DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şahiyek li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Soreşger a bajarê Dêrikê li dar xist.
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên bajarê Dêrikê beşdarî şahiyê bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelan Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hat xemlandin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre ciwanan meşale vêxistin û li ber stranên folklorî yên kurdî govend gerandin.



