Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PDK bi zanebûn tevlî şer dibe!

PDK ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, hewl dide ji rewakirina êrişan wêdetir tiştna bike. Eşkere bû ku veguhastina leşkerî û bicihbûna li hin herêman, ji Tîrmehê û vir ve gav bi gav tê kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/10/2020 - 12:48
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PDK bi zanebûn tevlî şer dibe!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê, êrişa xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku Kanûna 2017’an dest pê kir li Heftanînê dewam dike û ji bo Metîna jî amadekariyan dike. Xuya ye ku PDK jî bi rengekî koordîneyî heman amadekariyê dike. PDK’ê ku bi êrişa li ser Heftanînê re dest bi bicihbûna li herêmên nû û zêdekirina hêzên xwe kir, li gel amadekariyên leşkerî yên dema dawî operasyona siyasî û propaganda qirêj jî ji bo amadekirina zemîneke êrişa gengaz bi kar tîne.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên li herêmê wergirt; bi êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li ser Heftanînê re Hêzên Muxafizên Sînor ên Iraqê û hêzên PDK’ê jî li başûrê Heftanînê dest bi bicihbûna li rêzegirên Kêre kirin. Her çend ev hêz îdîa dikin ku ji bo pêşî li êrişên artêşa Tirk bigirin li nuqteyên navborî bi cih bûne, armanca xwe tengavkirina qad û liv û tevgera gerîla ye. Dema ku artêşa Tirk dest bi şewitandina gundan kir, hêzên navborî dest lê wernedan, xwe vekişandin û tendê lê temaşe kirin.

DI MEHA TÎRMEHÊ DE DEST PÊ KIRIN

Di demekê de ku piştî êrişa li ser Heftanînê dihate dîtin ku wê êrişa dagirkeriyê li Metînayê jî bê kirin, li qadên Banka (Serê Metîna), Erizê û Bamernê yên li xeta başûr, her wiha il gundê Şirtê hêzên Zerevanî yên PDK’ê hatin bicihkirin. Hêzên Zerevanî di Tîrmeha 2020’î de li gundên Banka û Erizê hatin bicihkrin. Hate hînbûn ku hêzên Zerevanî yên li herêmê hatine bicihkirin bi serkêşiya Ezîz Weysî ne û ev hêzên navborî li qada gundê Banî ya Duhokê li gorî şert û mercên çiyê 6 mehan hatine perwerdekirin.

MEHA TEBAXÊ JI NÛ VE HATIN BICIHKIRIN

Hêzên Lîwa 4 a PDK’ê meha Tebaxa 2020’î li herêma Metînayê li Girê Ortê (Gavnerkê-Kanîmasî), li Girê Barê yê li qada gundê Sefarya û li nuqteyeke gundê Cidîdkê bi giştî li sê nuqteyên cuda hatin bicihkirin. Ev herêmên ku lê bi cih bûn li qada navîn a herêma Metîna ne, rêgeha navendî ye û eşkere ye ku tê xwestin qadên gerîla yên li vê herêmê ji hev bên qutkirin, cudakirin. Niha jî biryar hatiye dayin ku ev hêza hevpar bê vekişandin û tenê hêzên ser bi PDK’ê lê bên bicihkirin.

CIVÎN, BIRYAR Û BICIHANÎN

Her wiha dema dawî amadekarî tê kirin ku hêzên ser bi PDK’ê li herêmên Heftanîn û Metînayê bên bicihkirin. Berpirsyarên van hêzan jî di nav de heyetekê li vê herêmê civîn li dar xist û herêm keşif kir. Berpirsyarê Hêzên PDK’ê yên Duhokê Şêx Elo, Serbest Lezgîn, berpirsyarê îstîxbarata leşkerî ya giştî ya PDK’ê Brûsk û serkêşê hêzên Zerevanî Ezîz Weysî cihê xwe di heyetê de girtin. Heyetê 15’ê Cotmehê li Behdînanê civîn li dar xist û li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hin biryar girt. Piştî karê vê heyetê yê li nehiya Batûfayê, hate îdîakirin ku ‘gerîla wê êrişî pêşmergeyan bikin’ û ferman ji pêşmergeyan re hate dayin ku ‘ji ber vê yekê amade bin’. Piştî serdan û karê heyetê yê li qadên navçeya Akrê, çekdarên Roj û Leşkerên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî ber bi herêmên gerîla ve hatin şandin.

4 NUQTEYÊN NÛ

Tê dîtin ku berpirsyarê hêzên PDK’ê yên Duhokê Şêx Elo di navbera 25-27’ê Cotmehê de hatiye navçeya Zaxo û nehiya Batûfayê, 4 nuqteyên nû yên li Heftanînê ku hêzên PDK’ê lê bi cih bibin diyar kiriye. Hate ragihandin ku li qada Boselê 2 û li qada Derkara Ecemê jî 2 bi giştî li rêzegirên Kêre 4 nuqte hatine diyarkirin. Li gorî agahiyan, dema bê wê li qadên Heftanîn û Metînayê hêzên li vê herêmê bên zêdekirin.

HEWLDANA JI BO NIXUMANDINA HEVKARIYÊ

PDK’ê rojên dawî 10 Kurd destgîr kir. Îdîa kir ku van kesan amadekariya çalakiyê dikirin û bi vî rengî dixwaze vê amadekariyê û provokasyona gengaz rewa bike. Bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re binixumîne û raya giştî bixapîne.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meşvanên Meşa Dirêj: “Heta tecrîd neye şikandin û em azad nebin, em ê li ser piyan bin”

Nivîsa Pêş

Ji DGH û DGK-H’ê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji DGH û DGK-H’ê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî

Ji DGH û DGK-H'ê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî

Hovîtiya faşîsta tirk didome: Polîsên dagirker ên tirk gora gerîlayê HPG’ê Tabak vekir

Hovîtiya faşîsta tirk didome: Polîsên dagirker ên tirk gora gerîlayê HPG'ê Tabak vekir

Manşet

  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.