Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Rabin Ser Piyan, Tecrîdê Bişikînin, Faşizmê Têk Bibin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/11/2018 - 13:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Rabin Ser Piyan, Tecrîdê Bişikînin, Faşizmê Têk Bibin
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê diyar kir, salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li her devera ku gelê Kurd, Kurdistanî û dostên wan hene bi coş tê pîrozkirin. Hevserokatiyê got, “Em roja damezrandina partiyê li RAêber Apo, hemû hevrêyan û gelê xwe pîroz dikin û şehîdên ku em gihandine vê rojê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.”

‘APOYIYAN LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ AGIRÊ RAPERÎNÊ DADAN’

Di daxuyaniya KCK’ê de hate ragihandin, hîmên PKK’ê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî ve sala 1973’an li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê hatin danîn û hate gotin, “Avabûna koma Apoyiyan rê li ber jinûve vejîna gelê me vekir. Destpêka salên 1970’î gel û neteweya me li ber mirinê bûn. Ji mêtingeriya qirker hebû ku Kurd careke din nema dikare rabe ser piyan û serketina neteweya Tirk li ser Kurdan ragihandibû. Koma Apoyî dema ava bû, li dijî mêtingeriya qirker ku dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk, agirê raperînê dada. Bi vî rengî neteweya gelê Kurd ji ber tinebûnê rizgar kir û gihand rastiya gelekî ku ji hingî ve bi têkoşîneke destanî ji bo azadiyê bi biryardarî têdikoşe.

AVA JIYANÊ DA GELÊ KURD

Di têkoşîna 45 salan de bi dayina berdêlên giran, ava jiyanê berda nava rehên jiyanê yên gelê Kurd ku ziwa bûbûn. Têkoşîneke destanî kir ku bi deh hezaran şehîd da, bi deh hezaran gaziyên xwe çêbûn, bi sed hezaran jê hatin girtin, bi sed hezaran kadro û sempatîzanên wê di êşkenceyê re hatin derbaskirin. Li gel mezintirîn şerê gerîla yê dîrokê, rastiyeke me ya gel heye ku bi dehan salan e li ser piyan e û serî hildaye. Dîrokeke me ya dirêj a têkoşînê heye ku gelek nifşan tê de cih girtin. Kevneşopî, danhevî û hêzeke têkoşînê ya xurt afirand û xwe berdana nava hucreyên gelê me û Kurdistanê. Gelê Kurdistanê xwedî potansiyel û danheviyeke mezin e ku dikare teqez bi ser bikeve û ev yek di destê ti gelî de nîne. Ji bo gelê Kurd ê di têkoşînê de israr dike, ji îro ve jiyana azad û demokratîk bi dest ketiye. Têkoşîna ji niha û pê ve wê bibe nivîsandina dîroka vê serketinê. Berpirsyariya gelê me ku xwe bispêre vê hêz û dîroka me ya 45 salan û vê dîrokê binivîsîne.

GELÊ KURD BÛ GELÊ PÊŞENG JI TÊKOŞÎNA AZADÎ Û ŞOREŞÊN ROJHILATA NAVÎN RE

PKK a li ser xeta Rêber Apo, ne tenê pêşengiyê ji jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd re dike, her wiha bûye pêşengê jiyana demokratîk û azad a hemû gelên Rojhilata Navîn. Gelê Kurd li her devera lê ye, pêşengiyê ji şoreşa demokratîk re dike û vê rastiyê radixe pêş çavan. Gelê Kurdistanê dibêje ‘PKK gel e gel li vir e’, gelên Rojhilata Navîn jî li ser xeta Rêber Apo bi tifaqa bi gelê Kurd re serdema şoreşên demokratîk li Rojhilata Navîn dan destpêkirin. Gelê Kurd bi konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêre civaka demokratîk, rêxistinbûyî û neteweya demokratîk, li ser xeta sosyalîzma demokratîk bûye gelê pêşeng ê têkoşîna azadî û şoreşên Rojhilata Navîn.

BIRYARA DYA’YÊ DEWAMA KOMPLOYÊ YE

Ev asta ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn gihaştiye, rê li ber wê yekê vekir ku paşverûtiya Rojhilata Navîn di şexsê PKK’ê de dijminatiya xwe ya li Kurdan zêde bike. Di serî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê, hêzên dijminê azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde kirine. Hemû hêzên dij bi şoreşê, ji bo fetisandina şoreşa demokratîk bi rengekî hevgirtî êrîşê dibin ser têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê. Biryara dijminane ya DYA’yê li dijî pêşengên şoreşger ên rêveberiya PKK’ê, biryara parastina desthilatdariyên despot û qirker ên sedsala 20’an ên li Rojhilata Navîn ku li dijî Kurdan tevdigerin. Ev komplo mîna dewama komploya navneteweyî ye ku Rêber Apo pê dîl hate girtin.

Ev biryar mikurhatina li wê yekê ye ku armancên komploya li dijî Rêberê me hate kirin bi ser neketine. PKK’ê li gel komploya navneteweyî her xurt bû û di nava hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de bû hêzeke bi bandor. Ev hemû êrîş ji bo şikandina vê hêza PKK’ê û tevizandina wê tên kirin. Lê belê tasfiyekirina PKK’ê û xeta Rêber Apo ne karekî hêsan e ku vê xetê bandoreke mezin li gelên me û gelên Rojhilata Navîn kiriye. Têkoşîna me ya azadiyê ku 45 sal in rehê xwe berdaye nava kûrahiyê, wê bi israra gelê me ya ji bo jiyana azad û demokratîk teqez bi ser bikeve.

EM TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN

Li ser vê bingehê, em bang li gelê xwe, hemû dostan û hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn dikin ku ji bo têkbirina komployê, ji bo azadkirina Rêber Apo û afirandina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, têbikoşin. Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her derê rabin ser piyan û ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Apo, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê têkoşînê xurt bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Girtigeha Ceyhanê de Zext Jî Berxwedan Jî Wek Zindana Amed’ê ye

Nivîsa Pêş

YJA Star: PKK misogeriya jiyana azad a li ser xeta jinê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YJA Star: PKK misogeriya jiyana azad a li ser xeta jinê ye

YJA Star: PKK misogeriya jiyana azad a li ser xeta jinê ye

Salvegera PKK’ê li Edeneyê hate pîrozkirin

Salvegera PKK’ê li Edeneyê hate pîrozkirin

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.