Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/08/2018 - 11:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li Dersim, Wan û Şirnexê şehîd bûbûn, eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 gerîlayên li Dersim, Wan û Şirnexê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“15’ê Tebaxa 2018’an li Dersimê, li qada Xaçalî dema operasyona artêşa TC ya dagirker di navbeyna komeke hevalê me û yekîneyên dijmin de şerekî giran çêbûye. Di şer de dijmin windahiyên giran dane û piştre bi êrîşên hewayî xwestiye ku encamê bistîne. Di şer de, ku hijmara wan tam zelal nebû, gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Di vî şerî de hevalên me Jîndar Ezgî, Berfîn Mazlûm û Çekdar Piling heta bi guleya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Jîndar Ezgî
Nav û Paşnav: Pinar Yildirim
Cihê Dayikbûnê: Dersim
Navê Dayik – Bav: : Cemîle – Zulfu
Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 15’ê Tebaxa 2018’an

Jîndar – Pinar Yildirim

Nasnav: Berfîn Mazlûm
Nav û Paşnav: Fatma Eskîn
Cihê Dayikbûnê: Agirî
Navê Dayik – Bav: : Sabîha – Îbrahîm
Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 15’ê Tebaxa 2018’an

Berfîn – Fatma Eskîn

Nasnav: Çekdar Piling
Nav û Paşnav: Yûnûs Samûr
Cihê Dayikbûnê: Riha
Navê Dayik – Bav: : Adîle – Mehmet
Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 15’ê Tebaxa 2018’an

Hevala me Jîndar Ezgî 1979’an hatiye dinê. Li Zanîngeha Enqerê dema ku dixwend ciwanên welatparêz nas kirine û di nav xebatan de cih girtiye. Hevala me Jîndar di nav xebatên ciwanan de rastiya dijmin û pergalê ji nêz ve nas kiriye û 2001’ê bi komeke hevalên xwe re tevlî nav refan bûye. Hevala me Jîndar ku dema hatî çiyayên Kudistanê bi fedariyeke mezin tevlê bûyî, bi karaktere xwe yê jidil, dirûst û li nirxên hevrêyên xwe xwedî derdikeve, di demeke kurt de bûye qedroyeke zîrek a milîtaniya Apoyî. Hevala me Jîndar ku demekê xebatên Komalên Ciwan jî kirî, piştre tevlî nav xebatên leşkerî bûye. Hevala me Jîndar ku demekê li çiyayên Zagrosê gerîlatî kirî, bûye şervan û fermandareke zîrek a YJA-STAR’ê. Bi tecrûbeya wê ya leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî ku li çiyayên Zagros bi dest ve anî, 2012’an çû Dersimê, ango xakên ku lê jidayik bûyî, li Dersimê bi hemû zîrektiya xwe tevlê bûye. Li Dersimê ku yek ji qadên sembol ê komkujiya Kurdan a ku faşîzma TC lê dike, li dijî dijmin bi hîsa mezin a tolhildanê hevala  me Jîndar bi berpirsyarî û hişmendiyeke mezin xebatên xwe domandiye. Hevala me Jîndar di hemû xebatan de ên li refên azadiyê, bi şoreşgeriya karîger û asta pêşengiyê rê li geşedanan vekiriye, bi karakterê xwe yê rêxistinkar û li pey xwe kaşker, bûye xwedî meşeke serkeftî. Bi karaktere xwe yê dînamîk, kelecanî û çalak di dilê hevalên xwe de şopên kûr hiştiye.

Hevala me Berfîn Mazlûm 1984’an li Agirî Bazidê jidayik bûye û li nav malbateke bi taybetmendiyên xurt ên welatparêziyê mezin bûye. Hevala me Berfîn ku bi naskrina têkoşîna azadiyê hatî naskirin, karakterê serhildêr û berxwedêr ê Serhedê di xwe de berbiçav kiriye û ji bo ku li dijî dijmin têbikoşe 2005’an tevlî nav refên gerîla bûye. Hevala me Berfîn ku li qadên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xebat kirî û gerîlatî kirî 2012’an derbasî qada Dersimê bûye. Hevala me Berfîn ku gavekê jî xwe ji şer neda alî, bi sekna xwe ya dilnizm û bi xwetevlêkariyê bi berpirsyariyeke mezin li peywirên xwe yên demê xwedî derketiye û xebatên xwe kirine. Heta gava şehîdbûnê jî hevala me Berfîn gavekê jî xwe li paş nehiştiye û di nav xebatên YJA STARê de bûye yek ji hevalên me yek ji fermandara pêşeng.

