Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET- Komplo çi ye di dîrokê de çawa pêş dikeve?

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/02/2019 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
TAYBET- Komplo çi ye di dîrokê de çawa pêş dikeve?
ParvekeTweet

Bi vî rengî em fêrbûn xwe bi êşên xwe xulik bikin. Ji ber ku em her çi qasî negihiştibin rojê jî, lê belê em di derdorî roja biriqandî ve mezin bibûn, û me tîna rojê vexwar û bûn şitla azadiyê. Û weke gulberoja me berê xwe da vê tavî.

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi giştî komplo bi awayekî li ser nixumî û bi xayintî tişta li hemberî xwe tune kirin, qedandin, perçe kirin û talan kirin e. Bi gelemperî hemû jî li pişt de lêdan e. Tu komplo eşkere naye kirin. Bi destê hinka kirin. Bi gotinekî din komplo ji bo kesên ji xwe re qurban helbijartine ji bona wan kemîn vekirine. Ji xwe ev kar di nava xwe de kurnaztî, hîle, şîdet, kuştin, zorbatî, desteserde girtin, dorpêçkirin û hemû tiştê neyînî li xwe kom kiriye. Bê guman avaya nîşaneya mirov ji zeka hestiyarî durketine. Ji zekaya hestiyarî ve qut zekaya analîtîk wisa werimandine ku wî kirine weke hutekî û her tiştî daye ber xwe û di bin piyê xwe de dipelçiqîne.

Di dîrokê de hîna ne pergal be jî, lê belê ew kemîna despêkê ku ji bo sewala hatiye çêkirin, bûye bingehê komplo. Ji bo nêçîra xwe ew ke­mî­na hate a­v­ê­tin îro bû­ye kemînekî li hem­­ber he­­­mû mirova­tiyê. He­mû mirovan bi vî awayî yek bi yek, reng bi reng nêçîr dike. Te­nê ne mi­ro­van ba­we­­riyan jî, nir­­xên mirovatî jî û giştî pêşeroja mirovahî, xeyalan, daxwazan, hesretan û hemû tiştên xwezayî nêçîr dike. Ew kesên ku xwe kiribûn xweda bi hemû hukme xwe ferman raber kiribûn. Siya wan tirs, xof û bêhêvîtî belav dikir.

Rêbertî awayekî bi plan û bi pergal pêşketina komplo yekem car li hemberî xwedavend Îştar çêbûyîna wî pênase dike. Desthilatdariya zilam plansaziya kemîna xwe re kurbanê yekem jin helbijartiye. Bi vî awayî hîle û xapînokan 104 ME yê Înana dizîn, weke despêka komplo tê nasîn. Bê guman jin ne tenê ji komploya ku li hemberî wê pêş dikeve bi bandor dibe. Ji ber ku jin di hemû komployan de darbe dixwe. Tu dixwazî komploya aborî be, tu dixwazî sîyasî be an jî leşkerî û çandî be ferq nake. Di hemûyan de jî herî zêde jin tê pelçiqandin û jin tê hedef girtin. Ji bona wî navê komplo çibese bila bibe di vê mijarê de ê ku herî dar­beya xe­dar di­xwe jin bi xwe ye. Ji de­ma komp­loya li ser xwe­­da­vend İştar çê bûye şun­de komp­­lo bi fêlê xwe­­yî a xerap her li ser merîyetê bû. Bi rêka jinê ve giştî civak xistina vê kemînê plan dike û rastî jî, di vî plana xwe de ser dikeve. Îro hemû mirovahî di vê kemînê de gotin di cihê xwe de be ji ber kul û derdan nale nala wî/wê ye. Ji xwe dîroka Kurdistanê seranser bi komployan tije ye. Raperînên gel bi komp­lo radikin ser piyan û dîsa bi komployên naye aklê tu kesan jî, van raperînan dide fetisandin. Kurd jî ev kemînên hatiye hunandin bi awayekî bê xeber û bi wêrek gav davêje. Bi vî rengî xwe di na­va kemînan de wenda dike. Ji ber ku mijara me a sereke ne eve em na­xwazin van tiştana zê­de pênase bi­kin.

