Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Wê têkoşîna gerîla ya gihiştiye lûtkeyê bidome’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ber ronkahiya felsefeya Rêber Apo xwe nûjen kirî, bi vê asta têkoşînê ya berz ku bi dest xistî, bi biryardarî wê têkoşîna xwe bidomîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/08/2020 - 11:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
‘Wê têkoşîna gerîla ya gihiştiye lûtkeyê bidome’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel a têkildarî 36’emîn salvegera Cejna Vejînê daxuyaniyek da got: “Ev pêvajoya leşkerî ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi azweriya berz, biryardarî, wêrekî û fedekariya mezin pêşengiya wê dike, her wiha bi hemû hêlên xwe yên polîtîk jî gaveke girîng e ku derketiye pêş.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Em salvegera 36’an a Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an, Cejna Vejînê di serî de li mîmarê vê vejînê Rêber Apo, li gelê me, li dostên gelê me, li mirovahiya pêşverû û li hemû hevrêyan pîroz dikin. Em di şexsê Fermandar Egîd (Mahsûm Kormaz) de hemû şehîdên me yên leheng bi hurmet û minet bi bîr tînin ku di vê pêvajoya berxwedanê de bi fedakariyên mezin û berdêlan, kirin ku gelê me îro li herêmê bibe yek ji aktorê sereke, em sond dixun ku bîranînên şehîdên me, alaya vejînê ku me ji wan dewr girtiye, heta bi rizgariya gelê me hilgirin û wiha bidin jiyîn.

15’Ê SIBATÊ CIVAKA KURDISTANÊ ZINDÎ KIR, ANÎ BER AZADIYÊ

Pêngava bi nav û deng a 15’ê Tebaxê civaka Kurdistanê ku yek ji civaka qedîm a mirovahiyê ye, ku hêzên mêtinger-hegemonîk li çar parçeyan dabeş kirin û hewl dan ku wan ji hev qut bikin, nasnameya wan înkar kirin û bi her cure komkujiyê hate xwestin ku tine werin hesibandin ji nû ve vejandiye û aniye ber deriyê azadiyê. Ev rabûna pêngava mezin ku li ser hîmê pêşbîniya kûr a Rêber Apo, bi komeke biçûk hatî hezkirin lê bi guleya pêşî ya tevgera rizgarker hevçax a gelê me ya li dijî mêtingeriyê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî, her wiha bûye xaleke fetlonekê ya girîng ku ji dîroka bêqidoş re gotî ‘’raweste’’.

Ev pêvajoya leşkerî ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi azweriya berz, biryardarî, wêrekî û fedekariya mezin pêşengiya wê dike, her wiha bi hemû hêlên xwe yên polîtîk jî gaveke girîng e ku derketiye pêş. Pêngava 15’ê Tebaxê ku di nav gelê me de bîrewerî û ronîbûneke girîng bi xwe re anîye, bûye hîmê têkoşîna bidestxisitna mafên sirûştî yê gelê me. Gerîlayên Kurdistanê ku bi çarçoweya vê rabûna pêngavî mezin bûyî, ji çiyayan ta bi bajaran û deştan ra û rîşalên xwe berdane, bûne mîsogeriya herî mezin a gelê me, bi pêşengiya ciwan û jinan ku li ser vê hîmê rêxistinî bûne, bûye tevgera serhildanê. Ev rabûna şoreşgerî ku li dijî serweryan vejîn û berxwedana çewisandiyan e, bi felsefeya Apoyî ku ê qels xurt dike, çawa ku kedkaran dike hêz, her wiha li ser hîmê şoreşa sosyal, li Kurdistanê jin di nav civakê de kirine hêzeke xwedî vîn û hêzeke pêşeng.

Her wiha Pêngava 15’ê Tebaxê di nav hemû derdorên civakî yên welatê me de bûyî sedema çêbûna giyanê yekîtiya netewî, her wiha ji bo parçeyên derveyî Bakurê Kurdistanê jî bûne kana jê îlhamstandinê, bûye sedem ku gelê me li van deran jî gavên girîng bavêje. Îro li Rojava asta ku pêvajoya şoreşê ya ku gihayê, her wiha destkeftiyên ku li Başûrê Kurdistanê gelê me bi dest ve aniye û li Rojhilat têkoşîna gelê me ya berdewam, hîmên xwe bi rih, kelecanî û zemîna ku Pêngava 15’ê Tebaxê daniye bûye hêz. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tene ji bo gelê Kurd, di têkoşîna rizgariya gelên herêmê yên xwîşk û bira de jî xwedî cihekî girîng e. Bi çarçoweya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo têkoşîna hevpar a gelên çewisandî yên herêmê, kiriye ku revdeya DAÎŞ’ê ya ku bûbû bela serê cîhanê têk biçe û weke ku di şexsê Şoreşa Roajva de hatî dîtin, modêlek daniye holê ku ji bo hemû gelê cîhanê bûye mînak.

