Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 6gerilayên ku li Botanê Şehîd bubûn parvekir

"Di 24'ê Îlona 2020'î de li qada Tehte Reş a herêma Kato Jîrkayê, artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Serhildan (Kadîr Ertûnç), Yildiz (Nûrgul Dûran), Zîlan (Gule Esed), Botan (Alî Riza Golcer), Botan (Vûrkan Yildiz) û Rizgar (Ahmet Gok) şehîd bûn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/01/2021 - 12:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 6gerilayên ku li Botanê Şehîd bubûn parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têklidarî gerîlayên ku par li herêma Kato Jîrka şehîd bûn daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 24’ê Îlona 2020’î de li qada Tehte Reş a herêma Kato Jîrkayê, artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Serhildan (Kadîr Ertûnç), Yildiz (Nûrgul Dûran), Zîlan (Gule Esed), Botan (Alî Riza Golcer), Botan (Vûrkan Yildiz) û Rizgar (Ahmet Gok) şehîd bûn.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Botan Gabar
Nav paşnav: Alî Riza Golcer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: –
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020 / Kato Jîrka

Nasnav: Zîlan Roj
Nav paşnav: Gule Esed
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Neceh-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020 / Kato Jîrka

Nasnav: Botan Goyî
Nav paşnav: Vûrkan Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zehra-Seydî
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020 / Kato Jîrka

Nasnav: Rizgar Colemêrg
Nav paşnav: Ahmet Gok
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Mercan-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020 / Kato Jîrka

Nasnav: Yildiz Gelhat
Nav paşnav: Nûrgul Dûran
Cİhê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gulistan-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020 / Kato Jîrka

Nasnav: Serhildan Agît
Nav paşnav: Kadîr Ertûnç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrgê
Dayik-Bav: Lale-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2020 / Kato Jîrka

Botan, bi gelê xwe yê welatparêz, bi cografa û taybetmendiyên xwe yên herêmî ji bo tevgera me ya azadiyê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ev girîngiya stratejîk a Botanê di nava dîroka 43 salan a partiya me û 37 salan a têkoşîna çekdarî de gelek caran ispat bûye. Gelê welatparêz ê Botanê, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ku berxwedana tevgera me ya çekdarî dest pê kir, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hembêz kir û pêşengî ji pêvajoya gelbûna tevgera me re kir. Her wiha bi dîroka xwe û bi serhildanên xwe yên leheng, ew xaka mirinê ji ser gelê Kurdistanê avêt û kir ku stranên azadiyê ji nû ve bên gotin. Bi çiya, gelî, daristan û tehtên xwe ku ji bo gerîlayên Kurdistanê war û dost e, cografya Botanê dişibe bihuştekê. 37 salan hembêza xwe li ewladên xwe yên lehegn vekir û ew hemû hembêz kir. Hêzên mêtinger ên Kurdistan dagir kirine, ji bo parçekirina welatê me sînorên çêkirî di nava xwe de diyar kiribin jî her gerîlayên xwe gihandin Botanê, ev sînor bê wate kirin û bi hezaran carî istpat kirin ku ev sînor ji bo gelê me pûç e.

Dewleta Tirk a mêtinger qirker ev asta hişmendiyê ya gelê me û gerîlayên azadiyê dît, ji bo tunekirina vî ruhî û hişmendiya azadiyê êrişên giran bir ser gelê me. Bi vî rengî bi hezaran mirovên gelê me yên welatparêz qetil kir, bi hezaran gund şewitand û bi milyonan ji mirovên me neçar hişt ku ji welatê xwe koç bikin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi van rêbazên li derveyî mirovahiyê xwest ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji gel qut bike, bêbandor bike û bi vî rengî tasfiye bike. Lê belê tevî van êrişên dijmin jî gelê Botanê yê welatparêz ji têkoşîna xwe gavek jî bi paş ve neavêt û xwedî li gerîlayên azadiyê derket ku ewladên wan ên herî hêja ne û berxwedana herî bi heybet a dîrokê nîşan da. Gerîlayên Kurdistanê jî ji bo qat bi qat bersivê bidin van êrişên faşîzan ên dijmin û ji daxwazên azadiyê yên gelê xwe re bibin bersiv pêl bi pêl berê xwe dan Botanê û ji fîşeka destpêkê ya fermandarê mezin Agît (Mahsûm Korkmaz) û vir ve şerekî bênavber meşandin û hîn jî dimeşînin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zanin ku li herêma Botanê her derba li dewleta Tirk a mêtinger bê xistin wê gelê me û Rêberê me bi gaveke din nêzî azadiyê bikin, lewma bi îrade û fedakariyeke mezin têdikoşin û rastiya gerîla li her çiya, kevir û xaka pîroz a Botanê dineqişînin.

Botan ji ber van sedeman ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her tim bûye qible, lewma bi hezaran hevrêyên me yên leheng ji bo pêkanîna vê hesretê, bi biryardarî û baweriya bi azadiya Rêber Apo berê xwe dan Botanê. Hevrêyên me Serhildan Agît, Yildiz Gelhat, Zîlan Roj, Botan Gabar, Botan Goyî û Rizgar Colemêrg jî ala azadiyê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd dewr girtin ji bo bi rengekî ku hêjayî wan bin hildin û li ba bixin, berê xwe dan xaka Botanê ya pîroz û bi serbilindî li vê derê gerîlatî kirin.

Hevrêyên me Serhildan Agît, Yildiz Gelhat, Zîlan Roj, Botan Gabar, Botan Goyî û Rizgar Colemêrg li qada Botanê, ku artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna her cûre amûrên şerê taybet hewl dida encamê werbigire, bi ked û fedakariyeke mezin têkoşiyan, li ser hev derb li armancên mêtingeriyê xistin. Van hevrêyên me yên hêja bi sekna xwe ya bi îrade û bêtawîz, careke din nîşanî me da ku têkoşîna li dijî polîtîkayên tasfiyeyê yên dijmin di kîjan astê de divê bê meşandin. Şehîdên Tehte Reş di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de ya li herêma Botanê tê meşandin, li qada Kato Jîrkayê tevahiya salê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û nîşanî her kesî dan ku derewên dijmin ên bi gotina ‘qediya, li ber qedandinê ne’ ku 24 saetan propaganda wê dikirin, ji bilî xeyalê ne tişteke.

Her şeş hevrêyên me ku her yek ji wan li herêmeke cuda ya Kurdistanê ye, li dora îdeolojiya Rêber Apo civiyan û li dijî dijminê faşîst mêtinger qirker dest bi têkoşînê kirin. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi hezkirina hevrêtiyê û bi dilsoziya xwe ya bi nirxên gel re bûn ewladên ku gelê me pê serbilind bin û bi vî rengî tevlî karwanê şehîdan bûn. Weke şopdarên wan em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin û soz didin ku welatê xwe û Rêberê xwe azad bikin, armancên şehîdên Tehte Reş bi cih bînin.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ZAROKÊN AGİR: Tirkên faşist yên ji Ebu cehil hîn cahiltir hûnê ji kurdistanê bicenimin biçin

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir, Şewatê ve pirsa Gulistan Doku kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

Zarokên Agir, Şewatê ve pirsa Gulistan Doku kir

Li Stenbolê yekîneyên tolhildanê çalakî li dar xistin

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Xinêrê rêzeçalakiyên ku kirine parvekir

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.