Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rêveberiya Xweser: Dagirkeriya li Efrînê xeteriya li ser pêşeroja Sûriyê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir, ji bo gelê Efrînê li xaka xwe vegere ew ê li ber xwe bidin" û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/03/2020 - 19:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
LEZGÎN – Şervanên QSD’ê 7 leşkerên dagirker ên Tirk kuştin û panzêrek jî teqandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê re Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxûyaniyê de hat gotin ku, dewleta Tirk a ku Efrîn dagirkiriye li pêşeroja Sûriyê xeteriyekî mezin çêdike. Rêveberiyê got ku, ev dagirkerî hewl dide Sûriyê parçe bike û dixwaze yekitiya gelan asteng bike.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya 2 salan dewleta Tirk û komên çeteyên wê êrişî Efrînê kir, beramberî vê yekê civaka navneteweyî bêdeng ma û wê demê bi Rûsyayê re li hev kiribû. Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan êriş kir û projeya demokratîk a gelan, bi taybet gelên Efrînê kir armanc, ji ber gelê Efrînê beramberî gelên herêmên derdorê bi aramî dijiya.

Gelê Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nivîsand, tevî ku dewleta Tirk heta bi çekên di nava civaka navneteweyî de qedexe ye û balafirên şer bi kar anîn, lê dîsa jî şêniyên herêmê 58 rojan li ber xwe da û berdêl dan.

Di encama êrişên li dijî kantona Efrînê de binsaziya herêmê, nexweşxane, dibistan, şûnwar û saziyên sivîl hatin wêrankirin, ev jî têrê dike ku dewleta Tirk hişmendî û kirinên hovîtiya xwe dide der, li gel vê yekê bi sedan şehîd û birîndar bûn, ji wan zarok û kal û pîr.

Heta niha gel li ber xwe dide û êrişên dewleta Tirk vîn û israra gel lawaz nekir, çi di qonaxa duyemîn a berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê de û çi jî bi berxwedana gel a li kampa Şehbayê be.

Di pêvajoya 2 salan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cureyên binpêkirinan dan meşandin, çi siyaseta guhartina demografiyê, koçberkirina gelên herêmê û bicihkirina biyaniyan, heta bi exlaqên dermirovî û qanûnî pêk anî. Dewleta Tirk gel revand, gefan li sivîlên li Efrînê dixwe, li gel vê yekê azara ku gelên Efrînê li hundir û derveyî herêmê û li herêmê Şehbayê jî dikişînin. Lewma di vê çarçoveyê de divê civaka navneteweyî xwe berpirs bibîne.

Dagirkirina artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê û hermên Sûriyê re xeteriyê li ser pêşerojê Sûriyê û gelên Sûriyê çêdike, her wiha Sûriyê parçe dike û yekitiya gelan dike armanc. Ev a ku domdar em hişyariyê wê dikin û divê hemû hêz li dijî vê projeya wêranker bisekinin.

Em jî wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedan gelên Efrînê û berxwedana gelên me li Şehbayê bi bîr tînin, her wiha bejna xwe beramberî şehîdên canê xwe di oxira parastina projeya demokratîk û yekitiya gelan feda kirine, ditewînin, dubare qehremaniya YPG, YPJ`ê ku heta niha li Efrînê didome silav dikin.

Efrîn nîşana aramî û cihê hembêzkirina bi hezaran koçberên ji Sûriyê bû ku îro artêşa Tirk û çeteyên wê exlaqên dermirovî li dijî wê pêk tînin.

Em jî wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekane rêya me parastina Efrînê û berxwedan e, em ê gelên xwe vegerînin warên wan û bang li raya giştî dikin ku helwestekê nîşan bidin û beramberî azara gelên Efrînê xwe berpirs bibîne.

Li milekî din pêdivî heye ku NY`ê komîteyeke şopandina rastiyan ava bike, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyê yên ku dagirkiye eşkere bike û hesab bixwaze.

Her wiha divê civaka navneteweyî û hikumeta Sûriyê çareseriya Sûriyê bidin ber çavên xwe û dewleta Tirk ji herêmên Sûriyê yên ku dagkirkiriye derxînin, li ser vî esasî dê ber bi çareseriya Sûriyê ve biçin. An na, ji ber hebûna dewleta Tirk û gefên dixwe, dê qet li Sûriyê û herêmê aramî mîsoger nebe.

Bijî şehîdên Efrînê û hemû şehîdên azadiyê, bijî qehremaniya birîndaran û silav ji gelên berxwedêr ên li Şehbayê re.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo vîrûsa korona: ‘Çareserî piştevanî ye’

Nivîsa Pêş

Li Efrînê li pey hev teqînên dijwar çêbûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Efrînê li pey hev teqînên dijwar çêbûn

Li Efrînê li pey hev teqînên dijwar çêbûn

ROJEVA 20’Ê ADARÊ 2019’AN

ROJEVA 19’Ê ADARA 2020’AN

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.