Hevalê me Çekdar Piling 1988’an li Pirsûs Rihayê jidayik bûye. Bi salên ciwaniyê têkoşîn nas kiriye û xebatên çapameniyê kiriye. Li Bakurê Kurdistanê dema xebatên çapemeniyê dikir, zextên giran ên dijmin dîtiye û piştre tevlî nav refên gerîla bûye. Ji dema ku tevlî nav refên gerîla bûyî bi hişmendî û fedekariyeke mezin tevlî nav xebatan bûye û piştî ku demekê li çiyayên Zagrosan gerîlatî kirî derbasî qada Dersimê dibe. Hevalê me Çekdar ku di demeke kurt de bûyî gerîlayekî zîrek, her demê li eniyên pêş cih girtiye û li dijî dijmin şerekî bêhempa kiriye. Heta gava ku şehîd bûyî hevalê me Çekdar bi karakterê xwe yê fedekar û têkoşer li ser dilê hemû hevrêyên xwe yê ku ew nas kirine şopên kûr hiştiye.

Ji ber windahiyên ku em jiyan, di serî de malbatên me yên şehîdan, em sersaxiyê didne hemû gelê xwe yê welatparêz û dibêjin, heta ku em îdeala şehîdên me bi Rêbertiya azad re li Kurdistana azad bi hev re bijîn, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi rengekî bêhempa bidomînin.

WAN

7’ê Tebaxê 2018’an li Payizava a Wanê, di navbeyna gundên Xirabeder û Bilîsav hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya kobra a dagirkeran çalekiyek kirine. Di çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin, piştî çalakiyê li qadê operasyona dagirker dest pê kiriye, di navbeyna hêzên me û dimin de şer çêbûye. Di şer de hevalê me Cemîl Çatak şehîd bûye û hevalê me Çiyager Zana (Cengîz Tuza) bi birîndarî ketiye destê dijmin.

Nasnameya rêhevalê me yê li Wanê şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Cemîl Çatak
Nav û Paşnav: Erkan Baybek
Cihê Dayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: : Kîbar – Îrfan
Cih û Dema Şehadetê: Wan / 7’ê Tebaxa 2018’an

Cemîl – Erkan Baybek

Hevalê me Cemîl Çatak 1994’an li Şaxê ya Wanê jidayik bûye û hê zû meyla wî li ser Tevgera Azadiyê çêbûye. Piştî tevlêbûna gelek endamên derdora malbatê û şehîdbûna xalê heval Cemîl Çatak, biryarê dide ku tevlî nav refan bibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevalê me Cemîl ku rahiştî nav û çeka xalê xwe, li gel temenê xwe yê ciwantiyê bûye xwedî ked û coşiyeke mezin. Hevalê me Cemîl ku di demeke kurt de bûyî gerîlayekî zîrek, bi dilsoziya bi şehîd û hevrêyên xwe heta gava xwe ya dawî bûye xwedî tevlêbûneke jidil. Heta şehîd bûyî jî bê rawestê, bi karakterê xwe yê têkoşer û qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

MÊRDÎN

Di daxuyaniya xwe de, ya 9’ê Tebaxa 2018’an me gotibû 24’ê Tîrmehê bi şev set 23.55’an tîmeke hevalên me dema ku li Nisêbînê ya Mêrdînê, li qada Omerya dema ku diçûne ser peywira xwe, ew û yekîneyeke xef a dagirker li araziyê li rasta hev hatine û şerek derketiye. Me par ve kiribû, piştî şerekî ku bi saetan dom kiriye gelek leşkerên dijmin hatibûn kuştin û gelek birîndar bûbûn û 3 hevalên me jî şehîd bûbûn. Me agahiyên nasnameyê yên hevalên me Karker û Delîl bi raya giştî re par ve kiribû, me gotibû em ê agahiyên nasnameyê yê hevalê xwe Egîd piştre par ve bikin. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me Egîd wiha ye;

Nasnav: Agît Amed
Nav û Paşnav: Mehmet Can
Cihê Dayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: : Emîne – Fethî
Cih û Dema Şehadetê: Mêrdîn / 24’ê Tîrmeha 2018’an

Agît – Mehmet Can

Hevalê me Egîd 1994’an li Amedê jidayik bûye û li derdoreke welatparêz mezin bûye. Hevalê me Egîd ku bi salên ciwaniyê re meyla wî li ser têkoşînê bûyî û li dijî êrîşên dijmin ên li ser Kurdan ji bo têkoşîneke çalak tevlî nav refên gerîla bûye, her demê têkoşîna xwe bi dilsoziyeke kûr kiriye. Li gerîla di demeke kurt de ji bo azadiya gelê me meşiyaye, bûye yek ji hevalê me yê ku bi qehremanî şer kirî û şehîd bûyî.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rastiya jiyana Gerîla

Nivîsa Pêş

Dayikên Şemiyê rastî êrîşên polîsan hatin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dayikên Şemiyê rastî êrîşên polîsan hatin

Dayikên Şemiyê rastî êrîşên polîsan hatin

Gerîla Tv dîmenê çalakiya Bazidê weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya Bazidê weşand

Manşet

  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.