Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Emê komployê û zexta qirkirinê ya li ser gelê Kurd parçe bikin

"Rêberê me bi sebreke mezin, bi berxwedana bêhempa ya li Îmraliyê, bi têkoşîna li ser xeta lehengiyê ya tevgera me û gelê me, ev komplo hate pûçkirin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/02/2021 - 11:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: Serbazek, 10 leşkerên dagirker û kontrayek hatin kuştin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina (NPG) wiha ye:

“Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê di salvgera 22’an de bi tundî şermezar dikin, ku di şexsê Rêber Apo de li dijî Îrade, nasname û azadiya me hate kirin, ku Rêber Apo gelê Kurd ji binê zexta qirkirinê rizgar kir û hiş û ruhê azadiyê da, veguherand gelê serhildanê û bû navê hêvî û azadiyê. Di şexsê şehîdên xwe yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de yên ku li dijî komploya navneteweyî bedena xwe kirin sîper û li dora Rêberê me bûn xelek, şehîdên me yên leheng ên ku di nava 22 salên bêeman ên têkoşînê de destan afirandin, bi rêz û minet bi bîr tînin.

Ji komkujiya ku di 15’ê Sibata 1925’an li dijî Şêx Seîdan hate kirin heta bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo hate kirin, gelê Kurd sed salî di bin siya kêra qirkirinê de ma. Lê belê komploya navnetewqeyî ya 15’ê Sibatê hem ji aliyê dorfirehî, hem ji aliyê armanc û hezên ku tevlî bûn ve, êrişeke tunekirina gelê Kurd bû ku komkujî, zilm û kiryarên qirkirinê yên beriya niha li pey xwe hişt. Ji ber vê yekê gelê Kurd û dostên wan 15’ê Sibatê weke “Roja Reş” di hiş û mejiyê xwe de kola û ti carî qebûl nekir.

Rêber Apo armanca hêzên hegemon ên navneteweyî û netewe-dewletên mêtinger a ji komploya navneteweyî, bi pêşdîtina xwe zû tespît kir. Rêberê me bi sebreke mezin, bi berxwedana bêhempa ya li Îmraliyê, bi têkoşîna li ser xeta lehengiyê ya tevgera me û gelê me, ev komplo hate pûçkirin. Komplo ne tenê hate pûçkirin, her wiha Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 22 salan xwe ji her alî ve mezin kir, gelê me destketiyên mezin bi dest xist, hêzên komploger yek bi yek têk çûn û tevgera Apoyî bandor li tevahiya gelên azadîxwaz ên li cîhanê kir. Şerê me yê Gel ê Şoreşger ku li ser bingeha xet, îdeolojî û ruhê Apoyî tê meşandin, ji aliyê stratejîk û taktîkî ve xwe nû kir, bi performansa xwe ya şer û gerîlatiya modernîteya demokratîk gihîşt asteke girîng. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kîn û hêrsa xwe ya li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di sala 22’an a komployê de berxwedaneke mezin li Kurdistanê nîşan dan.

Lê belê komploya navneteweyî hatibe pûçkirin jî ev yek nayê wê wateyê ku komplo bi temamî hatiye têkbirin. Ji ber ku hêzên komploger mîna doh îro jî li pey armanca qirkirina gelê Kurd e. Hêzên komploger û piştevanên wan di her firsendê de bi rê û rêbazên cuda êrişê dibin ser gelê me, nirxên gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hewl didin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikin. Gelê me, gelên dost û tevgera me çawa ku di nava 22 salên derbasbûyî de li ber xwe dan û bi rengekî destanî têkoşiyan, di sala 23’an a komployê de jî wê ev têkoşîn mezin bibe û bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, wê teqez encamê werbigirin, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li çar aliyên Kurdistanê bi berxwedana xwe pêşengiyê ji Pêngava ‘Dema Azadiyê’ ye dikin. Her şervan û fermandarekî gerîlayên azadiyê ji bo serxistina vê pêvgavê, ji bo têkbirina komploya navneteweyî bi temamî, bê teredût bêyî ku tawîzê ji xeta jiyanê ya Apoyî bide, bi daxwaz, bawerî, biryardarî, xwest û ruhekî fedayî yê mezin wê xwedî li wezîfeyên serdemê derkevin.

Em dibêjin ku bi vê îdîa û biryardariyê, di sala 23’an a komployê de em ê xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî hîn bi şarezayî bi cih bînin, komployê û zexta qirkirinê ya li ser gelê Kurd parçe bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Ap misoger bikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bi vê armancê wezîfeyên xwe û erkên xwe bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Tebqayê li dijî komployê derketin qada û gotin: “Hûn nikarin Roja me tarî bikin”

Nivîsa Pêş

Milîsên HBDH’ê li Sur’ê de çalakî pêk anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Milîsên HBDH’ê li Sur’ê de çalakî pêk anî

Milîsên HBDH'ê li Sur'ê de çalakî pêk anî

NPG: Berpirsiyar û faîlê mirina êsîren mirî Hulusi Akar e

NPG: Berpirsiyar û faîlê mirina êsîren mirî Hulusi Akar e

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parlamentera berê ya HDP’ê ya Amedê Dersim Dag hat binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk Ciwanek qetil kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.