Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

TAYBET- Ber bi 15 Sibatê ve: Leyla Guven çima di greva birçîbûnê de ye?

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/02/2019 - 0:08
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
TAYBET- Ber bi 15 Sibatê ve: Leyla Guven çima di greva birçîbûnê de ye?
ParvekeTweet

Çalakiya ku Leyla Guven’ê ji bo tecrîta li ser Serokê Gelan Ocalan bişkîne destpêkir di Ewropa, Rojava, Rojhilat û cihên cuda ên cihanê bi aliyê Kurdan û hevalên Kurdan guhnedêr nema. Em ber bi 15’ê Sibatê ve diçin. Çalakiya Leyla Guven di vê çarçoweyê de bersivek herî mezin bû.

NAVENDA NÛÇEYAN – Doza li ser Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemêrgê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Leyla Guven’ê hate vekirin 3. runiştina wê di 7 Mijdar 2018’an de 9. dadgeha Amedê ya giran de hate dîtin. Leyla Guven di zindana Amedê tîpa E’yê de dima û xwestin ku bi wesayita rîngê ve bi destbend bînin dadgehê lê Leyla Guven’ê destbend qebûl nekir. Ji ber wê dernexistin dadgehê.

Guven ‘ê çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê wiha ragihand

Guven: ” Min ji perspektîfa Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ku jin di siyasetê de cih bigire îlham girt û bi awayekî aktîf di siyasetê de cih girt. Îro tecrîta li ser Birêz Ocalan ne tenê li ser kesekî ye li ser gel tê sepandin. Tecrît tawanekî mirovahiyê ye. Ez jî wek perçeyek vî gelî ji bo tecrîta li ser Birêz Ocalan protesto bikim dest bî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dikim. Ji îro pê de êdî ez dadgehê de tu parastinê nakim. Heya dad dawiyê nede biryarên bêhiqûq û tecrît ranebe ezê çalakiya xwe berdewam bikim. Ger pêwîst bike ezê çalakiya xwe biguherînime rojiya mirinê jî.

Guven bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danîşînê bû û bal kişande tecrîta li ser Serokê Gelan Birêz Abdullah Ocalan û despêkirina çalakiya greva birçîbûna ya bêdem-bêdorveger ragihand û ji wê rojê pê de 95 roj derbas bû.

Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven’ê li hember tecrîta giran li ser Serokê Gelan Birêz Abdullah Ocalan pêk tê destpêkir di serî de bi aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve hat xwedî derketin. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û got ” Heya Serokê me negihîje şert û mercên azad dijî, azad dixebite emê berxwedana xwe bi moralekî mezin û bibiryar berdewam bikin.” Grevên birçîbûnê li zindanê Kurdistanê û Tirkiyê belavbûye û belav dibe.

Çalakiya ku Leyla Guven’ê ji bo tecrîta li ser Serokê Gelan Ocalan bişkîne destpêkir di Ewropa, Rojava, Rojhilat û cihên cuda ên cihanê bi aliyê Kurda û hevalên Kurda guhnedêr nema.

Çalakiya Guven’ê ya li hember tecrîtê dirêjî Strasbourg’ê bû

Li bajarê Fransayê Strasbourgê 14 Kurdistaniya ji bo tecrîta li ser Serokê Gelan Abdullah Ocalan protesto bikin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.

Greva Birçîbûnê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê pêşiya Konseya Ewropayê destpêkir 14 kes beşdar dibin. Çalakiya greva birçîbûnê bin navê “Înîsiyatifa Azadiya Ocalan” komeke birêxistî hemû raya giştî, Kurd û hemû gelên rojhilata navîn pê hisand. Di danezanê de gotin ” Em bi armanca tecrîta giran û polîtîkayên hişk li ser hevalê bindesta Serok Abdullah Ocalan dawî bibe 17 Berfanbar 2018’a pê de dest bi greva bêdem-bêdorveger dikin. ”

Çalakiya ku Leyla Guvenê ji bo Serokê Gelan Abdullah Ocalan destpêkir êdî çê bû û hêj diçe belav dibe. Li gelek cihê Ewropayê çalakiyê bêdem-bêdorveger û bidem-bidorveger destpêkirin. Kurdistanî û hevalên wan êdî bi tenê rojevekî radizên û radibin. “Tecrîta li ser Serokê Gelan Abdullah Ocalan pêk tê dive bi lez rabe.”

