Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Yaser Meletî: “Xwedîderketina li azadiyê xwedîderketina li Rêber Apo ye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/01/2019 - 11:45
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Bo Leyla Guven Kampanyaya Îmzeyan Hate Destpêkirin
ParvekeTweet

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Yaser Meletî; “Bersiva her kesên ku çalakiya xwe didomînin, lîstika dewleta Tirk xera kir. Bêguman ev nayê wê wateyê ku lîstikên wan qediyane. Divê rê li ber hewldanên wan ên ji bo şikandina berxwedanê bê girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Yaser Meletî ji radyoya Dengê Welat re axivî û diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewama komploya navdewletî ya berî bîst salan e.

Meletî diyar kir, konsepta tinekirinê ya ku li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin, bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan dewam dike û got, “Li gorî felsefeya Rêbertî, têkiliya mirovan bi mirov re, têkiliya mirov bi civakê re û xwezayê re, ya mêr bi jinê re divê li ser bingeha wekhevî û azadiyê be. Ev yek ji bo gelan hemûyan, herî zêde ji bo jinan bû paradîgmaya azadiyê. Tecrîdkirina Rêber Apo komployeke li dijî têkoşîna afirandina jiyana azad e.”

‘JINÊN KURD BI RÊBERTÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERKETIN’

Meletî anî ziman, di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jin her tim bi rola pêşengiyê rabûn û işaret bi berxwedana Bêrîtan, Zîlan û Semayan kir.

Meletî got, “Kevneşopiya berxwedanê ya ku hevala Sara li Zindana Amedê meşand, di şexsê Leyla Guven de dewam dike. Rastiyeke derketiye holê ku xwe gihandiye azadiyê, bûye xwedî îrade, xwedî li jiyana xwe derdikeve heye. Ya ku rê li ber vê vekir, felsefeya Rêber Apo ye. Ancax bi fesefeya têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertî, jinên Kurd dikarin azad bibin. Jİ ber ku jinên Kurd bi Rêbertî xwedî li hebûna xwe derketine.”

‘BERXWEDANÊ DEWLETA TIRK TIRSAND’

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Yaser Meletî bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi sedan girtiyan û diyar kir, di nava vê pêvajoyê de serketin heye.

Meletî got, “Bi bayê bezê roja Şemiyê Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê ji bo hevdîtinê. Ev yek hewldanek ji bo şikandina berxwedanê bû. Xwestin nîşan bidin ku tecrîd rabûye. Lê belê tecrîd dewam dike.”

Meletî diyar kir ku Leyla Guven bi bersiva xwe ev lîstik xera kir û got, “Bersiva her kesên ku çalakiya xwe didomînin, lîstika dewleta Tirk xera kir. Bêguman ev nayê wê wateyê ku lîstikên wan qediyane. Divê rê li ber hewldanên wan ên ji bo şikandina berxwedanê bê girtin.”

‘DIBE KU SIBE DERENG BE’

Yaser Meletî anî ziman, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven roj bi roj giran dibe û got, “Hevala Leyla li asteke welê ye ku guh nebihîze, çav nebîne. Ev asta krîtîk gelekî girîng e. Divê gelê me, hemû hêzên demokrasî, wekhevî, azadî û aştîxwaz tevlî vê pêvajoyê bibin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye. Dibe ku sibe dereng bibe. Xwedîderketin nayê wê wateyê ku heman çalakî bê kirin. Xwedîderketina bi civakîkirin, bi gelkirina berxwedanê dibe. Leyla Guven jinek e, şoreşgerek e, welatparêzeke KUrd e, jineke berxwedêr e.”

‘TECRÎD RABE, GEL Û JIN WÊ AZAD BIBIN’

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Yaser Meletî bang li jinan kir û got, “Azadiya jinê wê bi berxwedanê diyar bibe. Ya ku dîl hatiye girtin ne tenê bedena Leyla Guven e. Jin pênc hezar sal in dîlgirtî ye. Rêber Apo dawî li vê koletiyê anî û azadî pêşkêşî jinê kir. Jİ ber vê yekê, mesele ne tenê dîlgirtina li nava çar dîwaran e.”

Meletî di dawiya axaftina xwe de berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, “Îro roja serhildanê ye, roja xwedîderketina li azadiyê ye. Xwedîderketina li azadiyê xwedîderketina li Rêber Apo ye. Şikandina tecrîdê têkbirina faşîzmê ye û mîna ku Leyla Guven dibêje, azadiya gelan e.”

Parve Bikin9TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN- Li Efrîn Raco’yê Teqîn

Nivîsa Pêş

Di teqîna Efrîn’ê de herî kêm 3 Çete hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di teqîna Efrîn’ê de herî kêm 3 Çete hate kuştin

Di teqîna Efrîn'ê de herî kêm 3 Çete hate kuştin

JXK li Bielefeld panel li dar xist-  “Ji îmrali heya Rojava”

JXK li Bielefeld panel li dar xist- "Ji îmrali heya Rojava"

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: ‘Li dijî êrîşên dagirker em ê bibin mertal’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.