Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da zanîn ku Tirkiye bi zanebûn xwest şoreşa Rojava di 9’ê cotmehê de bifetisîne û got: “Divê her mirov ji vê rewşê re bêje ‘rawest e.’ Divê em dengê aştîxwaz û çareserîxwazan bilind bikin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/10/2019 - 11:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’
ParvekeTweet

AMED – Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî li gel Amerîka û Rûsyayê hevdîtin pêk anî fermanda êrîşa li dijî bajarên Rojava da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven êrîşa li dijî Rojava nirxand. Guven bi bîr xist ku polîtîkay Tirkiyê ya li dijî kurdan polîtîkaya sed salê dawî ye û got “Nav biguherin jî lê zîhniyet naguhere. Li Tirkiyê hemû desthilatdariyan polîtîkaya ‘bila kurd dayika xwe nebînin’ meşandin.”

‘DIXWAZIN MODELA OCALAN JI HOLÊ RAKIN’

Guven da zanîn ku li dijî Rojava demek dirêje planên êrîşkirinê dihatin kirin û got: “Sedemê vê êrîşkirinê jî ew e ku naxwazin perspektîfa netewa demorkatîk li pêş bikeve. Naxwazin ji hemû dinyayê re bibe model. A rast armanca Tirkiyê ew e ku naxwazin model û perspektîfa Birêz Ocalan li pêş bikeve û dixwazin bi şer ji holê rakin.”

Guven anî ziman ku Rojava ji bo Tirkiyê ne tehdît e û wiha domand: “Rojava li dijî Tirkiyeyê dijminiyê nake. AKP di her warî de tengav bûye û pêdivî bi operasonek wiha dît. Dixwaze xwe bi vê operasyonê rizgar bike.”

‘ERDOGAN BI TAYBETÎ 9’Ê COTMEHÊ BIJART’

Guven bal kişand ser dîroka 9’ê Cotmehê ku operasyon hat destpêkirin û got: “Di 9’ê Cotmehê de birêz Ocalan bi komployek navdewletî ji Sûriyê hat derxistin. Di heman dîrokê de Erdogan fermana êrîşan da. Erdogan bi zanebûn sekinî û bi taybet operasyonê anî vê rojê. Dixwazin bi vî awayî dengê aştî û çareseriyê yê birêz Ocalan qût bikin. AKP dixwaze canê hemû kurdan biêşîne. Tirkiye dixwaze şoreşa Rojava têk bibe.”

‘DIVÊ KURD XWE DI BER ÇAVAN DE DERBAS BIKIN’

Guven li dijî helwesta hemû partiyên tirk ên li dijî gelê kurd ku bûn yek banga yekîtiyê li kurdan kir û got: “Divê kurd helwesta xwe li ber çavan derbas bikin. Çimkî li dijî gel operasyon tê birêvebirin.”

‘RIZGARIYA DAIŞ’Ê YE’

Guven got operasyon “rizgariya DAIŞ’ê ye” û yên li hember vê operasyonê bêdeng dimînin wê bibînin ku DAIŞ dê li ser wan bibe bela û hemû dinya ji vê berpirsiyar e.

‘BOMBE BI SER MIROVAHIYÊ DE DIBARÎNIN’

Guven diyar kir ku divê li dijî operasyonê bêdeng nemîne û wiha got: “Li erdnîgariyek şoreşa jinan pêk tê û rêveberiyek demokratîk xwe birêve dibe bombe tên barandin. Bombe bi ser mirovahiyê ve tê barandin. Divê mirovahî rabe ser pêya û ji vê re bêje ‘rawest e.’ Em li çar parçeyên Kurdistanê divê hemû mafên xwe yên demokratîk bîne. Divê em dengê aştîxwaz û çareserîxwazan bilind bikin. Ez bi bawerim wê bi pêşengiya jin û ciwanan xwedî bê derketin. Roja ji Rojava derketiye wê tu demê neyê tarîkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Serêkaniyê şaneke çeteyên DAIŞ`ê hat girtin

Nivîsa Pêş

Walîtiya Amedê Nobeta Demokrasiyê qedexe kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Walîtiya Amedê Nobeta Demokrasiyê qedexe kir

Walîtiya Amedê Nobeta Demokrasiyê qedexe kir

YPS: Em ê her deverê bikin qada şer!

YPS: Em ê her deverê bikin qada şer!

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Li Rihayê Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.