Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: ‘Em ê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/03/2019 - 13:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
YPJ: ‘Em ê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin’
ParvekeTweet

Fermandariya YPJ’ê diyar kir YPJ’ê bi têkoşîna xwe, yek ji hêmanên herî bingehîn ku di rûxandina DAIŞ’ê de, xwedî bandor bû û roleke sereke di nava QSD’ê de ji bo rizgarkirina herêmê lîst. Her wiha îşaret pê kir ku YPJ’ê karî zêdetirî 600 jin û zarokên êzidî rizgar bikirana. Fermandariyê soz da ku dê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê ji komên çete û dagirkeriya Tirk mîsoger kir.

HESEKÊ – Îro roja Çarşemê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) şahiyek ji bo têkbirina DAIŞ’ê li Hola Werzîşê ya li taxa Giwêran a bakurê bajarê Hesekê lidarxist.

Di şahiyê de fermandar û şervanên YPJ’e, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, partî, rêxistin, saziyên siyasî û yên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hezaran şêniyên herêmê amade bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla şervanên YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre, daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê hate xwendin.

Daxuyanî zimanê kurdî ji aliyê Fermandara Giştî ya YPJ`ê Newroz Ehmed û bi zimanê erebî jî ji aliyê endama Têkiliyên Diplomasî ya YPJ`ê Aytan Şêx Îsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û tevahî şervanên wê, ve em serkeftina dîrokî ya ku me di encama têkoşîna 5 salan de bi dest xist, bi bidawîkirina rêxistina tundraw a DAIŞ’ê li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe wek “Dewleta Îslamî” bi nav kiribû, pîroz dikin. Têkoşîna me ya rizgarkirina axa welat ji destê DAIŞ’ê, 2014’an li Cezayê dest pê kir û gav bi gav li tevahî qadan bi pêş ve çû û di 23’yê Adara 2019’an de li qada Baxozê ala serkeftinê hate hildan.

Ji destpêka 2012’an ve yekîneyên me li hemberî hêzên tundraw ên ku armanc dikir desthilata xwe li ser herêma me çêkin, jin û civakê dîl bigirin, li hember komên ku piştgirya xwe ji hêzên herêmî digirtin ji bo pêkanîna daxwaza wan a desthilatê, di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn. Tevî em hîna di dema avakirin û birêxistinkirinê de bûn, lê li hemberî êrişên ku bi pêş ketin, me wek hêza jinan di hemû çeperên parastinê de wek hêzeke pêşeng cihê xwe girt. Em sozdar bûn ku em erka xwe ya parastina rûmet û hemû nirxên civaka xwe bi cih bînin. Di 2014’an de, li ser herêmên me êrîşên dijwar ji aliyê rêxistina ku di cîhanê de wek hêza herî hovane û tundraw hate naskirin, çêbûn û bi pêş ketin. Lê li Kobanê di encama berxwedaneke dîrokî ya di xeta fedayîtiya Arîn, Rêvan û bi sedan rêhevalên jin de xwe da nişandan, bû destpêka têkbirina DAIŞ’ê. Her wiha ev têkoşîn ne tenê bû têkoşîna parastina herêmekê, bû têkoşîna parastina cîhanekê. Bû têkoşîna parastina jinan, a li ser bingeha xeta parastina rewa û rêgezên neteweya demokratîk.

YPJ’ê bi têkoşîna xwe, yek ji hêmanên herî bingehîn ku di rûxandina DAIŞ’ê de xwedî bandor bû, ji ber ku di eniya parastinê de, yekitiya jinan da çêkirin. Ev yekitî ji jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Çerkez, Aşûrî, Çeçen û Ermen pêk hat. Ev hevbeşî bû çavkaniya îlhamê ji tevahî jinên cîhanê re. Ji welatên cuda bi sedan jinên şereşger li Rojava tev li şoreşa jinan bûn. Di kesayeta Hêlîn a ji Britanyayê, Îvana ya Alman, Lêgerîn ya ji Arjantînê, Deniz a Tirk û Destan a Tirkmen de şoreşa jinan a di Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nasnameya şoreşa jinan a cîhanî hat tacîdarkirin.

