SİLÊMANÎ – Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li gundê Jalenaw ê navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dar çandin û şahî kirin. Bi boneya 72’yemîn salvegera rojbûna Rêber Apo 72 dar hatin çandin.
Li ser navê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Xezan Elî peyamek xwend. Di peyamê de wiha tê gotin:” Destpêka meha Nîsanê cejin û serê sala tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Serê sala Aşûriyane, Cejna Çarşema Sor a Êzidiyane. Roja rûxîna rejîma Baas e. Herwiha roja ji dayikbûna Rêberê Azadîxwazan Rêber Abdullah Ocalan e. Em van cejnan li tevahiya mirovahiyê, gelê Kurd, gelê Aşûr û Êzidiyan pîroz dikin.
Rêber Apo karî çend şoreşên mezin û werçerxan bike. Rêber Apo her gaveke xwe weke dayikbûnekê bi nav dike. Pîrozkirina vê rojê tê wateya xwedîderketina ked û têkoşîna Rêber Apo. Bi taybet keda bêhempa ya ji bo azadiya jinan. Em bang li hemû jinan dikin ku weke erkek welatparêzî li dijî zilm û stema li ser jinan, xweza û jîngek bibin xwedî helwest.”