“Ma ne ew destên qirêj bû ket qirika Şems wî ji eş­qa fêrbûyînê dur xis­te”

Vê carê ka em lê bi­­nêrin gelo ke­sên komplo­­ger kî ne û ça­wa ne? Kî di­xwaze der­veyî hêza xwe hakîm bi­ve ew ji komplokirinê re vekiriye. Û dîsa ew ê ku hêza xwe awayekî xerap bi kar tîne jî li ser fêlê komplogerîyê de ye. Avaya jî bo ku piçek heskirin di dilê wî de hebe bi çavtarî, bi kîn û bi xayîntî pêk tîne. Li gel me kesên wisa re dibêjin zikreş. Hingî nebaş difikirin ji qehra nava wan reş bûye. Ji xwe kesên zikreş rûreş ji komplo kirinê her dayîm heya dawîyê vekirî ne. Piça rehm di nava wan de nîne. Pir veşartî şûrê xwe dikişînin û dest davêjin qirika yekî. Ev jî bêrûtiya herî mezin e. Ji ber rûyê xwe vedişêrin bê rû ne. Ma kesên rûreş dikarin rûyê xwe eşkere bikin? Bê guman an xwe dirû (lê êdî dirû jî nemaye bi hezar rû) dikin an jî rûyê xwe vedişêrin.

Komploger her çiqas karekî qirêj mezin û kirêt bikin jî lê belê ew tucar bi cireet nînin. Her dem bi veşartî karê xwe li pişt însanan dikin. Şûrê wan di dest wan de û dilopa xwînê li ser serê şûrê diniqute. Ew di tarîtiyê de ne. Ji ber ku taritî para wan e. Wek tu têkeve nava wan çilçile xwe li bin guhê mirovan dixin. Ma ne ew destên qirêj bû ket qirika Şems wî ji eş­qa fêrbûyînê dur xis­te. Îbra­hîm xist nava a­gi­rê do­­jehê û xwestin wî di çavan de bi­he­lînin. Lê, agir bû gol û dar bû ma­­sî. Ev çî­rok ji Ha­bîl û Ka­bîl’an despê kir. Û çû heya Neron, bajaran şewitand. Bû Hîtler Yahudîyan giştî da ber agirê dojehê. Û her wiha dîroka komplogeran pir dudirêj e.

“Komploya 6’ê Gulanê ji aliyê hevala Zîlan ve hate vala derxistin”

Li beramberî vaya tevgerên afrîner li dij­berî komployan her dem pêş ketine. Tevgerên azadiyê ruxmê hemû zordariyan heya îro ji tu daxwaz û xeyalên xwe paş de gav nedane. Lê em bala xwe bidinê îro komplo hîn bêhtir zirav bûye. Weke berê ji aliyên hemû kesan ve naye dîtin. Di qirika wan de benê dalikandinê hebe jî dibêjin ev ben benekî ji pembû ye. Heya nemre, ne li ber sikrata be nabîne. Lê weke tevgera APOYÎ em pir kêfxweşin ku komplo çi bese bila bibe evaya di saya Rêber APO ve herdem tê dîtin û ev dîtin dibe malê hemû hevalan. Lê belê tenê dîtin nebese. Di kêleka dîtinê de ji bo em hemû komployan vala derxînin hemû karên dikeve pêşîya me em dikin. Pêwîst bike ji bo vala derketina komplo em canê xwe jî feda dikin. Komploya 6’ê Gulanê ji aliyê hevala Zîlan ve hate vala derxistin. Komploya 15’ê Sibatê bi navê çalekiyên “hun nikarin roja me tarî bikin” ve hate bersivandin. Ji dayîka heftê salî Hatîce Falay û heya keçika 11 salî Zehra Rojhilat hemû li pêşiya komplo bûn mertalek û ji bo roj tîna xwe bide her derî berê rojê vekirî hiştin. Ji bo komplo ser bikeve hemû cîhan xwe kir yek, lê belê felsefa APOYÎ a ku hêza mirov û yekîtiya gelekî pêk aniye li bin nexist. Li hemberî bîrkirinê bû agirê Viyan. Di nava pêlên agir de bilind bû dengê“em jibîr nakin.”Dîsa îro komploya bi navê DAÎŞ’ê hate bikaranîn ji aliyê hezaran Arîn’nan ve hate pûç kirin. Her wiha komplo her berdewame. Lê tişta em jê moral bigirin îro alîgirên komploger hemû xwe bikin yek jî nikarin ser bikevin. Raste em jî pê dêşin, bedelê me jî giran dibin. Lê weke ew armanc dikin na, dijberî wî encam derdikeve holê. Li gorî vî şûna pişta me bişkê pişta wan dişkê.

