Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCR’ê bang li Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/02/2019 - 12:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCR’ê bang li Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir
ParvekeTweet

 Koordînasyona Komalgaha Ciwananên Rojhilata Kurdistanê(KCR) bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û komploya 15’ê Sibatê dakevin qadan û got; ” Heta ku pergala Îmralî  parçe parçe nebe pewîste rawestan nebe û hemû Ciwan di vê pêvajoyêde li ser piyan bin û di nav çalakiyan debin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Komalgaha Ciwananên Rojhilata Kurdistanê (KCR) bi boneya 20. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Koordînasyona Komalgaha Ciwananên Rojhilata Kurdistan (KCR) bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku li dijî tecrîdê rabin Ii ser piyan. Her wiha berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgeran jî silav kir.

Daxuyaniya Koordînasyona Komalgaha Ciwananên Rojhilata Kurdistanê(KCR) wiha ye: “Wek tê zanîn di van rojande em dikevin 20. Salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo ye. Hat xwestin ku bi vê komployê îradeya gelê Kurd û îradeya hemû gelê azadîxwaz bê desteserkirin û bê teslîm girtin. Lê li beramberî vê komployê gelê welatparêz û azadîxwaz agirê serhildanê bilind kir û bi dehan ciwanên Kurd bi bedena xwe ev agirê serhildanê geş kirin.  Di serîde di şexsê wan hevalande em hemû şehîdên rêya şoreşê bi bir tînin û soza xwe ya bi rêya wan re dubare dikin.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî beriya 20 salan, helwestê xwe di astek bilind de nîşan da û bi serhildanan ev komplo lanet kirin. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di pêşengtiya jin û ciwanan de xeleka berxwedanê ya li derdora Rêber Apo berdewam zindî hiştin û di vê rêyêde gelek caran bi behayekî herî giran şehîd dan. Xelaka van şahadetan a herî dawî Ş. Dersim Tolhıldan bû. Heval Dersim bi tekoşîna xwe û xebatê xwe xwest komploya li dijî Rêber Apo bişkîne û di salvegera komploya navdewletî re bersivek tûnd bide dagirkeriyê. Lê belê di encama kemînek hêzên dagirker yên Îranê de di 12 Sibatê de li Sine gihîşt asta şahadetê. Li ser vî esasî em di 5. Salvegera Şahadeta Ş. Dersîm bi bîr tînin û di şexsê Ş. Dersîm de em soza serkeftinê didin tevahî şehîdên şoreşê.

Berxwedana heyî dijmin dîn û har dike

Hêzên dagirker û hevkarên wan dixwazin di 20. Salvegera komploya navdewletî, komploya li dijî Rêber Apo bigehînin qonaxek nû. Bi vê yekê tê xwestin ku Serokatî bi tevahî ji gel bê qûtkirin, îradeya gelê Kurd û gelê azadîxwaz bê tinekirin û Kurdistan bi tevahî bê dagirkirin. Bêgûman gelê Kurd li beramber van planên dagirkeran ticar bê deng nema û  îro jî bê deng namîne. Berxwedana ku di pêşengtiya Leyla Guven de destpêkir, niha li çar aliyê welat û derveyî welat belav bûye. Ev yek dijmin dîn û har dike, lê belê hîna jî tecrîda li dijî Rêbertî ne hatiye şikandin û dagirkerî bi dawî ne hatiye. Ya ku tecrîdê bişkîne bilindkirina xeta berxwedanê, ya li her çar parçeyê Kurdistanê ye. Tênê di pêşengtiya ciwan û jinan de heger berxwedanî di astek bilindtir de pêk were, wê tırs û xof bikeve dilê dijmin û ev komplo wê bê valaderxistin.

Divê ciwan ji her salê zêdetir bihêrs bin

Li ser vî esasî wek Tevgera Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) û Yekîtiya Jinên ciwanên yên Rojhilat(YJCR) bangewaziya me ji bo hemû ciwan û jinên ciwan yên Rojhilatê kurdistanê û Îranê ewe ku ji her salê bi hêztir li dijî komploya navdewletî xwedî helwest bin. Tenê hêrsa ciwanan a li kolanan ku bi dengekî bilind li dijî dagirkeriyê û hêzênkomploger bikeve nav çalakiyan, dikare dengê berxwedanê bigehîne Rêber Apo û berxwedanvanên zîndanan. Her wiha dengê xwe bi dengê her çar aliyê kurdistanê re bike yek. Pêwîste bê zanîn ku dijmin herî zêde hêza xwe ji bêndengiya ciwanan û civakê digre. Bêdengiya her ciwanekî ji dijmin re dibe hêz. Heta ku pergala Îmrali parçe parçe nebe pewîste rawestan nebe û hemu ciwan di vê pêvajoyêde li ser piyan bin û di nav çalakiyandebin.

Hêz û îradeya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û ciwanên azadîxwaz yên Îranê wê tecrîdê bişkîne, faşizmê têk bibe û Kurdistanê azad bike.

Em çalakgerên di greva birçîbûnê de silav dikin

Bi vê armancê em çalakiyên greva birçîbûnê ku di pêşengtiya Leyla Guven de destpêkir û li her çar aliyê welat û derveyî welat belav bû silav dikin, her weha di şexsê Ş. Dersim de  hemû şehîdên rêya şoreşê bi bîr tînin. ”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meşa dirêj a Ciwanan li dijî tecrîdê li Yewnanîstanê jî destpêkir!

Nivîsa Pêş

Meşa dirêj a ciwanên Bakurê Suriye û Rojavayê di roja xwe ya duyem de destpêkir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Meşa dirêj a ciwanên Bakurê Suriye û Rojavayê di roja xwe ya duyem de destpêkir

Meşa dirêj a ciwanên Bakurê Suriye û Rojavayê di roja xwe ya duyem de destpêkir

Ji Êlekzeran peyam: “Em jî dixwazin wekî Rojava bikin”

Ji Êlekzeran peyam: "Em jî dixwazin wekî Rojava bikin"

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.