Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Gelê Binarê Qendîlê: ‘PDK’ê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin’

Gelê Binarê Qendîlê: "Di wextekî ku cîhan di nav nexweşiya vîrusa Koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîren li hember rêya qaçax û nexweşiya Koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê Tirkiyeyê."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/04/2020 - 17:12
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Gelê Binarê Qendîlê: ‘PDK’ê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin’
ParvekeTweet

QENDÎL – Welatiyên Qendîlê bi meşekê nerazîbûna xwe ya li hemberî şandina hêzan a ji bo Zînî Wertê nîşan dan û gotin, “Anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker e.”

Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê dest pê kiribû, dewam dike. Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, li dijî şandina hêzê ya ji bo Zînî Wertê meşiyan.

Di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelan Adullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’ , ‘Derkeve derkeve leşkerên Tirk’ hatin gotin.

Piştî girse gihişt gundê Zergelê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

‘PDK bûye dardestê dewleta Tirk’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dijminên Kurdistanê timî sûd ji nakokî û dubareyên di nav Kurdan de wergirtine. Ji bo mebest û berjewendiyên xwe eşîret, binemal û hizb bi xwe ve girê dane. Nehiştine Kurd bi azadî û serbixwe bijîn, li welatê xwe derbeder û malwêran bûne. Ev bi destê komeke noker, xiyanetkar û xwefiroş ên xwe weke Kurd dibînin pêk hatiye. Ev kom bi destê dijminan digire, xak û welat pêşkeş dike. Di wextekî ku cîhan di nav nexweşiya vîrusa Koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîren li hember rêya qaçax û nexweşiya Koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê Tirkiyeyê. Mînaka vê rastiyê jî êrîş û ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, êrîşa li ser Şengal, şehîd û biirindarkirina gelek welatiyên sivîl, şandina sîxuran û aşkerakirina bingehên gerîlayan e.”

‘Ev plana dewleta Tirk e’

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Zînî Wertê yek ji cihên herî aram ê li herêmê bû û ev xisûs hat diyarkirin: “Bi çekên giran anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker e. Ev tişta li Zînî Wertê rû dide, sala 2018 û 2019’an li Behdînan û Biradost rû da û ew der ketin destê dewleta Tirk. Di encam de bi sedan gund xera bûn, gelek welatî şehîd ketin, birîndar û derbeder bûn.”

‘Em dagirkeriyê qebûl nakin’

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin: “Em weke gelê Binarê Qendîl, li dijî şerê Birakujî ne. Anîna hêzan ji bo Zînî Wertê ya devereke aram e, qet pêwîst nîne. Em daxwazê ji hemû hêz, aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan, kesên azadîxwaz û gelê Kurdistanê dikin ku rê nedin pêşxistina şerê birakujî, nekevin nav plana qirêj a dewleta Tirk a dagirker a armanc dike Qendîlê dagir bike. Em bi ti awayî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê welatê xwe biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Provokasyona PDK’ê didome: Karwanek 50 wesayitên leşkerî şand gundê Gerewan

Nivîsa Pêş

Yekîneyên Antî-Teror şaneyeke MÎT’ê girtin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîneyên Antî-Teror şaneyeke MÎT’ê girtin!

Yekîneyên Antî-Teror şaneyeke MÎT’ê girtin!

ROJEVA 2’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2020’AN

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.