Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCR: Dem dema Gerîllatî û dem dema azadiyê ye!

KCR a bi rasthatina 36’emîn salvegera Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê û 15’emîn salvegera KCR’ê daxuyaniyek da, hem 15’ê Tebaxê û hem jî damezirandina KCR’ê pîroz kir û got: “Dem dema gerîlatî û dem dema azadiyê ye.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/08/2020 - 9:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
KCR: Dem dema Gerîllatî û dem dema azadiyê ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ji bo salvegera Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê û damezirandina KCR’ê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li hemû ciwanan kirin.

Daxuyaniya KCR wiha ye:

“Em Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (KCR) destpêkê sala 37 cejna vejîn û berxwedanê, pêngava 15’ê Têbaxê li Rêber Apo, şehîdên Şoreşa Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû hevalên ku li çar parçeyên Kurdistanê di nav çeperandene û li hember dijminê faşîst û qirker di nav berxwedanê de ne, piroz dikin. Taybet jî gerilayên ku li warê fermandar Egît li Heftanînê di nav berxwedana Cenga Heftanînê de ne pîroz dikin.

Di serdemeke welê de ne ku dijminê qirker û faşîst hebûna gelê Kurd, bi hemû awayî tune di hesiband û ketibû nav xeyalên ku wê ti carî kes behsa hebûna gelê Kurd neke, tekoşîna bi rêbertiya Rêber Apo li Kurdistanê belav bû û di 15’ê Tebaxa 1984 de bi fermandariya heval Egîd (Mahsûm Korkmaz) fîşeka yekemîn li hember artêşa dagirker ya rejîma qirker û faşîst a Tirk hat teqandin. Ev fîşeka ku destpêkê li Botanê li hember neyarê xwînxwar hat teqandin, bi qasî ku li Bakurê Kurdistanêde gelê Kurd hişyar kir û carek din ji xewa mirinê hişyar kir, di heman demê de wek ronahiyeke ku şewqa xwe bide çar aliyê welêt, tijka vê ronahiyê li Rojhilatê Kurdistanê ronî da û gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî ronî kir. Bi vê ronahiyêre destpêkê ciwanan û jinan berê xwe dan ber bi refên berxwedanê û meşiyan.

Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di bin ronahî û felsefeya Rêber Apo de û bi hêzgirtina ji pêngava 15’ê Tebaxê, tekoşîna ku li hember rejîma dagirker, qirker û faşîst ya Îranê dikirin, di 15’ê Tebaxa sala 2006’an de xwe bi rêxistin kirin û yekemîn konferansa xwe, Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ava kir. Bi vê boneyê em 15’emîn salvegera avabûna tevgera ciwanên Apoyî KCR li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û hemû jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Soza bi serxistina armanca şehîdên şoreşê dubare dikin.

Wek tê zanîn rejîma dagirker, qirker û faşîst ya Îranê, bi salane li ser qirkirin û tunekirina gelê Kurd û gelê Îranê hebûna xwe berdewam dike. Li hember polîtîkayên dijmin ên dagirkeriyê û qirkirinê, ciwanên Apoyî li Rojhilatê Kurdistanêde xelekek berxwedanê avakirin. Ev xeleka berxwedanê ji fîşeka yekemîn a fermandar Egîd destpê dike û heta îro berdewam dike. Di nav vê xeleka berxwedanê de bi dehan rêhevalên me gehiştin asta şahadetê. Bi vê boneyê di şexsê şehîde yekîmîn yê tevgera ciwanên Apoyî yê Rojhilatê Kurdistanê Şehîd Hêrîş Karzan de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînin. Her weha pêşengên tevgera jinên ciwan yên, Apoyî yên Rojhilatê Kurdistanê rêheval Feraşîn Cîlbako û Madora Azad bibîr tînin û soza xwe li hember wan dubare dikin.