“Ew jina ku di azadiya xwe de israr dike komplo puç kiriye”

Bê guman komploya 15’ê sibatê em pir pê bandor bûn. Em tucar di navbera jiyan û mirinê de ewqas nesekinîbûn. Jiyan û mirin tucar ewqas nêzî hev nebû. Me tucar tirsa xiyanetê ewqas ji kur ve hîs nekir. Û em tucar neketibûn nav tariyek ewqas reş û bi lanet. Heqîqat tucar ewqas nehatibû perde kirin. Te digot qey em hemûyan hefsî dema qirnê tarî kirine. Em pir pê êşiyan. Evaya hîn jî wisa ye. Lê bandoriya me di asta hestiyarî de weke berê be jî, lê niha em komployê dikin bingeha ders derxistinê. Ji vê demê şunde hêdî hêdî Rêbertî komplo bi me da fam kirin û rêya vala derxistinê nîşanî me da. Û bi vî rengî em fêrbûn xwe bi êşên xwe xulik bikin. Ji ber ku em her çi qasî negîhiştibin rojê jî, lê belê em di derdorî roja biriqandî ve mezin bibûn. Û me tîna rojê vexwar û bûn şitla azadiyê. Û weke gulberoja me berê xwe da vê tavî…

Bi berdewamiya komplo li hember xeta PKK û PAJK hinek komploger ji nava me jî derketin. Îxanet weke siyekî mirov ji xwe qut nake. Lê ê ku rojê bide ber xwe, sîh her dem li dawiya wî dimîne. Lê ê ku pişta xwe dide rojê ew dem sî li pêşiya mirov weke hutekî disekine û pêşîya wî herdem reş dike. Xiyanet tiştekî ne xweşe. Mirov dixwaze herdem tifî li ser çavên wî bike. Berxwedanî xweşe mirov dixwaze eniya wê kesî maç bike. Berxwedanî xelek xelek li hevdû kom dibe. Û weea zincîrekî devê xêrnexwazan kufle dike. Ji ber ku xeta berxwedanî îro bûye xetekî esasî komplo îro vala derketiye. Evaya hîna dema 2009’an de Rêbertî weke mizgîniyek gote “komplo vala derketiye.”

Îro vîna Kurdên  ku her roj di serîhildanan de ye komplo hatiye fetisandin. Ew jina ku di azadiya xwe de israr dike komplo puç kiriye.Ji ber ku proja azadiyê a ku nîvçe mabû berdewam dibe. Û dîsa di kolanên Kobanê û Şengalê de, di şerê gelê şoreşgerî de komplo vala derdikeve. Ji bo wê îro tenê komploger ne li dû me ye, em li dû wan dikevin û ew kesana ji quncikên wan derdixînin û hesabên dîrokî ji komplogeran dixwazin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa Şehîdekî: “Li lûtkeyan bi bask dibim!”

Nivîsa Pêş

ANALÎZ- Wateya Biryara DMME (AÎHM)’yê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ- Wateya Biryara DMME (AÎHM)’yê

ANALÎZ- Wateya Biryara DMME (AÎHM)'yê

TAYBET- “Jinên Ciwan ên Mexmûrê Bang Li Jinan Kirin”

TAYBET- “Jinên Ciwan ên Mexmûrê Bang Li Jinan Kirin"

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.