Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Navê nû yê polîtîkaya mêtingeriyê: Herêma ewle

Gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Heyeteke leşkerî ya ji DYA’yê sibe diçe Enqereyê. Erdogan li bendê ye ku xeyalên xwe yên Osmaniya nû ferz bike lê gelên herêmê jî ji her rewşeke gengaz re amadekariyan dikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ – Navê nû yê polîtîkaya mêtingeriyê: Herêma ewle
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger Ersîn Çaksû derbarê gef û êrîşên dewleta tirk û desthilatiya faşîzan ên li ser Bakurê Sûriyeyê şirove kir. Çaksû balê dikişîne ser gefên dewleta tirk û berxwedan ku dê li pêşberî êrîşan pêş bikeve. Çaksû her wiha têkiliyên dîplomatîk û rista DYA’yê jî dinirxîne.

Rojnameger Çaksû li ser rewşê van şîroveyan dike:

“Di bin navê ‘herêma ewle’ de gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Heyeteke leşkerî ya DYA’yê wê sibe ji bo nirxandina ‘herêma ewle’ biçe Tirkiyeyê. Di civînê de wê plana çareseriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên dagirkeriyê yên dewleta tirk bên nirxandin.

Ji bo nirxandina ‘herêma ewle’ di 22’ê Tîrmehê de Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey bi rayedarên tirk re li Enqereyê hevdîtin kiribû û di heman demê de Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA’yê (CENTCOM) Orgeneral KennethMcKenzie jî li Eyn Îsayê bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî bû.

Du planên cuda

Ji bo ewlekariya sînor Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyar dike ku herêmek ji kûrahiya 5 kîlometreyan a ku bajar ne di nav de ye bê avakirin. Dewleta tirk jî zextê dike ku ‘herêmek ji kûrahiya 30 heta 35 kîlometreyan’ bê avakirin. Piştî hevdîtinê rayedarên tirk îdîa kirin ku ‘pêşniyara hatiye kirin ji bo wan têrker nîne’ û gefa şer xwaribûn.

Erdogan: Em ê parçe bikin, Bahçelî: em ê hilweşînin

Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan gefa dagirkeriyê xwar û wiha got; “Hevdîtinên ji bo avakirina herêma ewle ya li sînorê Sûriyeyê yên bi DYA’yê re tên kirin bi çi rengî bi encam dibe bila bibe em bi biryar in ku korîdora terorê ya li rojhilatê Firatê parçe bikin. Ji bo vê jî em ê destûrê ji kesî wernegirin.” Hevkarê Erdogan Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî got, “Divê Bakurê Sûriyeyê bê şewitandin û hêza Tirkan ji wan re bê nîşandan.”

Daxuyaniyên Jeffrey

Piştî van daxuyaniyan Jeffrey serdana welatên Ewropayê yên di nava koalîsyona dijî DAIŞ’ê de ne kir û piştî ku vegeriya Washingtonê diyar kir ku di mijara ‘herêma ewle’ de wan bi Tirkiyeyê re li hev nekirine. Jeffrey got, “Em bi soza xwe ve girêdayî ne ku me gotibûn, divê yên bi me re şer kirine zerarê nebînin û nebin hedefa êrîşa kesî. Serok jî ev yek bi rengekî vekirî got. Fikarên me yên der barê tirkan de jî dikevin vê çarçoveyê.”

Dê sibe li Enqereyê hevdîtinan bikin

Tûra duyemîn a der barê ‘herêma ewle’ de wê sibe dest pê bike. Tê payin ku heyeteke leşkerî ji DYA’yê biçe Tirkiyeyê û bi rayedarên tirk re der barê mijarê de biaxive. Li aliyê din liv û tevgera leşkerî ya dewleta tirk a li Şêxler, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê ya li sînor didome. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî giraniyê dide ser xebatên dîplomatîk. Gelên herêmê û hêzên leşkerî jî xwe li dijî êrîşan amade dikin.

