Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HDP’ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand

HDP'ê encama Konferansa Rêxistiniya Navendî ya 1'ê ku ji 40 bajarî, ji 7 herêman bi tevlêbûna 600 delegeyî 3-4'ê Tebaxê pêk anîbû, ragihand.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/08/2019 - 15:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HDP’ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – HDP’ê encama Konferansa Rêxistiniya Navendî ya 1’ê ku ji 40 bajarî, ji 7 herêman bi tevlêbûna 600 delegeyî 3-4’ê Tebaxê pêk anîbû, ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin li gel ku partiya wan ji pêvajoyên zehmet û zextên giran derbas bûye jî, di her fetloneka krîtîk a siyasî de rola xwe ya demokratîk listiye û ev di hilbijartina dawî ya xwecih de berbiçav xuya kiriye ku di siyaseta Tirkiyê de HDP diyarker e û aktoreke demokratîk e.

‘HEVKARIYA AKP-MHP’Ê KRÎZÊ TÎNE’

Bi berdewamî hate gotin Tirkiye bi hevkariya AKP-MHP’ê ketiye nav krîzeke giran a siyasî û aborî û ev tifaqa AKP-MHP’ê bi şer, dagirkerî, talan û pergala mêtinger diwaze heq ji vê krîzê derkeve.

‘EM Ê BERÊ XWE BIDIN NAV GEL’

HDP’ê diyar kir li dijî zilm û zordariya faşîzan ew ê berxwedanê geş bikin, berê xwe bidin gel û wiha heq ji kêmasiyên xwe yên rêxistinî derkevin, ew ê demokrasiyê, aştiyê, li kargehan, kuçeyan û hemû qadên jiyanê ava bikin, bi vê hişmendiyê wê daxwazên hemû beşên civakê yên demokrasiyê, sosyal û ekolojîk bikin mijara têkoşîna hevpar.

‘TIFAQA DEMOKRATÎK’

Di encamnameya konferansê de her wiha hate gotin, ”Em ê tifaqa demokrasiyê bi hêzê demokrasiyê re pêk bînin”, hêrs û helwesta gel a li dijî tifaqa AKP-MHP’ê hate bibîrxistin û hate gotin peywira ku dikeve ser wan ew e, bikin ku hêzên muxalefetê bi xwe bawer bin û helwesta wan veguherînin ser çalakiyê, beşên civakî bikin kirdeyê siyaseta demokratîk û xeta rêxistiniyê ava bikin.

‘ŞÊWAZA JINÊ DI NAV PARTIYÊ DE DÎSA WÊ WERE XURTKIRIN’

Di encamnameyê de hate gotin, hatiye tespîtkirin ku xeta azadîxwaziya jinê û wekhevîxwaz ji hêla hişmendiya nêr ve li nav jiyana partiyê, di lijneyan de û di jiyana rojane de hatiye qelskirin, mehandin û hewl tê dayin ku ev xet were paşxistin û hate diyarkirin, li dijî vê hişmendiya nêr a ku di nav partiyê de xurt dibe, wê têkoşîn bi biryardarî were kirin, şêwaza jinê li nav partiyê dîsa wê were xurtkirin.

Bi domdarî hate gotin di serdema nû ya rêxistinê de ji bo ku rêxistniya xwecih a civakî, rêxistiniya demokratîk a ji cih b cih were, divê jin di nav partiyê û civakê de werin rêxistinî kirin û di serî de pergala hevseroktiyê, ji bo temsîla wekhev û jin di nav jiyana partiyê de çalak bibin li dijî hişmendiya nêr wê bi biryardarî têkoşîn were kirin.

‘BÊYÎ CIWANAN EM NIKARIN RIZGAR BIBIN’

Li ser rola ciwanan jî hate gotin, ”Ciwan civakê digihînin dahatuyê. Xeteke siyasî ya ku dînamîzma ciwanan ne aktîf e, nikare xwe jê xilas bike ku nekeve nav pergalê. Ji bo geşbûna rêxistiniya ciwanan ku wê civakê bigihînin dahatuyê û ji bo geşbûna Meclîsa me ya Ciwanan ku wê têkoşîna vê ya aktîf bide, em ê bi biryardarî her cure destekê bidin têkoşîna heyî.”

‘HDP PARTIYA HÊVIYÊ YE’

Her wiha hate gotin, ”Di demeke wiha de ku dîrok xwe ji surprîzên wiha re hazir dike ku dika siyasetê serûbinî hev dike, em ji peywirên mezintir re, ên li ber dêrî hazir in. Em careke dî dibêjin, HDP partiya hêviyê ye û wê were.”

‘HEMÛ PARTÎ JI BO AŞTIYA CIVAKÎ BI BERPIRSYARÎ RABIN’

Di encamnameya Konferansê de hate gotin ,”Li ser mijara demokratîkbûnê û çareseriya pirsa Kurda ji ber berpirsyariya siyasî û dîrokî divê hemû derdora helwesta xwe nîşan bidin. Di serî de CHP, hemû partiyên li Parlamentoyê û derveyî Parlamentoyê, em bang li wan dikin ku ji bo aştiya civakî bi berpirsyarî rabin, li dijî polîtîkayên şer tevbigerin.

‘JI BO AŞTIYÊ HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE PIR GIRÎING IN’

Di demeke wiha de ku dewleta Tirk gefan dixwe ku Rojava dagir bike, di encamnameya konferansê de hate gotin,”Deklarasyna 7 xalî ya ku Rêzdar Ocalan dema ku 2’yê Gulanê di hevdîtina parêzeran de bi raya giştî re par ve kirî, ji bo çareseriya pirsgirêkan pir girîng e. Em careke dî diyar dikin, ji bo çareseriya pirsgirêkan û aştiya herêmê pir girîng e ku Rêzdar Ocalan bi parêzer û şandeyên siyasî re hevdîtinan bike.”

‘PARLAMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ DIVÊ BL LEZGÎNÎ BIBE XWEDÎ HELWEST’

Herî dawî hate gotin ,”Li dijî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê û dorpêçê ya van demên dawî û li dijî êrîşên dersînor ên Tirkiyê divê Parlamentoya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi lezgînî bibe xwedî helwest. Ev helbest ji bo pevçûneke navxwe ya Kurd çênebe û ji bo avakirina Yekîtiya Netewî ya Demokratîk hewce ye. Ji bo Kurdan Yekîtiya Netewî ji partiyan û ji şexsan wêdetir e. Ji bo vê, ji bo ku rageşiya di navbeyna Kurdan de bi dawî bibe peywireke dîrokî ye ku her kes bi berpirsyariya xwe rabe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Li Babê teqîn: 2 çeteyên dagirker birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Babê teqîn: 2 çeteyên dagirker birîndar bûn

Li Babê teqîn: 2 çeteyên dagirker birîndar bûn

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Wanê bersiv da êrîşên dagirkeran

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê li Wanê bersiv da êrîşên dagirkeran

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Amed Hênê erdhej

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Karajê ser piya ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Piştgiriya Jinên Ciwan Perwerdeyê ya Dirûtinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.