Dengek jî ji Hewlêr ji Nasir Yagiz hat dayîn

Ji çalakiya Guven a ku ji bo Rêberê Gelan Ocalan da destpêkirin re dengek jî ji Hewlêrê dihat: Nasir Yagiz
Nasir, bi silavkirina çalakiya Leyla Guven gotibû; “Ger tecrîda giran a li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan neyê rakirin ez ê bibiryardarî çalakiya xwe bêdem bidomînin.” Çalakiya Nasir 82 roje didome. Nasir tedawiya tibbî qebûl nake. Tenê daxwazeke wî heye ew jî rakirina tecrîdê ye.

Piştre jî li Strasbourgê, Galler û Torontoyê çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi xwesteka rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Ocalan destpêkirin û çalakiya Leyla Guven silav kirin.

Ev xwestek û çalakî jî bi serê xwe vala derxistina Komploye

Xesteka Leyla Guven û çalakiya wê dewleta dagirker a Tirk û serdestiya faşîst a AKP-MHP’ê tengazar kir. Hêza faşîst ji bo vê rewşê derkeve rêbazên şerê taybet xist meriyetê, bi dekan armanca xwe danî holê. Rojeke ku fermiyeta wî tuneye, ji herkesî veşartî birayê Rêberê Gelan, Mehmet Ocalan birin Îmraliyê. Rêberê Gelan Abdulah Ocalan bi birayê xwe re hevdîtineke 20 deqqeyê pêk anî. Di vê hevdîtinê de Rêberê Gelan Ocalan bi gotina “Ne ez, hûn di nav tecrîdê de ne” pêvajoyê anî ziman.

Her çiqas Leyla Guven vê hevdîtinê di çarçoweya polîtîkayên dewleta dagirker a Tirk û serdestiya faşîst a AKP-MHP’ê de dîtibe jî Guven bi hevokên “heya tecrîda mutleq ranebe ez çalakiya xwe bidomînim” cepheya faşîst careke din vala derdiketin. Her roj jî çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin.

Em di rojên salvegera 20’mîn komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ku bi derxistina ji Sûriyeyê ji aliyê dewletên navnetewî ve û bi radestkirina dewleta Tirk ve destpêkir de dijîn.

Bi pêşxistina fikrên netewa demokratîk Rêberê Gelan Ocalan û di Rojava de xwe çalak kir nîşaneya vala derketina komployê ye. Ligel vê Tevgera Azadiya Kurdistan û dostên wan bi pêngavên xwe bi salane li dijî tecrîdê têkoşîna xwe didomîne. Çalakiyên dawî ya greva birçîbûnê jî vala derxistina vê komploya navdewletî tê îspatkirin.

Leyla Guven kî ye

Leyla Guven di sala 1968’ê de ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.

Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.

Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.

Di hilbijartina 2015’ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet. Piştre bû Hevseroka KCD’ê, d, heman demê de di hilbijartinên dawî de bû parlementera Colemêrgê. Lê ji ber ku girtî bû nekare biçe Meclîsê.

Leyla Guven 8’ê Mijdar’ê de ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Piştê ku hat tehliye kirin çalakiyên xwe li mala xwe berdewam dike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên HDP’ê: Em dê bi konferansê berxwedana xwe mezintir bikin!

Nivîsa Pêş

Ciwanên Cîhanê dadikevin qadan: Grev belav dibin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Cîhanê dadikevin qadan: Grev belav dibin!

Ciwanên Cîhanê dadikevin qadan: Grev belav dibin!

Ciwanên Farqînê ji bo protestokirina tecrîdê derketin qadan!

Ciwanên Farqînê ji bo protestokirina tecrîdê derketin qadan!

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.