Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sozdar Avesta: Bi Pêşengtiya Jinên Ciwan de dê ciwan rola xwe pêk bînin

"8'ê Adarê careke din li her devera cîhanê ji aliyê bi sed hezaran jinan ve hate pîrozkirin. Li cîhanê û Kurdistanê, bi hêrs û ruhê raperînê jin daketin qadan, li ber sîstema baviksalarî û mejiyê wê rabûn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/03/2021 - 11:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Sozdar Avesta: “Helwesta hevrê Leyla Guven helwestekî birûmet û hêja ye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê asta rêxistinî ya jinan nirxand.

Sozdar Avesta di destpêka axaftina xwe de şehîdên Garê û şehîdên Kurdistanê hemû bi rêzdarî bi bîr anî û got, “8’ê Adarê careke din li her devera cîhanê ji aliyê bi sed hezaran jinan ve hate pîrozkirin. Li cîhanê û Kurdistanê, bi hêrs û ruhê raperînê jin daketin qadan, li ber sîstema baviksalarî û mejiyê wê rabûn. Bi navê jinê nli çiyayên Kurdistanê yên azad têdikoşin, wan hemûyan silav dikim. Têkoşîna wan pîroz dikim û di meşa azadiyê ya jinê de serketinê dixwazim. Em; jinên Kurd minetdarê Rêber Apo ne. Rêber Apo xwedî ked û hewldaneke mezin e ku jin gihîşt vê astê.”

‘TÊKOŞÎNA JINAN BI FELSEFE Û KEDA RÊBER APO BI WATE BÛ’

Sozdar Avesta diyar kir ku têkoşînên jinan ên mezin ên dîrokê, jinên berxwedêr û têkoşer bêguman ji bo wan jî weke mîrateya têkoşînê ne û got, “Ev têkoşîn bi felsefe û keda Rêber Apo bi wate bûn. Li gel zext û êrişên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, jinan di 8’ê Adarê de li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi coş û tevlîbûneke mezin çalakî kirin û bi jinên cîhanê re dengê xwe bilind kirin. Dema ku mirov ji aliyê giştî ve binirxînin wê were dîtin ku îradeya jinê, helwesta jinê ya li dijî desthilatdariyê û hêrsa jinê xwe nîşan daye. Vê bawerî, hêrs û biryardariyê desthilatdarî û saziyên wê hejandiye. Jinan ev yek baş dîtin: xwedî wê hêzê ne ku eger bixwazin dikarin bi ser bixînin.”

Sozdar Avesta bal kişand ser têkoşîna gerîlayên YJA Starê ku bi dehan sal in li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û destnîşan kir ku bi vê têkoşîna xwe, ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan bûn hêvî.

‘DERFETÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR HATINE AFIRANDIN, LI KURDISTANÊ EV YEK DIVÊ ÊDÎ PÊK WERE’

Avesta ragihandin ku li pêşiya vê tabloya bi heybet ti hêz êdî nikare bisekine û got, “Jin êdî bi têgihiştî, rêxistinî û bi felsefeyeke jiyana azad tevdigerin. Divê her kes êdî vê yekê baş bibîne. Em di wê baweriyê de ne ku coş û rêxistiniya di 8’ê Adarê de derkete holê eger hîn bi xurtî dewam bike wê bigihêje encamê.

Girîng jin hemû vê tabloyê baş bibînin. Ev yek derfetên têkoşîna hevpar diafirîne. Pêwîste ev rewş bi têkoşîna jina a hevpar a li Kurdistanê bê tacîdarkirin.”