Van rojan ku em ketine sala 37’an a vê gava dîrokî, di serî de rejîma AKP-MHP’ê, hêzên mêtinger-qirker ku di van geşedanan de yên ku Pêngava 15’ê Tebaxê ava kirî hilweşîna xwe dibinin, li dijî gelê me êrîşên giran tînin. Rejîma AKP-MHP’ê ku dixwaze tevgera me tasfiye bike û pêşî li hilweşîna xwe bigire, bi xeyalên Osmaniya nû jî daniye ber xwe ku bi asta herêmê xwe bike hêzeke hegemon. Ji ber vê, ji aliyekî ve polîtîkayên tecrîdê yên li ser gelê me giran dike, ji aliye dî ve bi zexta faşizan û girtinê dixwaze dînamîkên gelê me û hêzên Tirkiyeyîyên çepgir-demokratîk çavtirsandî bike.

Bi esasî bi xwespastina ser teknolojiya serdemê ya bi desteka Gladîoya NATO’yê ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi destpêkirina şerê îmhayê, ji bo ku destkefiyên Giyanê 15’ê Tebaxê ji holê rake kêfareteke mezin dike. Ev êrîşên li gel îstîxbarat, teknolojî û hêzên paramîlîter bi sûdwergirtina ji hêzên li ser xeta noker a Kurd armanc dike ku têkoşîna azadiyê serkut bike û qira gelê me bîne. Li dijî van êrîşan ku ev 6 sal in bi vê çarçoweyê didomin bi berxwedana Rêbertiya me, gelê me, siyaseta demokratik û hêzên me yên gerîla dijmin ti encamek bi dest ve neaniye. Di van êrîşên pirhêlî de ku ku bi taybetî ji bo gerîla îmha bikin bi desteka hêzên hegemonîk jî pêk tîne, bi ser neketiye. Di ber vê de berdêlên mezin hatibin dayin jî, mewziyên sereke yên şoreşê hatine parastin û zemîna geşedana şoreşeke xurt hatiye afirandin.

Pergala faşîst ku li bara têkoşîna şoreşger bi ser neketî, îro ketiye pêvajoyeke krîzê ya pirhêlî. Rejîma AKP-MHP ya faşîst ku xilasiya ji vê tenê di şer de dibine, di serdema nû de jî bi domandina êrîşan, bi rageşî û siyaseta krîzê ya ku li herêmê dike bi xwegihandina kanên petrole li bara têkoşîna şoreşê dixwaze xwe bîne pozîsyoneke xurt.

BERXWEDANA LI HEFTANÎN, ASTA ŞER DERXIST HOLÊ

Bi çarçoweya projeya dagirkirinê ya sînorên Mîsak-î Millî di êrîşê de ya rejîma faşîst a qirker de ya li ser Heftanê, berxwedaniya hêzên me yên gerîla ya li ser xeta gerîlayên serdemê, daniye holê ku wê planên xeyalperest ê dijmin di gewriya wê de bihêle. Bi vê çarçoweyê di vê qonaxa dîrokî de ya ku em ketine sala 37’an a 15’ê Tebaxê de, li diyarê Egîdan Heftanînê zengîniya taktik a ku gerîla danî holê û asta şer nişan daye ku pêvajoya şer a li pêş me ji hela gerîla ve wê çawa were pêşwazîkirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mîrateya ji Fermandar Egîdan standin bi pergala gerîlatiyê ya modern-profesyonel a sedsala 21’ê de li hev anîn, bi perfermansa şer a ku nişan dayî şanî hemû cîhanê daye ku vîna mirov li dijî êrîşên mêtinger a bi herhêmên teknolojiya pêşketî dikare çi bi ser bixe. Bêguman, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ber ronkahiya felsefeya Rêber Apo xwe nûjen kirî, bi vê asta têkoşînê ya berz ku bi dest xistî, bi biryardarî wê têkoşîna xwe bidomîne, bi çarçoweya vê têkoşînê wê rê nede mêtingeran û di sala 37’an a 15’ê Tebaxê de berpirsyariyên ku dikevin bara wan de bi cih bînin.

Bi vê çarçoweyê Cejna Vejînê ya gelê me, salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ya Navdar careke dî pîroz dikin, di sala 37’a 15’ê Tebaxê de serkeftinên mezin ji gelê xwe yê welatparêz, gelên xwîşk û bira yên çewisandî, hemû hevrêyyan re dixwazin ku li qadên têkoşînê li ser peywirên xwe ne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Cenga Heftanînê bernameyek taybet bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan re

Nivîsa Pêş

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan: Em ê berxwedanê geş bikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan: Em ê berxwedanê geş bikin

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan: Em ê berxwedanê geş bikin

Tîmên Bersivdayînê li Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin

Tîmên Bersivdayînê li Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.