HAMBURG – Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê, ji bo bi berxwedana Rojava re hevsengî nîşan dan û bi daxwaza naskirina statûya siyasî ya Rojava, mîtîngeke bi coş û hewldan rêxist.
Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê, bi armanca hevsengîya bi berxwedana li dijî HTŞ û çeteyên Tirk li Rojava û daxwaza statûyê, li pêşiya Navenda Firotanê ya Mekado li herêma Altona ya Hamburgê mîtîngeke lidarxist.
Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinên Rojbînê, bi beşdariya TCŞ, Hamburg für Kurdistan, Platforma Hevsengîya bi Rojava re, enternasyonalistên Alman û rêxistinên jinên çep û sosyalîst pêk hat.
Di mîtîngê de pankarta “Frieden für Rojava und Syrien, Nein zum Krieg” hate vekirin. Bi alên TEV-DEM û Kurdistanê re, her weha dövizên ku bala xwe didan êrîşên çeteyên HTŞ hatin hilgirtin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê kir.
Di dirêjahiya mîtîngê de girseyê sloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdoğan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berdewam kir; her weha marşên berxwedanê jî hatin lêdan.
Di daxuyaniyê de Zelal Ezîdî got: “Heke li Rojava statû neyê naskirin, nasnameya Kurdî dê li seranserê Kurdistanê bikeve xeterê. Ji bo vê yekê divê em ji bo naskirina statûyê bi berxwedana bêqutî berdewam bikin.”
Ciwanên Rojhilatê jî bang kirin û gotin: “Heke em li Rojava rê li ber terorîst Colanî bigirin, ev zihniyet dê li Rojhilatê jî li hember me derkeve. Ji ber vê yekê divê em berxwedana Rojhilatê û Rojava bi cîhanê bigihînin.”
Mîtîng bi slogan û marşan re bi dawî bû.


