NAVENDA NÛÇEYAN– Di demeke ku Kurdistan û bi taybetî Rojava di nav şert û mercên siyasî, civakî û çandî yên girîng de derbas dibin, gelek siyasetvan û rêxistin balê dikşînin ser rola ciwanên Kurdên ku li dîasporayê, bi taybetî li Ewrûpayê dijîn. Di vê çarçoveyê de, Arşem Ehmed, endamê Komîsyona Dîplomasiyê ya PYD’ê û Narmîn Osman, siyasetvan û wezîra berê ya Iraqê, di gotinên xwe de bangên cuda lê heman armancê kirin: girêdana ciwanan bi welat û xizmeta wan ji bo Kurdistanê.
Arşem Ehmed: “Dem dema ciwanan e, taybet jinên ciwan”
Arşem Ehmed di gotinên xwe de bal kişand ser şert û mercên ku li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Rojava, hatine çêkirin û van şertan wek “firsenda zêrîn” binav kir. Wî diyar kir ku her çend ciwanên Kurd li Ewrûpayê dijîn jî, nasname, ziman û axa wan Kurdistan e.
Ehmed got:
”Dema we xweş be, ciwanên heja û li Ewrûpa de jiyan dikin. Wekî hûn jî dizanin pewajoya ku 4 parçê li Kurdistane de hatiye destpê kirin firsendekê zêrin e , ji bo welate me hatiye ava kirin. Taybet hûn demekê ewrûpayê de jiyan dikin. Ger hûn çiqas dûrbin koka we, nasnameye we, zimanê we welate we ye. Li ser we esasê tiştek em dixwazin êdî berê ciwanan welat be. Taybet Rojava ye Kurdistane.
Eger em binerin me şoreşekî mezin bi navê jinan darxist. Bi pêşengtî ya jin û ciwan de bu. Hûn nasnameye xwe biparezin û ser ax û welat girêdaniya welat, nasname welat wekê Rojava yê Kurdistan e hûn dikaribin we rihe we hest û we hembez bikin. Û hûn bere xwe bidin Rojavaye Kurdistan e. Ji bo we jî bangavaziya me bi ve merhalede ew e ye ku pêwîste ciwan bibin bersiva wan, bi dikaribin bere xwe bidin Rojava ye Kurdistan e yan jî Kurdistan e giştî. Ji ber ku dem dema ciwanane taybet ye jinên ciwan. şoreş jî bi nave şoreşa jinan nav kirin.”
Narmîn Osman: “Ciwan bi zanist û tecrûbe dikarin vegerin û welatê xwe pêş bixin”
Narmîn Osman jî di gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya vegera ciwanên dîasporayê bo Kurdistanê, lê bi rêbazekî zêdetir pragmatîk û zanistî. Wê got ku her çend asteng hebin jî, girîng e ku ciwan serî li welatê xwe bidin û bi şert û mercên li Kurdistanê baş fam bikin.
Osman got:
“Gelek girîng e ku ciwanên dîasporayê vegerin Kurdistanê. Di serî de, rast e ku asteng hebin, lê dîsa girîng e ku serî li welatê xwe bidin (yanî berê xwe bidine Kurdistan) û bizanibin ku ew pêşketina ku li Kurdistanê çêdibe, çi ye? Û ew pêwistiyên ku li Kurdistanê hene çi ne û di oxira wê de vegerin. Ciwanên ku li derveyi welat dixwînin dikarin xwendina xwe bidomînin û bi saya xwendina xwe vegerin Kurdistanê û pê xizmeta Kurdistanê bikin. Di navbera ciwanên derveyî welat û welatê wan de, pêwendiyên tund hatine avakirin. Ji ber wê yekê girîng e ku hemû destkeftî û jiyan di reya zanistê, pirsa civakê û pirsa aboriyê de bê pêşxistin. Yanî ciwan bi xwendina xwe li derveyi welat dikarin sûd wergirin ji bo ku li Kurdistanê xizmetê bikin. Ev mijar pir girîng e ji ber ku hem şopandina Ewrûpayê heye di nava welat de, hem jî şopandina Kurdên li derveyi welat ji bo Kurdistanê heye. Yanî şopandina ciwanên derveyi welat ji bo ahengkirina çandan girîng e. Ew çandên ku bi hevdû re tên girêdan, li gor nêrîna min girîng e ji ber ku hem ciwanên Kurdistanê hem jî ciwanên derveyi welat dikarin jê sûd wergirin. Ji bo giştî welat, zanistê û xwezayê ev xal girîng in. Mînaka Newrozê dikarin bidin. Di Newrozê de Ciwanên derve dikarin werin Kurdistanê û binêrin ka çi çandek heye di Newrozê de? Pêkvejiyaneke çawa heye li Kurdistanê? Yanî tu qet nafikrî kîjan alî yan partî tê de cih digre yanî ev girîng e. Pêkvejiyan li Ewrûpa jî heye, gelek jî. Bila vegerin Kurdistanê û binêrin Pêkvejiyaneke çiqas alî heye. Heger aliyên cûda jî hebin, dîsa wê pêkvejiyanek hebe.”


