeyula xwe de ava kir, elaqeya xwe bi mekan û erd re heye. Lê bêyî texeyuleke li gorî wê, bîr û civakîbûneke li gorî wê, ew dikare bê tinekirin. Ya ku PDK mixabin niha dike, xizmeteke welê ji stratejiya nû ya dewleta Tirk re dike.
Welat mefhûmeke çawa ye? Gelo mekan e yan ji mekan û wêde ye? Her cara peyva welat li ber guhê min dikeve, yan jî bîra min xwe pê mijûl dike, ev pirs jî pê re didin der. Esas ileh têkiliya welat bi mekan re heye. Lê, gelo ew mekan, tenê mekan, cih, dever e? Li wir ez bi xwe re li hev nakim, qenaeteke bibêjim temam halo ye, bi min re çênabe.

Deniz Poyraz şehîd bû. Bi destê dijminekî sûndxwarî yê dewleta Tirk. Li gorî gotinên serokkomarê heman dewleta dagirker, Tayyip Erdogan, wê hîna gelekên din weke wê bên şehîdkirin. Ew ê jî şerm neke û bibêje, va ye em şermezar dikin. Şermezar dike, hebûna Kurdan, israra hebûna wan û hebûna welatê wan.

Bavê Deniz Poyraz digot, ew şehîda Kurdistanê ye. Welat li cem wî bi nav û bi gewde ye. Piştî ku mirov dikare nav lêbike û xweşik bê qisûr terîf bike, ew welat bi halê herî berçav heye. Gava mirov nikare terîf bike, şêlo dibe, gava mirov nikare bi nav bike, xuya nake.

Ji bo Kurdên li Izmîrê jî, ji bo yên li Stenbolê jî, ji bo yên li Rewanê jî ji bo yên li Ewrûpa jî, ji bo yên li Kurdistanê jî ev wiha ye. Ez behsa têgeha “mekanê bîrê” jî nakim, tevî ku rola wê jî gelek e, û di avakirina texeyula welat de xwedî dewreke mezin e.

Sermeselê ez behsa helbesteke Nûrî Hîzanî bikim. Bi amadekariya Îbrahîm Bulak, Weşanên Lîsê kitêb ji nû ve weşand û vê carê ji bo xwendevanên Kurmanciyê bi giştî. Kitêb pêşî li Rewanê sala 1962´yan derçûye. Axir ez ê zêde behsa kitêbê û Nûrî Hîzanî nekim. Nûrî Hîzanî bi eslê xwe ji Hîzanê ye û weke milet û neseb jî Ermenî ye. Di helbesta xwe ya bi navê Sînem de welat mefhûmeke darîçav ji mekan qut e, yan jî mekan ji erdê qut e. Sînem ji Hîzanê ye. Nûrî Hîzanî jî di helbestê de pesnê wê dide, behsa bêrîkirina cemala wê û huba “ez”ê helbestê ji bo Sînemê dike:
Xwezî niha li Êrêvanê
Min te bidîta, can Sînemê
Mîna berê şox û şepal
Tu bihatay ber pencerê

Ez ê paşê bi minasebeteke din jî behsa vê helbestê bikim. Lê em dibînin, esas welat li cem Nûrî Hîzanî dikare cih biguhere. Dikare ji Hîzanê bê Êrîvanê jî. Helbet heger xweziya wî biçe serî. Ji bo Mecîdê Silêman bi xwe, “Welatê me Kurdistan e” jixwe bi temamî fizîkî dûrî bedana wî ye, lê heye, li wir e, “Cî meskenê me Kurdan e”. Ava ye û ya muhim jî ew e ku ava ye.

Carinan welat teng dibe, lêdiçe, hindik dibe, ewqasî hindik dibe ku hema dike ku nemîne. Ji helbesta Nûrî Hîzanî ya 1934´an nivîsandî em bi carekê berê xwe bidin siyaseta heyî ya Kurd a îro. Gava elîteke rêveber, ji bo berjewendiyên xwe, welatekî nû ava dike, ji welat tenê parçeyek dimîne. Parçeyekî parçekirî. Pê re rê li ber înkarkirina welat vedibe, li rojhilat û bakurê wî parçeyî. Ji ber ku ya welat ava dike, ji mekan û erd wêde texeyul e, çawa ku civak jî bi texeyulê ava dibe, gava texeyulên nû tên avakirin, yan welatin tên tinekirin, yan hinên din çêdibin.

Li Başûr bi îdîaya hesabê parastina statuya heyî, ku esas li gorî sîstema neteweyî ya Iraqê û sîstema navneteweyî parastî ye, texeyula Kurdistaneke piçûçik, a klîkeke dewlemend tê avakirin. Ew qasî piçûçik e, û ewqasî bi berjewendiyên çend malbatan ve girêdayî ye, dikare navê xwe jî zûzûka biguhere. Heger avakirina texeyula xwe ya nû ya Kurdistanê bibe serî, dikare vê bike jî. Stratejiya dewleta Tirk a nû jî ji bo vê ye. Stratejiya nû ya li dijî Kurdistanê, stratejiya tinekirina populerbûna PKK´ê û gerîlayên Kurdistanê ye.

Em li serî vegerin: Welatê ku bavê Deniz Poyraz bê şik û guman weke Kurdistan bi nav kir û di texeyula xwe de ava kir, elaqeya xwe bi mekan û erd re heye. Lê bêyî texeyuleke li gorî wê, bîr û civakîbûneke li gorî wê, ew dikare bê tinekirin. Ya ku PDK mixabin niha dike, xizmeteke welê ji stratejiya nû ya dewleta Tirk re dike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Berdevkê Xeta Bêrîtanan: Bêrîtan Roboskî

Nivîsa Pêş

DGH’ê li Stenbolê 2 noqtayên polîsan da

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
DGH’ê li Stenbolê 2 noqtayên polîsan da

DGH'ê li Stenbolê 2 noqtayên polîsan da

Kalkan: “Li dijî êrîşkariya faşîst a topyekûn, berxwedana topyekûn!”

Duran Kalkan: Belê artêşa Tirk hat, lê rewşa xwe çi ye? Çawa dikare bimîne? Dikare jê derkeve? Ev mijarên nîqaşê ne

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirk di Roja Duyemîn a Lîga Dibistanên Reqayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.