Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: “Di pişt êrîşa li ser Mexmûrê de dewleta Tirk heye”

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê ye û got ku “Dewleta Tirk bi çi armancê DAÎŞ êrîşî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava da kirin, bi heman awayî êrîşî Mexmûrê jî dike.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/02/2020 - 10:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî sala 2014’an DAÎŞ’ê êrîşî Kampa Mexmûrê kir. Wekî tê zanîn leşkerên Iraqê û pêşmergeyên li derdora Mexmûrê li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê nesekinîbûn. Bi berxwedana gerîlayan re êrîşa li ser Mexmûrê hatibû şikandin û pêşiya wan hatibû girtibûn ku berê xwe bidin Hewlêrê. Piştre gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê çûbûn qadên şer, him Hewlêr û him jî Mexmûr kiribû qadeke ewle. Di heman demê de gerîla çûbûn Kerkûkê û tevî pêşmergeyên li wê derê êrîşên DAÎŞ’ê şikandibûn.

MEXMÛR KAMPA ŞEHÎDAN E

Berxwedana gelê Mexmûrê bûye sembola pêşîlêgirtina êrîşên qirker ên DAÎŞ’ê. DAÎŞ’ê bi êrîşa dawîn re xwestiya ji gelê Mexmûrê û ji gerîlayan tolê bistîne.

Gelê Mexmûrê di nav berxwedaneke serbilind a cîhanê de ye. Bi jiyan û helwesta xwe, bûye qada sembolîk a rastiya Kurdên azad. Bi hezaran ciwanên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, rûmeta gelê Botanê ne. Li Mexmûrê li her malekê çend şehîd hene. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku kampa şehîdan e. Ev rastî bi tenê jî dike ku gelê Kurd serbilind be.

DEWLETA TIRK DIXWAZE KAMPÊ PARÇE BIKE

Ji ber ku gelê Mexmûrê di nav helwesteke wisa de ye, bûye hedefa dewleta Tirk. Tirkiye yekser bi hêzên xwe yên leşkerî nikare kampê bike hedef, ji ber vê jî ji ser Iraq, PDK û Neteweyên Yekbûyî zextan dixe. Wekî li her derê helwesta Kurdên azad qebûl nake. Bi taybetî ji ser PDK’ê dixwaze kampê parçe bike û bi êrîşên hewayî jî dixwaze encamekê bistîne.

Ji bo kamp were parçekirin, DAÎŞ jî êrîşan dike. Dewleta Tirk li pişt vê êrîşê ye. Dewleta Tirk bi çi armancê DAÎŞ êrîşî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava kiriye, bi heman awayî êrîşî Mexmûrê jî dike. Êrîşa dawîn têkiliya xwe bi ambargoyan heye. DAÎŞ jî fikiriye ku bi ambargoyê re kamp tengijiye û bi êrîşê dixwaze encamekê bistîne.

AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ HATÎ DANÎN NAYÊ PEJIRANDIN

Pêkanîna ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê didomîne rewşeke trajedîk a ji aliyê gelê Kurd ve neyê pejirandin. Hemû gelê Kurdistanê ji ber vê polîtîkaya PDK’ê diêşin. Pêkanîna ambargoyekê ya ji aliyê partiyeke Kurd û rêveberiya wê ve ya li ser Mexmûrê ku nûnertiya rûmeta Kurdan dike, tê wateya tinehesibandina hestê gelê Kurd û binpêkirina wê. Gelê Kurd wisa dizane ku dewleta Tirk dixwaze ji bo wê ambargo tê domandin. Bi vê yekê re PDK û rêveberiya herêmî di serî de ziyanê dide îmaja xwe bi xwe. Rêdayîna hinek ciwanan biçin zanîngehê û karkeran ji derveyî nixûmandina ambargoyê ti wateyeke xwe ya din tine. Ji derveyî vê kamp mîna xistina nava dorpêça artêşa dijmin û xistiye nava ambargoyekê. Ev jî cesaret daye dijminê Kurdan DAÎŞ’ê û çete bi cesaret kiriye. Rê li ber wê vekiriye ku êrîşî kampa Mexmûr a pêşî li dagirkirina Hewlêrê girtibûn tolê hilîne. Rakirina ambargo û dorpêça li ser Kampa Mexmûr a sala 2014’an pêşî li dagirkirina Hewlêrê girtibûn, daxwaza hemû gelê Kurd e.

BANGA PIŞTEVANIYA BI MEXMÛRÊ RE

Em bang li hemû gelê Kurd partiyên siyasî dikin ku ji bo hêza berxwedan û moralê bidin gelê Mexmûrê yên bi êrîşên DAÎŞ’ê re rû bi rû ne, bikevin nava piştevanî û destekê bidin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dixwazin kampa Mexmûr belav bikin an jî teslîm bigirin, erka hemû mirovahî û hêzên demokratîk e li dijî DAÎŞ’ê destekê bide gelê Mexmûr.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Serdema dîrokî û şoreşa gelên Rojhilata Navîn

Nivîsa Pêş

Dadgeha Tirkan tecawizkarên zarokan tehliye kir!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dadgeha Tirkan tecawizkarên zarokan tehliye kir!

Dadgeha Tirkan tecawizkarên zarokan tehliye kir!

‘Wê nikaribin komployeke din bikin’

Hunermend li dijî modernîteya kapîtalîst parêzvanên civakê ne –III

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.