Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

​​​​​​​Rêxistina Jinên Ciwan a PYD’ê 1’emîn Konferansa xwe ya Damezrîner li dar xist

Rêxistina Jinên Ciwan a PYD’ê bi dirûşma "Bi rêxistinkirina jinên ciwan li ser bingeha felsefeya Serok Apo digihêje Sûriyeya demokratîk" 1'emîn Konferansa xwe ya Damezirîner li dar xist û li ser asta Rojava meclisa xwe ava kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/07/2020 - 20:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
​​​​​​​Rêxistina Jinên Ciwan a PYD’ê 1’emîn Konferansa xwe ya Damezrîner li dar xist
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Rêxistina Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro 1’emîn Konferansa xwe ya Damezrîner bi tevlêbûna 150 delegeyan ji Cizîr, Firat û Efrînê li dar xist. Konferans li Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo li dar ket.

Nûnerên Kongreya Star, Meclisa Jin a PYD û Yekitiya Jinên Ciwan di konferansê de amede bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif axivî û lidarketina konferansê li jinên ciwan ên PYD’ê pîroz kir û got: “Bi têkoşîna ciwanan şoreşa Rojava destpê kir û bûn pêşenga birêxitsinkirina civakê. Bi saya berxwedana ciwanan em li hember tevahiya êrişên leşkerî, siyasî û aborî bi ser ketin.”

Foza diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi giyana ciwanên ku zihniyeta desthildar red kirine, destpê kir. Bi taybet jin a ku bi fikirê xwe yê azad şoreşa ku banga azadî û mirovahiyê dike ava kir.

Têkildarî astengiyên ku rastî ciwanan û şoreşa wan tên Foza got: “Dijmin bi armanca çewisandina nasnameya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi tevahiya rêbazan hewl dide destkeftiyên vê şoreşê têk bibe. Ji ber wê di radeya yekemîn de ciwanan dike hedef. Lê ciwanan li beramberî van siyasetan xwe bi rêxistin kirin û fikrê azad ji xwe re kirin bingeh. Rêgeza netewa demokratîk di navbera pêkhateyên herêmê de belav kirin. Ji ber ku rêbaza tekane ye da ku planên dijmin ji herêmê dûr bixe û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

Di dawiyê de Foza got: Em hêvî dikin ku ev konferans bi serkeve û bibe wesîleya birêxistinkirina ciwanan bi taybet jinên ciwan. Heta ku em hêzeke têkoşer ava bikin û li hember tevahiya êrişên li dijî civak û ciwanan li ber xwe bidin û şoreşa xwe ya ku bi saya xwîna şehîdan bi ser ketiye, biparêzin.

Piştre rapora rêxistinî ya jinên ciwan ên PYD`ê hate xwendin û ji hêla beşdaran ve nîqaş li ser hate kirin.

Paşê sînevizyonek girêdayî rola jinên ciwan di birêxistinkirina civakê de hate pêşendan. Di dawiya konferansê de 13 endam wek Meclisa Jinên Ciwan a PYD`ê hatin hilbijartin, encamname û plansaziya Meclisa Jinên Ciwan a PYD`ê hate eşkerekirin.

Navaroka encamnameyê wiha ye:

1-Lidarxistina çalakiyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

2-Jinan bi rêxistin bikin da ku rê li pêşiya kuştin, binpêkirinên li dijî jinan û zewicandina zarokan, bigirin.

3-Dûrxistina ciwanan ji rêbazên şerê taybet.

4-Bi rêya belavkirina rêgezên şerê gelê şoreşger, rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker û dewletên piştvanên wê bigirin da ku hemû herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rizgar bikin.

5-Perwerdekirina jinên ciwan da ku di qadên siyasî de xwedî rol bin.

6-Vekirina dewreyên perwerdeyê yên fikrî û piratîk ji jinên ciwan re.

7-Piştgiriya jinên ciwan di warên çandî, hunerî û werzîrê de.

8-Avakirina komîteyeke ragihandinê ji bo perwerdekirina jinên ciwan.

9-Divê jin rola xwe ya pêşeng di belavkirina fikirê netewa demokratîk de bilîze.

10-Divê jinên ciwan xwe di warên aborî de bi rêxistin bikin û projeyên aborî pêk bînin.

11-Divê jinên ciwan xwe li ser asta Sûriyê bi rêxistin bikin.

12-Ji bo parastina welat û civakê, divê jinên ciwan tev li refên YPJ`ê bibin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li dijî tundîyê li qadan bûn

Nivîsa Pêş

ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2020’AN

ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020’AN

ANALÎZ – Peymana Lozanê û encamên wê – 1

ANALÎZ - Qesra Şîrîn-Lozan-Sêmalkê

Manşet

  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.