Di 3`yê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşa herî hovane li ser gelê me yê êzidî pêk anî. Di encmê de bi hezaran jinên êzidî hatin kuştin û dîlgirtin. Wek yekîneyên parastina jinan, bi fermandar û şervanên xwe ve, ji bo em gelê xwe biparêzin, me xwe gihand Şengalê, me parastina wan kir û wê demê me soz da jinên êzidî, jinên ku dîl ketin destê DAIŞ’ê ku em wan rizgar bikin. Wiha jî gav bi gav me soza xwe pêk anî û di encamê de zêdetirî 600 jin û zarokên êzidî hatin rizgarkirin.

Ev têkoşîn û serkeftin di encama fedakarî, dilsozî, girêdan, bawerî, biryardarî û hêviya bi hezaran şehîdên me de hate bidestxistin. Em kesayetên wekî şehîd Warşîn, Jînda, Şevîn, Bêrîvan, Silava, Barîn, Avesta, Amargî, Agirîn, Sozdar, Roksan û Bêrîtan ên Ereb û bi sedan hevrêyan wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di têkoşîna van salan de 752 şervanên me bi qehremaniyeke destanî şehîd bûn. Her wiha 3 hezar hevrêyên me yên ku em wan wek şehîdên sax bi nav dikin, ji bo mîsogerkirina serkeftinê gazî û birîndar bûn. Ne tenê ev, her wiha bi sedan kes ji gelên sivîl jî şehîd ketin.

Di nav vê pêvajoya rizgarkirina axa welat de, YPJ’ê wek hêzeke pêşeng di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de 52 hezar kilometre çargoşe ji axa welat rizgar kir. Nêzî 5 milyon mirov li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatin azadkirin. Li ser vî bingehî em, di serî de hemû jinên ku li ser asta cîhanê piştgiriya me kirin, tevahî hêz û rêxistinên leşkerî, hêzên ku me bi hev re mil bi mil li dijî DAIŞ’ê şer kir û piştgirî da me û bi taybet hêzên Koalîsyona Navneteweyî, spas dikin.

Weke hêza parastina jinan, ji destpêka şoreşê û heta roja me ya îro, di pêkanîna erka xwe ya parastina jin, civak, ax û hemû destkeftiyên şoreşê de em xwedî rol û mîsyona xwe bûn, ji niha û şûnde jî wek hêza temînata parastina pergala jinan a xweser û hemû nirxên şoreşa jinan, em ê berpirsyariyên ku dikevin li ser milên me, bi cih bînin û parastina gelê xwe li hember êrîşên hundir û derve bikin.

Li vir careke din em vê yekê teqez dikin ku heya em tevahî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûrî tune dikin, heya ku ewlekarî û aramî li vê herêmê mîsoger bikin, dê têkoşîna me her tim berdewam bike.

Di vê dema pêşiya me de, wê têkoşîna me li dijî hemû komên çete û hêzên ku Efrîn dagir kiriye, berdewam bike û em ê ji bo rizgarkirina Efrînê xebat bikin. Ji bo me rizgarkirina Efrînê erkekî wijdanî û exlaqî ye. Ji bo ku em vê erka xwe ya dîrokî li hemberî gelê xwe yê Efrînê bi cih bînin, wek hevrê Barîn, Amargî û Avesta, em dibêjin ev soza me û biryardariya me ye ku em ê Efrînê rizgar bikin.

Li ser vê bingehê em careke din vê serkeftina dîrokî li hemû gelan û jinan pîroz dikin û diyarî tevahî şehîdên xwe û dayikên şehîdan dikin. Em dibêjin, ji niha ve jî wek hêza parastina jinan em ê di erk û peywirên xwe yên neteweyî û parastina jinan de pêşengiyê bikin.”

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bursayê 5 kes girtin û li Mêrdînê 10 kes binçav kirin

Nivîsa Pêş

Dadgeha dagirker biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Guven di roja 102’emîn de ye

Dadgeha dagirker biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê

HPG: ‘Balefirên şer Zap, Avaşîn û Xakurkê bomberdûman kirin, tiştek bi hêzên me nehatiye’

Êrîşên hewayî li Zap û Avaşînê: HPG: 'Zerar negihîşt hêzên me'

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.