Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Xakurk û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê li Xakurkê li dijî leşkerên ku li dora Gundê Mislokê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Li Dêrsimê jî çalakî hate lidarxistin, 8 leşker û 2 endamên MÎT’ê hatin kuştin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/08/2019 - 17:51
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Çima Zap?
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û kitekitên çalakiyên li Dêrsim û Xakurkê eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 3’ê Tebaxê saet 07:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku dixwestin li derdora gundê Mîslokê bicih bibin çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin û 3 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û li derdora gundê Mîslokê jî paşve vekişiyan.

Heman rojê saet 09:00’an hêzên me li dijî leşkerên ku dixwestin li Girê Şehîd Sarya bi cih bibin çalakiyeke sûîkastê lidarxist. Di çalakiyê de yekîneyeke dijmin hate hedef kirin, 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hawanan herêm bê seruber topbaran kir.

Roja 4’ê Tebaxê (îro) saet 10:10’an hêzên me yekîneyeke operasyonê li tengava Ermûşê kir hedef. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin yên di vê çalakiyê de nehate testpîtkirin.

LI DÊRSIMÊ 8 LEŞKER Û 2 ENDAMÊN MÎTÊ HATIN KUŞTIN

Roja 2’ê Tebaxê saet 09:20’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî konvoyekî artêşa TC’ê ya dagirker ku sewqiyat ji bo qereqola Aûmtka ya navçeya Xozat a Dersimê dikir çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di konvoyê de wesayîteke zirxî ya tîpa kirpî û wesayîteke ku endamên MÎT’ê tê de bûn rûxandin, qasî hate tespîtkirin 8 leşker û 2 endamên MİT’ê hatine kuştin û 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopteran bêseruber herêm bombe kir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.

LI GEVERÊ 6 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 24’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi pêşengiya kontrayê bi navê Serdar Şahîn li herêma Geliyê Êlê yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Heman rojê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şer derket. Di vî şerî de 3 hevreyên me li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Roja 25’ê Tîrmehê saetên sibê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 3 hevreyên me şehîd bûn.

LI DÊRSIMÊ OPERASYON

Artêşa Tirk a dagirker di meha Hezîranê de li Dêrsimê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Ev operasyone bi qasî mehekê domiyaye. Kitekiyên vê operasyonê wisa ye:

Di 11’ê Hezîranê de li nêzî gundê Hirsizpinarê hêzên me yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe. Hêzên me di heman rojê saet di 20.30’an de li van leşkeran dane. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Lê tê diyarkirin ku hejmara leşkerên mirî û birîndar zêdetir in. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî gihiştine baregehên xwe.

Di 19’ê Hezîranê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Rabatê bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer çêbûye. Di van şeran de hevalekî me şehîd bûye û hevalekî me yê ku birîndar bûye, ji bo ku bi birîndarî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye. Kesê bi navê Destan jî radestî yekîneyên dijmin bûye.

Di 23’ê Hezîranê de jî li nêzî gundê Zamekê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbûye. Di van şeran de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker a ku ji bejahiyê nekarî biçe ser hêzên me bi helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 4 hevalên me şehîd bûne û kesê bi navê Sason jî radestî yekîneyên dijmin bûye.

Di operasyonên meha Hezîranê de, li hin deran leşkeran xwe bi paş ve vekişandine û lê li qadê yekîneyên veşartî hene. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re were eşkerekirin.

Di 18’ê Tîrmehê de li qada gundê Şakakê ya Dêrsimê artêşa Tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de balefirên artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûne. Di heman rojê de operasyon ji qadê hatiye vekişandin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk aniye.

Di 2’ê Tebaxê de saet di navbera 20.00 û 20.30’an de balefirên şer derdora gundê Rosê yê Heftanînê bomberdûman kiriye.

Di heman rojê de saet di 22.30’an de qada Şehîd Kendal a di navbera Qilebana Şirnexê û Herêma Heftanînê hatiye bomberdûmankirin.

Di 3’ê Tebaxê saet di 23.00’an de balefiran şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Yekmalê yê Garê bomberdûman kiriye.

Ji ber bomberdûmana van deran xisareke maddî li bax û baxçeyên gelê herêmê pêk hatiye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRE: Li Cindirêsê 2 çete hatin kuştin

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir

ANALÎZ-Qîre qîra faşîzma TC’ê û hewldanên dawî

Serçete Erdogan gefên xwe dubare kirin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.