Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: ‘Qêrîna Wijdan Dihate Guhê Min’

"Di demên bihûrî de gava ku zarok diber goristanekê re derbas bûbane fatîhek dixwendin, digotin gunehe em nexwînin, lê belê wê rojê ciwanên me li ber gorên hevalên me yên şehîd wêne dikişandin. Tenê dayîk û bavan fatîhe dixwendin. Min dîmenekî gelekî bi êş dît, ew dîmenê dayîkeke ku li ser goristana hevalên me rondik dibarandin. Ew dîmen gelekî li zora min çû ji ber ku li ser goristana şehîdan rondik nayên rijandin, lê belê soza têkoşîne tê dayîn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/07/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: ‘Qêrîna Wijdan Dihate Guhê Min’
ParvekeTweet

Dunya Cemîl

“Gelo bi kîjan peyv, wêne û bi kîjan zimanî ez hinek rastiyan bînim ziman, yên ku hestên min bixwînin wê di van rastiyan de xwe bidin qenaetkirin. Ji bona gelê Kurd dibêjin heyanî tiştan bi çavê xwe nebîne bawer nake, lê belê ez jî dibêjim gelê Kurd ji hinek rastiyan nedûre û bedewbûna welatê xwe dizan e. Bi qasî ku têxwestin li ser pîrozbayî û bedewbûna Kurdistanê nehatiye nivîsandin, lê belê hunermendên Kurd di zargotinên xwe de ev bedewbûn bi lêvkirine. Dayîk û bavên Kurd bi rondikên çavên xwe, zarokên Kurd bi hêviyên xwe bedewbûna vê xakê anîne ziman, ez jî dixwazim bi hestên xwe vê bedewbûnê bi lêvbikim. Berî ku ez destpêbikim ez dixwazim ji were mînaka kalikê xwe bidim. Kalikê min ji ber dijmin dev ji xaka xwe berdabû û berê xwe dabû xerîbiyê, lê belê ti carî nikarîbû jibîr bike. Di quncikan de rondik ji çavên wî dihatin xwarê û gava li stranên gelêrî guhdar dikir axînî bi dilê wî diket. Eger her sal neçûbane ziyareta Mardînê hedan û sebra wî nedihat. Gava ku diçe ser dilovaniya xwe çavên wî vekirî dimînin. Em gelekî ji van rastiyan biyanî bûn û me wate nedida êşên ku bav û dayîkên me dikişandin. Her ku ez rastiya çiyan nasdikim ew roj têne ber çavên min û ez bi hurmet nêzî wan bîranînan dibim.

Em li mijara xwe vegerin û ez destbi gotine hinek rastiyan bikim. Ev çend salin ez beşdarî nava refên gerila bûme, lê belê min herdem hinek pirs ji xwe dipirsîn “gelo çima ez nikarim bi çav û dilê bav û dayîkên xwe li Kurdistane binêrim? Gelo zîhniyete pergala sermeyedar destor nade min ku ez bedewbûna çiyan bibînim û jidil hembêz bikim? Piştî ku min bi salan di çiyan de têkoşîn kir û bedewbûna jiyanê dît, wê demê ew hestên welatparêziyê di min de pêşketin û cihê her perçekî Kurdistane û mirovên ku tê de jiyandikin di dilê min de çêbû. Gava ku ez geriyam min ew biyanîbûna ji welat di çavên ciwanên Kurd de dît. Ez çûme ziyarete herêma Heftenîn min gelek ciwanên ku rastiya welatê xwe nasnakin, dîtin. Dibe ku hûn bipirsin te di çi de ev rastî dîtin? Ezê bibêjim min di çav û sîmeyên wan de ev rastî dît û hîskir. Her kolaneke ku ez tê de digeriyam min ciwanên Kurd didîtin, dilê wan gelekî germ bû û bi coş bûn, lê belê hesabê pêşerojê nedikirin, ji xwe re nedigotin dijmin dixwaze vê xakê dagirker bike, gelo em çibikin? Gava ku dihatin ziyareta goristana şehîd Cîger, mîna cihekî şahiyê li goristanê dinêrîn, lê belê ji xwe nedipirsîn wê çawa xwedî li xwîna van mirovên ku di bin axê de ne, derbikevin. Yan jî meraq nedikirin her hevalek çawa şehîd ketiye û xwedî kesayetekî çawa bû?

Di demên bihûrî de gava ku zarok diber goristanekê re derbas bûbane fatîhek dixwendin, digotin gunehe em nexwînin, lê belê wê rojê ciwanên me li ber gorên hevalên me yên şehîd wêne dikişandin. Tenê dayîk û bavan fatîhe dixwendin. Min dîmenekî gelekî bi êş dît, ew dîmenê dayîkeke ku li ser goristana hevalên me rondik dibarandin. Ew dîmen gelekî li zora min çû ji ber ku li ser goristana şehîdan rondik nayên rijandin, lê belê soza têkoşîne tê dayîn. Berî ku ez jibîr bikim ez dixwazim ji were bêjim gava ku min ew ciwan didîtin, rojên min yên ciwanî û nezaniyê dihatin bîra min. Nezanî di kîjan wateyê de ez didim bikaranîn; di wateya dîroka xwe nenaskirin û ji nirxên civaka xwe dûr jiyankirin de, ez didim bikaranîn.

Di goristana Şehîd Cîger de gorên gelek hevalên şehîd hebûn, gava ku ez diber re derbas dibûm çokên min direcifîn û dihate bîra min wane canê xwe fedayî vê jiyanê kiriye, lê belê ezê çawa fedabikim? Jidilê min dihat ez fatîhekê bixwînim. Sebra min bi wana dihat û min her dixwest ez li gel wana birûnim.

Rastiya ku min dixwest ez we tê de bidim qenaet kirin eve; pêwîst nake ku em vegerin dema bihûrî heyanî em dîrokê nasbikin, mîna Rêber APO gotî “dîrok di roja me ya îro de veşartî ye” lê belê kîjan mejî û dil wê vê dîrokê bibîne, ew girîng e.”

Parve Bikin158TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Xiyanet Têk Diçe – 2

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Peymana Lozanê û encamên wê – 2

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Peymana Lozanê û encamên wê – 2

ANALÎZ - Peymana Lozanê û encamên wê – 2

ANALÎZ – Berê sansur hebû niha otosansur heye

ANALÎZ - Berê sansur hebû niha otosansur heye

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.