Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Diyar Xerîb :”Komara Kurdistanê neyarên gelê Kurdistanê tirsand”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/01/2019 - 15:39
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
Diyar Xerîb :”Komara Kurdistanê neyarên gelê Kurdistanê tirsand”
ParvekeTweet

Naveroka Komara Kurdistanê bu sedem ku neyarên gelê Kurdistanê û dewleta Îranê bitirsîne û wisa bifikirin ku ezmûna Komara Kurdistanê desthilata wan têk bibe. Ev jî bû sedem ku ev hêzane bi komployeke bêrehm li dijî Komara Kurdistanê pêk bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb têkildarî salvegera damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad), tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û yekîtiya netewî ji ajansa me re axivî. Xerîb di destpêka axaftina xwede şehîdên Komara Kurdistanê bibîranî û got, “Ez bi rêzdarî hemû şehîdên Komara Kurdistanê û bi taybet jî Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîrtînim. Em soza xwe dûbare dikin ku xeyal û hedefên wan pêk bînin û fedekariyên wan vala neçe.”

Naveroka axaftina Diyar Xerîb wiha ye;

Komara Kurdistanê zemîna demokrasiyê ava kir

Komara Kurdistanê temenê xwe kurt bû, lê di vê dema kurt de ezmûneke baş ji bo birêve birin, demokrasî û mafê mirovan pêşkêşê gelê Kurdistanê û mirovatiyê kir. Ji ber li gorî belgeyan û nirxandinên dost û dijminan, kes ji ber fikrên wan cûdane, mijarên siyasî û rêxistinî, neketine berlêpirsînê û ceza li kesê ne hatiye birrîn. Ev jî tê wê wateyê ku Komara Kurdistanê komarek bû ku hîmê demokrasiyê ji bo hemû kom, pêkhate û riwangehên cûda danî û derfet ji bo wan danî.

Komara Kurdistanê neyarên gelê Kurdistanê tirsand

Naveroka Komara Kurdistanê bu sedem ku neyarên gelê Kurdistanê û dewleta Îranê bitirsîne û wisa bifikirin ku ezmûna Komara Kurdistanê desthilata wan têk bibe. Ev jî bû sedem ku ev hêzane bi komployeke bêrehm li dijî Komara Kurdistanê pêk bînin. Ji ber vê jî beriya ku Komar saleke xwe temam bike, bi dawî hat.

Şahnişînên Îranê yên wê demê ji Komarê ditirsiyan. Di heman demê de hêzên cîhanî jî bûn sedem ku sîstema Komarê hilweşîne ji bo negihijin armanca xwe. Ev tirsa wan bû sedem ku li dijî Komarê komplo pêk were.

Di têkçûna Komarê de sedemên navxweyî jî hebûn

Di têkçûna Komara Kurdistanê de sedemên navxweyî jî hebûn. Beşek ji ew hêzên ku di Komarê de cih girtin, mixabin mirovên (dostên) dema teng nebûn, pişta xwe nedan hêza xwe û gelê xwe, pişta xwe dan derve û çavê wan li hêzên navdewletî bûn. Tevî ku wê demê Yekîtiya Sovyetan (Rusya) piştgiriyê dida û hinek hêzên din jî hebûn ku xwe weke damezrînerên Komarê didan nîşan. Lê dema helwesta hêzên navnedewletî hate guhertin, li dijî komara Kurdistanê komplo destpêkir, pişta xwe dan gel, eniya berxwedanê terk kirin û derbasê eniya dijmin bûn. Hindek jî ji bo xwe paqij bidin nîşan xwe weke bêalî dan nîşan û Komara Kurdistanê, Qazî Mihemed û hevalên wî bi tenê hiştin.

Gelê Kurdistanê şanazî bi pêşewazî Qazî û hevhelwestên wan dike

Ev jî bû sedem ku Komar lewaz be û Qazî Mihemed ûhevalên wî bi tenê bimînin û rûberûyê komployê werin. Lê dîsa jî bi serbilindî pêşwazî li vê rewşa nû kiribû. Weke pêşewa Qazî jî dibêje, “Ez serbilindim û zarokekî serbilind yê welatê xwe, ez ne rûreşim li beramber gel û netewa xwede.” Bêguman gotina wî raste û niha jî gelê Kurdistanê şanazî bi pêşawa Qazî Mihemed û yên bi pêşaware hev helwestbin bikin.”

Wesîyeta Qazî Mihemed yekîtiya gelê Kurd e

Qazî Mihemed di wesîyetnameyek de ji gelê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê daxwaz dike ku yekgirtî bin. Qazî Mihemed vê wesîyetnameyê çend roj beriya were darvekirin nivîsiye. Bangawazî li gelê Kurdistanê dike û dibêje, ‘Birayên min, ewladên min, daxwaz (nesîhet) dikim ku yekgirtîbin û yekbin. Tişteke we ya ji gelên din kêmtir nîne. Gelê Kurd bi yekgirtî karîn mafên xwe bidestbixin. Eger em yekgirtîbin, di warê camêrî û berxwedêriyê de gelek tiştên me ji gelên din zêdetir hene ku dikarin maf û azadiya xwe bidest bixin. Ji we dixwazim ku parçe nebin û bawerî bi dijminan neyênin.

