Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Ew rêheval û nûçegîhana rojên zor bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê nasnameya hevrê û nûçegihana YPJ’ê Dilovan Gever a 13’ê Cotmehê di encama bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûbû, eşkere kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/10/2019 - 16:08
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ: Ew rêheval û nûçegîhana rojên zor bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê: Em li ser vê bingehê rêheval û nûçegîhana demên zor careke din bibîr tînin. Bi vê bîr û baweriyê em soz didin hevrê Dilovan em ê kamera û çeka wê ya ji bo gîhandina rastiyan her di destê xwe de bigrin

YPJ’ê di dirêjiya daxuyaniyê de bal kişand ser kesayet û rola Dilovan Gever û ev tişt got:

“Em di şexsê lêgerînvana heqîqetê, şopdara Rohenda û şehîdên berxwedana Rûmetê de hevrêya xwe ya tekoşîner Dilovan Gever bibîr tînin. Em soz didin heya dawî em ê li ser rêya ku wê di oxirê de canê xwe feda kirî bimeşin. Em ji hemû gelê me yê berxwedêr, şervanên heqîqetê û malbata hevrêya xwe re sersaxî dixwezin û ‘wê berxwedanî, gelê me bibe serkeftin e.’

Dewleta dagirker, di 9’ê Cotmeha 2019’an de tevgera dagirkeriyê li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê destpê kir. Li hemberî vê tevgera dagirkeriyê, keç û xortên berxwedêr yên gelê Bakûr-Rojhilatî Sûriyê biryardariya parastina welat û gelê xwe dan. Ev berxwedana Rûmetê kete roja xwe ya 9 mîn. Rêhevala me Dilovan, ji bo kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser gelê wê pêşdikevin bişopîne di roja yekemîn ya berxwedanê de berê xwe da herêma Firatê, bajarê Girê Spî.

Hevrê Dilovan, ji bajarê Geverê ye, di sala 2014’an de, dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, li ser banga seferberiya ji bo Kobanê ji zanîngehê berê xwe da Rojavayî Kurdistanê. Di şerê Kobanê û heya rizgarkirina wê de cihê xwe di çeperan de girt. Nêzî salekê di karê herî zor yê nexweşxanê karê di morgê de ma. Bi dilekî wêrek bi sekneke bi biryar di vê karî de bû nobedara rêhevalên xwe yên şehîd. Hovîtiya çetan û dagirkeriyê dewleta Tirk ya li Efrîn û cihên din di heval Dilovan de hêrs û kîneke mezin dabû çêkirin.

Şopdara heqîqetê ev nêzî 3 sal bû di xebatên me yê ragihandinê de cih digirt. Ji bo di vê xebatê de bi erk û berpirsyariyên xwe rabe, gelek ked û hewldan pêşxist. Li Dêre Zorê di operesyona şerê qedandina DAÎŞ’ê de weke nûçegîhan beşdar bû. Şahidî ji her kêliya şer û berxwedana şervanên YPJ’ê re kir, ew bi kameraya xwe ve û dengê wan ji hemû cîhanê re ragîhand. Ew di kêliyên herî xeter da, di sengerên herî pêş yên şer de li gel şervanên YPJ’ê bû. Carina bi kamereya xwe û carina jî bi çeka xwe di çeperan de li gel rêhevalên xwe bû. Wê bi vê dilê xwe yê wêrek û girêdana bi hevaltiyê re navê xwe di dilê me de nivîsand. Rêhevala me Dilovan, bi vê bîr û baweriyê 5 salên têr û tije di şoreşa mirovahiyê de derbas kirin. Wê bi tekoşîn û berxwedana gelên Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê dimeşîne her tim bawer kir û ji bo bibe perçeyek ji vê tekoşînê jiyan kir. Bi zanebûna bibe dengê tekoşîn, jiyan û qehremaniya şervanên YPJ’ê kamereya xwe rakir û qad bi qad bû mêvanê hest, fikir û dilê şervanên YPJ’ê.

Hevrê Dilovan bû şopdara Agirî, Eylûl, Şîlan, Arîn û Rohenda yan. Wê meşa xwe ya şoreşê di rêya şehîdên Kobanê de dest pê kir. Her tim girêdaniya xwe ya bi bajarê Kobanê re wiha tîna ziman: “Kobanê ji bo min pir cuda ye. Ez ji Bajarê Kobanê me, dema ez têm Kobanê ez xwe di bajarê şehîdan de hîs dikim. Min li Kobanê, rastiya dijmin, rastiya şer, hevaltî, jiyana azad û mirovên herî bedew di dinyayê de nas kirin.”

Rêheval Dilovan, ji 9’ê Cotmehê heya 13’ê Cotmehê şerê li Girê Spî dişopand. Dewleta Tirk di 13’ê mehê de dema ku êrîşên xwe li ser Girê Spî giran kirin, ew tevî komek hevalan di encama êrîşa topbarana balafirên şer de gîhişt şahadetê.

Em li ser vê bingehê rêheval û nûçegîhana demên zor careke din bibîr tînin. Bi vê bîr û baweriyê em soz didin hevrê Dilovan em ê kamera û çeka wê ya ji bo gîhandina rastiyan her di destê xwe de bigrin. Careke din em sersaxî ji gelê me yê berxwedêr û malbata heval Dilovan re dixwezin û dibêjin ‘wê berxwedanî, gelê me bibe serkeftin e.’

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Dilovan Gever

Navê Rast û Paşnav: Dîlan Olmez

Navê Dayik: Şûkran

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Kobanê- 2014

Cih û Dîroka Şehadetê: Girê Spî-13.10.2019”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çeteyên dagirker êrîşî sivîlên ku gihîştin Serêkaniyê kirin

Nivîsa Pêş

QSD’ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 9’emîn eşkere kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
QSD’ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 9’emîn eşkere kirin

QSD’ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 9’emîn eşkere kirin

Li Girê Spî çalakiya QSD’ê, gelek çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê şer dijwar, QSD‘ê bersivê xurt dide

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.