Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li pey planeke nû ya dagirkeriyê ye!

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser êrişên li ser Mexmûrê û Qendîlê û diyar kir ku ev yek "êrişeke berfireh" e. KJK'ê destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê şewba koronayê ji bo xwe weke firsendê dibîne û planeke nû ya êriş û dagirkeriyê dike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/04/2020 - 14:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê derbarê êrîşa li ser Mexmûrê û tevgera li Qada Qendîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Di 15’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker êrîşî Mexmûrê kir û li ser qada Zînî Wertê ya Qendîlê dest bi operasyoneke hewayî kir. Em şehîdên Kampa Mexmûrê bi hurmet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bîranîna wan bi Kurdistana demokratîk û azad tacîdar bikin.

TEVGERA PDK’Ê YA LI QADA ZÎNÎ WERTÊ BALKÊŞ E

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku dixwaze di van rojên koronavîrusê de polîtîkaya xwe ya milîtarîst zêde bike, li pey planeke din a dagirkerî û êrîşê ye. Hêza leşkerî ya PDK’ê xwe li Zînî Wertê bi cih dike û li derdora wê jî artêşa Tirk a dagirker operasyonên xwe zêde dike, ev tişt ne tesaduf e.

DAXUYANIYA WEZARETA PÊŞMERGEYAN NE RAST E

Wezareta Pêşmergeyan daxuyanî da û diyar kir ku ev hêz girêdayî wan e. Diyar dikin ku li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Têkoşîna li dijî Koronavîrusê wan Tûgaya Piyadeyan a 7’emîn şandine vê qadê. Dixwazin bidin xuyakirin ku ev hêz ji bo pêşîlêgirtina şewbê hatiye sewqkirin. Lê mixabin ev daxuyanî rastiyê vedişêre. Ji ber ku tê diyarkirin bi vê baregeh û sewqiyatê re ji bo jiyana mirovan gefeke din derdikeve holê. Ji ber ku bi vê sewqiyatê re rîska şerê di navbera partiyên siyasî yên Kurd de zêde bû û ev der tên bomberdûmankirin.

DIXWAZIN KORONAVÎRUSÊ JI XWE RE BIKIN FIRSEND

Şêniyên li van qadan di van rojên koronayê de nizanin û nikarin biçin cihekî û ji ber vê jî hemû tedîrgîn bûn. Nexwe tê vê wateyê ku di rojên şewba koronavîrusê de hinekan bi pêkanîna vê planê re xwestin ji xwe re bikin firsend. Di vê rewşê de TC jixwe bi eşkereyî vî tiştî dike, êrîşî Mexmûr û qadên din dike. Heke PDK jî naxwaze vê pêvajoyê ji xwe re bike firsend divê van gavên xwe ji ber çavan derbas bike. Heke wekî gotina Wezareta Pêşmergeyan bûya wê YNK’ê îtîrazî vî tiştî nekira û wê ev tişt bi daxwaza herdu partiyan bihata kirin lê rewş ne wisa ye. Piraniya Tûgaya Piyadeyan a 7’emîn hêzên Zêrevan di serî de ji hêzên PDK’ê pêk tê.

PDK DIKEVE QADEKE DI BIN KONTROLA YNK’Ê DE…

Ne elameteke xêrê ye ku PDK were li qadeke girêdayî YNK’ê bi cih bibe. Bi vê hêza ku li Qada Qendîlê hatiye bicihkirin û êrîşên li ser Tevgera Azadiyê zêde bûye, sewqiyata leşkerî ya TC a li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûye. Dema ku ev hêz ketine qadê jî sewqiyata çekên giran hatiye kirin û SÎHA’yan ew parastine.