Dijminên me yên ku Kurdistan xistin çar parçe û li ser her parçeyekî bi armanca tinekirin û qirkirinê cûr be cûr polştîkayan dimeşînin. Lê belê di armanca tunekirin û qirkirina gelê Kurd de hevbeş kar dikin. Neha dijmin li çar parçeyê Kurdistanê jî wek berê ne bihêze û di nav xwede bêhna rizîbûnê pê ketiye. Lê dîsan jî ji armanca xwe ya tunekirin û qirkirinê nehatine xwar. Dixwazin di sedsala 21’an de ji Kurdistanê di bin serweriya xwede bi hêlin. Bi vê armancê hem di aliyê leşkerî de welatê me dagir dikin, talan dikin û hem jî bi rêya şerê taybet, qirkirina çandî, qirkina erdingarî, qirkirina aborî, qirkirina civakî, bi destdirêjiyê di xwazin civaka me tune bikin.

Rejima dagirker, qirker û faşîst a Îranê di van polîtîyên xwe de bi dagirkeriya Tirkiyê, Suriye û Iraqê re hevbeş tevdigere û bi şêwazekî herî hovane van polîtiyan bi pêk tîne. Êrîşên ku li ser jin, ciwan û bi tevahî civakê dike di nav vê pîlanê de pêk tên.

Di asta çar parçeyên Kurdistanê de yên ku li hember van polîtîkayên dijmin li ber xwe dide û di nav hewldana vala derxistina van polîtîkayên dijmin de ye, Tevgera Apoyî ye. Tevgera Apoyî civakê, jinan û ciwanan hişyar dike, bi îrade dike, û dike hêz. Dîsan gerîlayê Kurdistanê jî her cûre êrîşen dijmin vala derdixe û welatê me li hember dijminan diparêze. Dijmin jî ji vê rastiyê tevdigere û êrîşên xwe yên herî mezin destpêkê li ser Rêber Apo, gerîlayê Kurdistanê, xeta azadiya jin û ciwanan dike. Li hember Rêber Apo tecrîdê dimeşine, êşkenceyê û bêdengkirinê dike, li hember gerîlayê Kurdistanê ku li çar parçeyê Kurdistanêde hebûna gelê Kurd diparêze, operasyonên tunekirinê dide meşandin, li hember xeta azadiya jin a ku di cihanê de wek îdeolojiya azadiyê tê naskirin, polîtîkayên tecavuzê tên pêşxisti û li hember ciwanan ku pêşengê avakirina civaka azad in, polştîkayên bê îradekirin, sêdarekirin, mûhtadkirin, koçberkirin, bê haviza hiştin û ji civakê dûrxistin bi pêş dixin.

Ciwanên welatparêz û şoreşger;

Em KCR li hember van polîtîkayên dijmin bi salana tekoşîna me berdewam dike. Di vê pêvajoya tekoşînê de bi hezaran rêhevalên me tevlî nav refên tekoşînê bûn. Gelek heval jî gehiştin asta şehadetê. Ji Şehîd Hêrîş heta Faraşîn û Madorayan, ji Şehîd Çalak heta Şehîd Hêminan û Şehîd Dersîman ji Şehîd Zal heta Şehîd Dilovan û Şehîd Derwêşan xeleka berxwedanê her berfireh kirin û ala tekoşîna azadiyê her bilind hiştin. Ev ji me re bu wek mîrasekî ku em bikaribin bi salan tekoşîna xwe li ser bi meşînin. Ew bûn pêşengê şoreşa me.

Sedema ku dijmin ev hevalên me şehîd xistin, gerîllbûyîn bû. Ji ber ku bi bûyîna gerîlatiyê van hevalan serî li hember dijmin rakirin û bi cesaret, bi fedakertî û bi fedayî li hember dijmin tekoşîn kirin. Heger li hember dijmin tekoşîn nebane, wê demê wê şahadet jî nebane. Heger şahadet nebane, wê kesekî ne behsa azadiyê kiribane û ne jî behsa Kurdistanê kiribane. Yê ku di hêle ku peyva azadiyê û Kurdistanê zindî bi mîne gerîlayê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî dijminê me her li kû dibe bila bibe, êrîşên xwe bi şêwazekî herî dijwar bi ser gerîla pêk tîne.Lê belê heta niha nekariye gerîlayê Kurdistanê têk bibe. Îro li çar parçeyê Kurdistanê gerîla bûye sembola tekoşîna li hember dagirkerî, qirkirin û tunekirinê. Gerîlayê Kurdistanê li hember hêzên dagirker, qirker û faşîst bûye, parazvanê xak, kerem, rûmet û namûsa gelê Kurd. Heger gerîlayê Kurdistanê bê tunekirin wê demê dagirkerî, qirkirin û zihniyeta faşîst û zilamsalar wê her li ser Kurdistanê û cîhanê zindî bi mîne û hemû nirxên me di ber qirkirinê re derbas bikin.

