Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê: “Egîd Cîlo tim sekneke mînak raber kiriye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/02/2019 - 15:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê: “Egîd Cîlo tim sekneke mînak raber kiriye”
ParvekeTweet

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Egîd Cîlo bi bîr anî.

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Egîd Cîlo bi bîr anî yê ku endam û xebatkarê Komîteya Perwerde û Zimanê Kurdî bû û di 13’ê Sibatê de li Rojava di qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Di daxuyaniya Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em bi xemgînî hîn bûn ku endam û xebatkarê komîteya me Egîd Cîlo di qezayeke trafîkê de şehîd bûye. Bê guman ev xemgînî ne xemgîniyeke wisa ji rêzê ye. Ev encama wateya kûr a fedakariya bêsînor a şêwazê kar û bandora kûr a hezkirina wî ya mirovan a ji dil û di giyanên me de ye.

Rêheval Egîd Cîlo li gundekî bi ser Kercewsa Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Heval Egîd bi malbata xwe ya ku di temenê biçûk de koçberî metropolên Tirkiyeyê bûyî re pêvajoyên zor û zehmet dijî. Ji milekî ve dixebite, ji milekî ve jî xwendina xwe didomîne. Rêhevalê me Egîd Cîlo di nava zor û zehmetiyan de zanîngehê dixwîne, di vê demê de hîn bêhtir Tevgera Azadiyê nas dike û tevlî nava refên wê dibe. Bi qasî 27 salên ku di nava refên azadiyê de bi fedakariya xwe têkoşîneke serkeftî meşandiye.

Heval Egîd weke navê xwe mînaka herî xweşik a di nava refên azadiyê de nîşanî me da ku bi rêhevaltiya herî bi wate re mirov çawa dikare bi şêwaza xebata hilberîner, afirîner û berpirsiyar xwe temam bike û pêk bîne. Rêheval Egîd di heman wextê de hevalekî gazî bû, lê ti carî astengiyên fîzîkî yên ku çavkaniya xwe ji vê rewşa wî digirin nas nekiriye, şêwazê xebateke herikbar daniye holê.

Rêheval Egîd ê ku di perwerdeya Rêber Apo re jî derbas bûye bi vî awayî behsa Rêbertî û wê pêvajoyê dike, “Dema ku Rêbertî mirovan perwerde dike wan ber bi lêpirsîna kûr a kesayetiyê ve dehf dide û pirsên weke ‘Ez kî me, çi me, çawa me, heya niha min çi bi çi awayî jiyana xwe domandiye, wê demê divê ez çawa bijîm? dide pirskirin. Kî dibe bila bibe Rêbertî hêz dide kesên ku perwerde dike û vê hest û hêza ‘Ez dikarim her tiştê ser bixim’ pê dide qezenckirin. Ango di mirov de jixwebawerkirin, îradebûyîn û hêza ber bi serkeftinê ve çûyînê dide avakirin.”

Rêhevalê me beşeke mezin a jiyana xwe ya şoreşgerî di qada ziman û perwerdehiyê de bi xebatên serkeftî tacîdar kiriye, bi taybetî jî di qada Zimanê Kurdî de bi girêdana xwe ya welatparêzî bi salên dirêj û bênavber xebat meşandiye. Di nivîseke ku nivîsandî de behsa, divê helwesta derbarê perwerde û zimanê Kurdî de çawa be kiriye.

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jî Heval Egîd di nava şoreşê de cihê xwe girt, li vir jî bi taybet di sazîbûna xebatên perwerde û zimanê Kurdî de bi kedên mezin têkariyên xwe pêk anî. Ji bo gihandina hezaran mamoste û deh hezaran xwendekaran bê navber xebat meşandiye. Şêwazê wî yê kar ê herikbar, bi sebir û afirîner; rêhevaltiya wî ya germ, bi jêhatîbûn û şêwazê xwe yê pêşxîner û perwerdekar tim sekneke mînak raber kiriye.

Bi rastiya keda pir mezin a ku heval Egîd di nava 27 salan de meşandî têkariyên girîng ji deryaya nirxan a Tevgera me ya Azadiyê re daye çêkirin. Ji bo me jî li ser navê bedewî û berpirsyariya rêhevaltiyê, mîras û daneheveke dersan hiştiye.

Di vê wateyê de tişta ku dikeve ser milê me ango ser milê rêhevalên wî jî ew e ku; heya bigihêjin serkeftinê, keda Heval Egîd û bi hezaran şehîdên azadiyê bilind bikin, pêş bixin û mezin bikin. Li ser vê bingehê di serî de ji malbata wî ya welatparêz û hêja re, em ji hemû gelên Kurdistanê, heval û rêhevalên wî re sersaxiyê dixwazin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berîtan Asya: ” Di vê konferansê de îradeya hevpar a ciwanan li dijî dewletan derkev e”

Nivîsa Pêş

AKP’ê faşîst polîs û çawişên pîspor li şarederiya Wan’ê cih kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
AKP’ê faşîst polîs û çawişên pîspor li şarederiya Wan’ê cih kir

AKP'ê faşîst polîs û çawişên pîspor li şarederiya Wan'ê cih kir

Şervanên QSD’ê komek sivîlên din ên Baxozê rizgar kirin

Şervanên QSD'ê komek sivîlên din ên Baxozê rizgar kirin

Manşet

  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiya YPG li dijî artêşa Tirk

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Artêşa tirk a dagirker têk diçe: Gerilla di meha Gulanê de 139 leşkerên dagirker kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şengal dê destûr nede fermaneke din: Nobed di roja 99’an de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerê Gelê Şoreşgerî – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê perwerdeya xweparastinê dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.