BI TC’YÊ RE BI AWAYEKÎ SENKRONÎZE HATE KIRIN

Ev gavên hatine avêtin û bicihkirin tevî hêza leşkerî ya TC’yê bi rêkûpêk hatiye kirin. Divê raya giştî bi vî tiştî bizanibe. Hêza ku hatiye wê derê ne ji bo tevdîrên koronavîrusê ye. Rewşeke bêmantiqe e ku ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê hêzeke leşkerî were li girekî stratejîk bi cih bibe. Ji ber vê jî divê were dîtin, ev gav ber bi pêvajoyeke xeternak tê avêtin û divê li dijî van gavan helwest were nîşandan.

DIVÊ TU TEVGERÊN SIYASÎ YÊN KURDAN NEXAPIN

Ev avaniyên siyasî ne ku me dîtiye di şerê navxwe yê Kurdan de êş û zehmetiyên giran hatine jiyîn. Dijminê me welatê me dagir dike û li dijî hêza têkoşîna azadiyê dide û dixwaze gelê xwe ji dagirkeriyê rizgar bike planeke binavkî dike û dixwaze wê tasfiye bike. Ji bo vê bike jî dixwaze hêzên siyasî yên Kurd bide pişt xwe, wan jî bike parçeyek ji vê plana gemarî. Ti tevgera siyasî ya Kurd divê nebe parçeyek ji vê lîstikê. Hêzên siyasî ku bikevin vê lîstikê ji ber vê guneh û sûcê li dijî dîrokê û gelê me zû dereng wê werin mehkûmkirin. Bi vê zanebûnê divê mirov nekeve lîstika dijmin û rê nede dijminên Kurdan.

ÊRÎŞA LI SER MEXMÛRÊ QELSÎ YE

Mexmûr kampa penaberan e. 12 hezar sivîl lê dijîn. Bi derfetên xwe li dijî koronayê têdikoşin. Bi ser de partiyeke Kurd a siyasî PDK ev 9 meh in ambargoa siyasî, mirovî, aborî, tendiristiyê û ji her alî qadên jiyanê ve li ser daniye. Armanca vê ambargoyê ew e ku gel ceza bike. Rejîmên otorîter ji bo ku gel terbiye bikin wan birçî dihêlin. Ambargoya bi destê PDK’ê ya li ser Mexmûrê jî ku bi rikdarî tê domandin bi vê mebestê ye. Her wiha TC jî bi operasyonên hewayî bêhna civakê çikandiye. Di herdu rewşan de armanc jiyan û malê gel e. TC dijmin e û tiştên ku dike û wê bike tê fêhmkirin lê partiyeke siyasî ya Kurd çawa bi vê kîndariyê polîtîkaya ambargoyê didomîne, em vê bi hêviya wijdan û exlaqê raya giştî Kurd ve dihêlin.

DIVÊ BÊDUDILÎ HELWEST WERE NÎŞANDAN

Gelê bi her rengî tê kuştin. Ji ber vê divê kesek nebêje vîrûs koronayê heye û em nikarin derkevin derve çalakiyê bikin. Di rewşeke wiha de ku dijmin korona kiriye fersend û êrîşê tîne, divê em jî bêduilî helwestê nîşan bidin, li ber xwe bidin. Di çalakiyan de sînor nîne, mirov dikare afirîner be. Çalakî jixwe bi serveçûna vî rihî û bi vê lêgerînê rê vedike. Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku li dijî êrişên ku têne kirin û didomin raya giştî bi vê hessasiyetê nêzîk bibe. Her wiha em dîsa dubare dikin ku divê hêzên Kurdistanî bi rihê yekîtiya netewî û piştevaniya netewî li peywir û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Serêkaniyê wesayita bombebarkirî bi çeteyan de teqiya: Birîndar û kuştî hene

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ji Gerîlla li Heftanîn û Mêrdînê çalakî: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Gerîlla li Heftanîn û Mêrdînê çalakî: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - Ji Gerîlla li Heftanîn û Mêrdînê çalakî: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN – Balafirên keşfê yê Tirkan li ser Silêmanî difirin – NÛ BÛ

LEZGÎN - Balafirên keşfê yê Tirkan li ser Silêmanî difirin - NÛ BÛ

Manşet

  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.