Di Rojhilatê Kurdistanê de jî gerîlayê Kurdistanê ji Mako heya İlamê, li hemberî rejîma dagirker, qirker û faşîst ya Îra nê di nav berxwedanê de ne û kerameta gelê Kurd diparêzin. Her weha hêviyên azadiyê û rizgariyê şîn dikin û pêk tînin. Xewen û xeyalên jinan û ciwanan bi bûyîna gerîlatiyê zindî dimînin.

Ciwanên Welatparêz û Şoreşger;

Em KCR li ser vî esasî di 15’emîn salvegera damezrandinê de pêngava tevlîbûna nav refên gerîla destpê dikin. Bi dirûşma “DEM DEMA GERÎLLATÎ YE” bangî her ciwanekî welatparêz û şoreşger dikin ku êdî pêwîste li hember dagirkerî, destdirêjî û bê îradekirinê berê xwe bidin nav refên gerîla û li hember dijminê xwîn xwar û kujer civaka xwe û welatê xwe bi parêzin.

Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de rêya serkeftin û şoreşê gerîlabûyîne. Gerîlabuyîn asta pîvanê şoreşgertiyê bilind dike û dijmin dilerzîne. Gerîlabuyîn azadiya xwe, şoreşa xwe bi xwe pêk anîne. Ciwanên zanîngehan, dibistanan, ciwanên karker û bêkar bi bûyîna gerîla dikarin pêşengtiya şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Ciwanên ku tevlî nav refên gerîla bibin, dibin xwedî rûmet û kerameta Kurdistanê.

Banga me ji ciwanên zanîngeh, dibiristan, karker û bêkar ew e ku, di nav refên berxwedanêde cihê xwe bigrin û bibin hêzên parêzvanê xaka xwe. Dijmin tenê bi mezinkirina hêza gerîla tê têkbirin.

Wek tê zanîn di Kurdistan û Îranê de berpirsên her êrîşeke ku li hember jinan, ciwan û bi giştî civakê  pêk tê, li pişt wê hêzên çekdar yê Îranê hene. Di heman demê de hêzên çekdar ên Îranê bûne bingehê dagirkirin, talankirin û qirkirina Kurdistanê. Ev hêzên çekdar wek mafya tevdigerin û li hember gelê Kurd û gelê Îranê di nav êrîşan de ne û her daxwaz û hewldana azadiya civakê bi hêza xwe ya çekdar bikar tînin. Ev hêz dijî civakê ne. Di Kurdistanê de ev hêzên çekdar dagirker e û di Îranê de jî ev hêzên çekdar parêzvanên rejîma faşîst û sêdareyêne. Ji ber vê yekê bangawaziya me ji hemû ciwanên Kurdistanê û Îranê ew e ku neçin xizmetî hêzên çekdar nekin, li hemberî vê tevlî nav refên gerîla bibin û bereyê şoreşê bi hêz bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Dema wê ye li dijî dijmin em kesayata Egîd derxînin pêş

Nivîsa Pêş

Ji Cenga Heftanînê bernameyek taybet bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan re

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Cenga Heftanînê bernameyek taybet bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan re

Ji Cenga Heftanînê bernameyek taybet bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan re

‘Wê têkoşîna gerîla ya gihiştiye lûtkeyê bidome’

‘Wê têkoşîna gerîla ya gihiştiye lûtkeyê bidome’

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê pêşengên Tevgera Apoyî Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr bi hurmet bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.