Destkeftiyên gelê Kurdistanê bi yekîtî dikare bêparastin

Dijmin heya karê xwe bi we biqedîne pêwîstiya xwe bi we heye. Dema karê xwe jî bi we qedan bi şêwêyeke herî tund ceza dike. ji ber vê daxwaza min ji we ewe ku bawerî bi dijminên xwe neyênin û xwe nefiroşin dijminan. Bêguman ev hêvî ji bo îro jî derbasdar e. Îro jî destkeftiyên gelê Kurdistanê dikare bi yekîtiyê were parastin.

Destkeftiyên Rojava nimûneya zindîbûna Komara Kurdistanê ye

Niha li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftiyên mezin hene. Ev destkeftiyane nimûneyeke zindîbûna Komara Kurdistanê (Mahabad) ye. Destkeftiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî nimûneyên zindîne. Ev destkeftiyane jî bi guh dayîna wesîyeta Qazî Mihemed dikarin bên parastin. Ji ber me par dît dijminên me li ser mijara Kekûkê, ji bo êrîşkirina ser Başûrê Kurdistanê yekgirtîbûn. Di mijara Efrînê de jî me dît çawa ji bo êrîşkirina li ser bajarên Kurdistanê yekgirtîbûn. Me dît dijmin û neyar çawa êrîşkirin û dewletên cîhanî jî çavê xwe ji van êrîşan re girtin.

Pêwîste em yekgirtîbin û di demên teng de pişt hev bigirin

Divê em em bawerî bi xwe bînin û beriya herkesê em bixwe dostê xwe bin. Divê em yekgirtîbin û di demên teng de pişt hev bigirin û ji hev dûr nekevin. Lê ya bi êş ewe ku di van demên dawiyê de dibînin, çawa di dema Komara Kuridstanê de hinek hêz û kom Komara Kurdistanê terk kirin û xwestin xwe bi dijmin bidin qebûlkirin û sadiqbûna xwe ji bo dijmin îspat bikin, eniya netewî parçe bikin. Evane karên xirabin û metirsine li ser gelê Kuridstanê û destkeftiyên wê. Di heman demê de ti fêdeyeke xwe ji bo gelê Kurdd û van hêzan jî nîne. Bêgûman wê dîrok hesap ji vana bipirsin.

Gelê Kurd gihîştiye wê astê ku dikare deskeftiyên xwe biparêze

Îro gelê kurd gihîştiye wê astê ku bikare deskeftiyên xwe biparêze. Bi ders derxistin ji ezmûna Komara Kurdistanê, gelê Kurd gihîştiye wê astê ku îradeya xwe bihêz bike û bikare destkeftiyên xwe biparêze. Gelê Kurd, îro gelê serdema Komara Kurdistanê nîne. Gelekî hişyar û bi îradeye.

Grevên birçîbûnê û hêza çalakiyan a şikandina tecrîdê

Em weke KCK di wê baweriyêdene ku gelê me yê li çar parçeyên kurdistanê û dostên me yên li derveyî Kurdistanê, di wê astêdene ku bikarin bi yekgirtî xwe û destkeftiyên demokratîk yên Kurdistanê biparêzin. Çalakiyên ku îro li zîndanên Bakurê Kursitanê, Ewropa, Hewlêr, Silêmanî, Şengal, Mexmûr û gelek cihên din yên cîhanê ku ji bo şikandina tecrîda ser Rêber Apo pêktên, vê rastiyê dide nîşan. Her wiha piştgiriyên derve jî ji bo van çalakiyane dide nîşan  ku êdî gelê Kurdistan gihîştiye wê astê ku bi xwe sipartina hêza xwe, dikarin maf û azadiyên xwe biparêzin.

Hemû çalakgeran silav dikim

Ez rêz û silavên xwe ji bo Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş û hemû çalakvanên ku ji bo şikandina tecrîd û faşîzmê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Wê çalakî desthilatdaran neçar bikin ku tecrîdê bişkînin

Ev çalakiyane dewleta Tirk neçar kir ku malbata Serok Ocalan li gel hevdîtin pêk bîne. Wê gavên din jî li pey vê werin û hem dewleta Tirk hem jî hêzên navdewletî neçar bike ku tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin. Wê çar bike ku îradeya gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn qebûl bike. Wê çare bike ku bê îradeya gel esas bigirin siyasetê nekin.

Em bi her awayek li gel wene

Weke KCK em bi her awayek li gel wene. Em piştgiriya van çalakiyên we dikin. hêvîdarin ku gelê Kurdistan, dostên me û mirovhez li cihekî Kuridstanê û cîhanê, zêdetir xwedî li van çalakiyan derbikevin. Dviê em van rastiyane bikin ku gelê Kurdistanê gelekî ji 50 heya 60 milyon kesî pêktê, tê înkarkirin û bê nasnamekirin. Heya maf û nasnameya gelê Kurd neyê pesend kirin, Rêber Apo ji zîndanên dernexin, dîrok hesap ji sîstema îro nexwaze, aşitî û aramî li cîhanê û herêmê seqamgir nabe.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji HPG li Îdîr’ê Çalakî: “Leşkerek hate kuştin”

Nivîsa Pêş

HPG nasnameya gerilayê ku li Qileban’ê şehîd ketiye eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG nasnameya gerilayê ku li Qileban’ê şehîd ketiye eşkere kir

HPG nasnameya gerilayê ku li Qileban'ê şehîd ketiye eşkere kir

Girtî yên 26 sale di girtîgehê de ye dest bi greva birçîbûnê kir

Girtî yên 26 sale di girtîgehê de ye dest bi greva birçîbûnê kir

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Mazlûm Qamişlo hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.