Xeyala ji Îdlibê heta Kerkûkê

Dewleta tirk a ku plana Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nake bi plana xwe ya dagirkeriyê dixwaze xeyala Mîsakî Mîllî pêk bîne. Dewleta tirk ku Cerablûs, Ezaz, Bab, Îdlib û Efrîn dagir kiriye, niha jî dixwaze ji Minbicê dest pê bike û li rojhilatê Firatê herêmên Şêxler, Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê dagir bike û xwe bigihîne Kerkûk û Mûsilê.

Gavek ji bo çareseriya siyasî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her firsendê dibêje ew şer naxwazin, plana ku pêşkêş kiriye weke ‘gavek ji bo çareseriya siyasî’ nîşan dide. Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji ANF’ê re der barê mijarê de diyar kir ku ji bo çareseriyê ew giraniyê didin ser karên dîplomatîk û armanca plana wan jî ev yek e.

Pêşniyara bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Ji bo pêşnûmeya xwe Xelîl wiha got; “Di her firsendê de em dibêjin ku em şer naxwazin, em li welatê xwe ne û zerara me negihîştiye kesî û em di vê çarçoveyê de tevdigerin. Pêşniyara me jî ew e ku tişta bi navê ‘herêma ewle’ bi kûrahiya 5 kîlometreyî be û li derveyî bajaran be. Hêzên li wê herêmê jî divê hêzên xwecihî bin. Hêzên koalîsyonê dikarin li herêmê li dewriyê bigerin. Ne Tirkiye lê belê divê di kontrola hêzên navneteweyî de be.”

Rêya ber bi Mîsakî Mîllî ve

Li dijî vê planê jî dewleta tirk dixwaze di bin navê ‘herêma ewle’ de rêya navneteweyî ya Rotko ku li rojhilatê Firatê li herêmên Şêxler, Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê ye kontrol bike.

Kontrolkirina vê rêyê ji Başûrê Kurdistanê heta Helebê, ji bo xeyalên Osmaniya nû û Mîsakî Mîllî yên dewleta tirk girîng e. Dewleta tirk her wiha dixwaze bi vê yekê re petrola Kerkûk û Dêra Zorê bigihîne Derya Spî.

Hedefa destpêkê Girê Spî ye

Erdogan di axaftina xwe ya 26’ê tîrmehê de armanca xwe aşkere kiribû û gotibû, “Hevdîtinên ji bo avakirina herêma ewle ya li sînorê Sûriyeyê yên bi DYA’yê re tên kirin bi çi rengî bi encam dibe bila bibe em bi biryar in ku korîdora terorê ya li rojhilatê Firatê parçe bikin. Ji bo vê jî em ê destûrê ji kesî wernegirin.” Erdogan ji bo vê armanca xwe jî Girê Spî weke ‘devera ku divê teqez bê kontrolkirin’ destnîşan kir.

Di gava duyemîn de jî dewleta tirk dixwaze xwe bigihîne Eyn Îsa. Bi têkbirina Eyn Îsa re ku paytexta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dixwaze xwe bigihîne Reqayê. Lewma dixwaze Kobanê, Cizîrê, Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê ji hev qut bike.

Gel xwe ji bo berxwedanê amade dike

Dewleta tirk ji bo dagirkeriyê amadekariyan dike lê rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo vê yekê asteng bike karên dîplomatîk dike. Li aliyê din hêzên xweparastinê yên herêmê û gel jî li dijî êrîşên dagirkeriyê xwe ji berxwedaneke mezin re amade dikin.

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de ragihandibû, ger êrîşek bê kirin wê şer li qadeke ji 600 kîlometreyî belav bibe.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku li gel hevdîtin û danûstandinên dîplomatîk, ger êrîşek li dijî wan bê kirin, gelên herêmê bi salan e çi dike wê careke din heman tiştî bikin, wê li ber xwe bide û ew jî amadekariyên xwe bi her rengî dikin. Xelîl wiha jî got; “Em ew hêz in ku DAIŞ têk biriye. Bila kes nebêje ku em ê bi hêsanî dest ji herêmê berdin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla: Nameyek ji Zarokên rojê re

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Qirş û Qal

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Qirş û Qal

ANALÎZ - Qirş û Qal

TAYBET – Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!

TAYBET - Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Parîsê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.