‘DEM HATIYE KU MÊR JÎ ÊDÎ XWE JI NEXWEŞIYÊN KLASÎK RIZGAR BIKIN’

Sozdar Avesta ragihand ku aliyekî din jî ew e ku li her devera têkoşîna jinê heye divê xweparastin jî bê xurtkirin û ev yek weke mijareke jêneveger bê dîtin û jin li her derê xwe biparêzin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ragihand ku divê êdî mêr jî xwe ji nû ve binirxînin, sererast bikin, xwe ji nexweşiyên mêr ên berê rizgar bikin û got, “Tenê bi vî rengî tevlîbûneke xurt li têkoşîna azadiyê dikare bê kirin. Divê êdî bes aqil bidin jinan. Pêwîste bes bêje ku divê jin çawa tevbigerin, çawa xwe bi rêxistin bikin. Dema vê êdî qediya ye. Di vê asta têkoşîna jinan de em dibînin ku hin hêzê desthilatdar hewl didin têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin.

Bêguman jin vê dibînin. Bi qasî ku careke din nekevin xefika mêr, rêxistinbûyî ne. Ji ber vê yekê divê mêr bi rêzdarî û hurmet nêzî îrade, rêxistinî û têkoşîna jinan bibin. Mêr çiqasî karibe vê bike wê xwe ji zîhniyeta heyî rizgar bike û gavên nû biavêje. Li ser vê bingehê dikare bi jinê re têkiliyeke hîn bi wate û rast deyne.”

BANDORA BERXWEDANA GARÊ LI COŞA 8’Ê ADARÊ

Sozdar Avesta destnîşan kir ku di vir de têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê mînakeke mezin e û got, “Em dibînin ku bi berdêlên mezin têkoşiyan û cihê xwe di nava tevgera azadiyê de girtin. Bi hezaran hevrêyên ku li ser bingeha rast a bi jinê re di nava têkoşîna mezin de têkoşîneke hevpar meşandine, silav dikim. Herî dawî li Garê li dijî pîlana dagirkeriyê ya hikumeta Erdogan a faşîst, têkoşîn û lehengiya hevrê Şoreş û hevrêyên wî yên şehîd bûn, rêya jiyana azad nîşan dan. Di coşa 8’ê Adarê de bandoreke mezin a lehengiya li Garê heye. Ji ber vê yekê divê her kes vê tabloyê bibîne û xwedî lê derkeve.”

‘LI SER BINGEHA RUHÊ KU DI 8’Ê ADARÊ DE AFIRÎ DIVÊ HER KES BIHERIKE QADÊN NEWROZÊ’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Newroza 2021’ê û destnîşan kir ku Newroza îsal wê bi têkoşîneke mezin pêk were. Sozdar Avesta got, “Zilm û êrişên faşîzmê zêde bibin jî divê em paşve gavê neavêjin. Di vê demê de ku berê me li Newrozê ye, girîng e em têkoşînê mezintir bikin û hîn bi rêxistinbûyî bikin. Mîna her carê wê jin pêşengiyê ji vê yekê re bikin.”

Sozdar Avesta destnîşan kir ku îradeya jinê ya li Kurdistanê bi taybetî jî ya li Rojava wê di vê Newrozê de hîn bi xurtî xwe nîşan bide û got, “Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hate nîşandan, wê Newroza îsal bike Newroza azadiya Rêber Apo. Em bi vê bawer in. Di vê pêvajoyê de divê ti astengî neyê naskirin. Divê kes li astengiyekê nealiqe. Ji ber ku di 8’ê Adarê de me dît ku jinan hemû astengî ji pêşiya xwe rakirin.”

Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanên Kurdistanê, gel û dostên Kurdan kir ku li ser bingeha ruhê ku di 8’ê Adarê de afirî biherikin qadan û got, “Ji niha ve Newrozê li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim. Bi taybetî Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li şervanên HPG û YJA Starê û milîtanan hemûyan pîroz dikim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana di roja 106’an de ye

Nivîsa Pêş

Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê semînerek li darxist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê semînerek li darxist

Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê semînerek li darxist

YPS: “Şehîd Çiyager Cewherê xeta Apoyî bû”

YPS: "Şehîd Çiyager Cewherê xeta Apoyî bû"

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.