Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!

"Piştî ku operasyona ‘Pençe-1’ vala derket, dewleta tirk navê operasyonê hejmarekê lê zêdekir û kir ‘Pençe-2’. Lê encam dîsa wek ya Pençe-1 bû, artêşa dagirker bibin ket. Dema li Başûrê Kurdistanê dewleta tirk tengav bû û binkeftina li du binkeftiya jiyan kir, ev car berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û gefên xwe ên êrîşê dûbar kir."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/08/2019 - 0:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
TAYBET – Xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

“Li dijî destekftiyên gelê Kurd ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û li dijî Şoreşa Gelan gefên dewleta Tirk a dagirker xwe dûbare dikin. Pîlansaziyên şer li dijî gel û ewlehiya herêmê tên çêkirin. Rejîma Erdogan-Bahcelî ji bo berfirehkirina sinorê xwe û pêk anîna xeyalên xwe ên osmanî serî li her rêbazê dide. Ev rejîm dagirker dixwaze wegere sinorê Misak-i Milli. Ev rejîma dagirker li her qadê li dijî Gelên Rojhilata Navîn şer îlan kiriye û kiryarên xwe bi destên çeteyên xwînmêj dixin meryetê. Dema DAIŞ, mutefikê dewleta tirk a dagirker li Rojava û Sûriyê têk çû, dewlet necar ma artêşa xwe a dagirker bixe nava axa Rojava û Sûriyê. Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser Efrînê, destwerdana wan li ser Îdlîbê, bi êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê û xwesteka wan a ketina Kerkûkê ev xeyalên osmanî dîsa derxist rûye rojê.

Dewleta tirk a dagirker bi riya Şerê Taybet, bi berovajî kirina dîrokê û derewên xwe wusa dide nîşandan ku tevahî Rojhilata Navîn erdê wan e. Bi pêşxistina netewperestiyê û qirkirina gelên din dixwaze hebûna xwe li ser lingan behêle. Çawa rejîma İttihat Terakki gelê Romî, Pontos, Ermen, Suryan û Kurd ji ber ku ne tirk an jî ne misliman bûn di komkujiyan re derbas dikir, îro jî rejîma Erdogan-Bahcelî ev siyaseta qetlîamê dide meşandin.

Li dijî wan kiryaran hertim Serhildan û Raperînên Gelan çêbûnê, lê ev ji ber baş nedihat birêxistinkirin an jî ji ber îxanetên bêbext hertim bi xwînê hatine tevîsandin. Îro jî taybet rejîma Erdogan-Bahcelî têkoşîna gelê Kurd ji bo xwe û armancên xwe ên osmanî wek xeteriyek mezin dibine. Ji ber vê jî êrîşî her tiştî ku bi navê Kurdewarî hene dike. Ev rejîm eşerek dibeje, ger ez koka Kurdan tune neke, ezê nikarî be xeyalên xwe ên osmanî pêk binim. Ji ber vê jî hemû îmkanên xwe birêxistinkiriye, aboriya dewletê xistiye bin xizmeta artêşê.

Li dijî ev êrîşên qirker, faşîzan û paşverû gelê Kurd bi hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşînek hevpar derxistiye holê. Zêdetir 40 salî têkoşîna topyûn li dijî kiryarên dewleta tirk û rejîma dagirker tê meşandin. Bi felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têkoşîna hevpar veguherî bihara gelan û Şoreşa Rojava derxist holê. Şoreşa Rojava ku wek Şoreşa Gelan tê zanîn ji bo tevahî cîhanê buye mînaka jiyana demokratîk û hevpar. Sîstema netew dewlet ku bingeha wê faşîzme li tevahî cîhanê xetimandinên civakî, siyasî, aborî û ekolojî bixwe re aniye. Sîstema Netewa Demokratîk û paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadixwaz a jinê wek xeta sêyem hem li Sûriyê û tevahî cîhanê buye rêka yekane ji bo çareseriyên krîzên heyî. Dewletên netewperest bi piştgirîdayîna deweleta Tirk a dagirker dixwaze hebûna xwe biparêzin. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk a dagirker êrîşî paradîgma û destkeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê dike.

Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê jî bi vê re giredayî ye. Li kiderê jiyana demokratîk û komunal hebe, dewleta tirk a dagirker êrîşî wir dike û şer û kuştinê li ser herêmê ferz dike. Gelê herêmê di çarçoveya Parastina Cewherî li dijî wan kiryarên faşîzane disekînin û bi berxwedaniyek mezin destkeftiyên xwe diparêzin. Bi perspektîfa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya Şerê Gel ê Şoreşger, gelê herêmê hêza xwe birêxistin dike, da ku xwe li hemberî wan êrîşan biparêzin.

Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker û operasyonên qirker yên dewleta tirk bi berxwedana hêzên Gerîla bêencam bû. Gerîla destpêkê li herêmên wek Xakûrkê, Metîna û Bradostê bi kêm derfetî li dijî êrîşên ku bi teknîka pêşketî pêk hatin li berxwe dan û herêmê ji dagirkeriyê parast. Piştî ku operasyona ‘Pençe-1’ vala derket, dewleta tirk navê operasyonê hejmarekê lê zêdekir û kir ‘Pençe-2’. Lê encam dîsa wek ya Pençe-1 bû, artêşa dagirker bibin ket. Dema li Başûrê Kurdistanê dewleta tirk tengav bû û binkeftina li du binkeftiya jiyan kir, ev car berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û gefên xwe ên êrîşê dûbar kir. Ciwan û Gelên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji hêza xwe û perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bawer in. Li dijî xeyalên Erdogan ên osmanî wê Gel û Ciwan xwedî berxwedanek mezin bin. Hêz û Baweriya Gel û Ciwanan di wê astê de ye, ku xeyalên osmanî yên Erdogan, wê tenê weke xeyal bimînin!”

NC/Hamza Munzur

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Qirş û Qal

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehbayê li dijî gefên dewleta dagirker a tirk meşiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehbayê li dijî gefên dewleta dagirker a tirk meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehbayê li dijî gefên dewleta dagirker a tirk meşiyan

Arêtşa Tirk a dagirker gundên Şera topbaran dike

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê li dijî tilyakfîroş çalakî lidar xist

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Almanya ji xwendekarên Kurd çalakî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.