Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

YJA Star: Serketin wê ya gelê me be

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Her jinek Kurd, ciwan, dayik û her mezinekî Kurd divê Newrozê bi rewşa xwe ya herî coş pêşwazî bike û veguherîne bingehê têkoşîna siberoja azad.

Edîtor: Nucan Serdoz
19/03/2024 - 13:10
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
YJA Star: Serketin wê ya gelê me be
ParvekeTweet

BEHDÎNAN– Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariyê wiha got: “Newroz bi meşa azadiyê ya Rêbertî gihişt wateya xwe. Em Newrozê li gelê xwe yê serhildêr û her kesê ku bi Newrozê re bûyî yek, bi taybetî jî li Rêber Apo pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvanan û Semayan de ku li dijî perdeya tarîtiyê ya li ser gelê me bedena xwe kirin meşale û perde qetandin, em şehîdên Newrozê bi bîr tînin û li ber bîranînên wan ên pîroz bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.”

GELÊ ME WÊ BI DIRÛŞMEYA ‘BIJÎ SEROK APO’ LI QADAN BE

Di daxuyaniya YJA Starê de hat diyarkirin ku bihara ku piştî zivistana tarî tê, ji bo hemû zindiyan tê wateya jiyana nû û wiha hate gotin: “Di biharê de xak bi hezaran rengên xwe tê xemilandin. Bihar nûbûn, şînbûn, pêşketin û mezinbûn e. Her çiqê ku li ber zivistana tarî li ber xwe dide, şîn dibe. Di her hucreya xwezayê de jiyan heye. Ji vî alî ve bihar mizgîniya rizgarbûna ji zilma tarîtiyê ye. Bihar demsalek e ku ji bo wê helbestên herî xweş tên vegotin, stranên herî xweş tên gotin. Di biharê de romanên bêdawî tên nivîsandin. Di Newroza 1973’yan de piştî civîna destpêkê ya ku Rêbertiya me li Bendava Çûbûkê lidar xistî, PKK bûye helbesta nû, stran û romana bêdawî ya biharê. Zihniyeta Qirker a Enqereyê ku şahidiyê ji dayikbûna jinûve ya destana berxwedana gelê me re dike, li hemberî qêrînên azadiyê yên li Amedê di rojeke Newrozê de bi erdê re bûye yek. Ji sala 1973’yan ve di pêvajoya pêş ketî de, Newroz; berxwedana gelê me hîn zêdetir kir, gelê me gihandiye hêzeke welê ku her cure ferzkirinên mêtingeriyê pûç dike. Hewl didin ku gelê me ji xaka wê ya cewherî qut bikin. Gelê me mîna xwezaya ku di her biharê de nû dibe, dilsozê xaka xwe ya bihezaran salan maye û ji nû ve şîn bûye. Di kûrahiya xaka ku bi xwîna zarokên wê yên herî bedew hatî avdan de, kok berdaye ku wê car din ev kok ji xakê neyê qutkirin. Newroz cejna azadiyê ya gelê me ye. Lê li hemberî rastiya mêtingeriyê Newroz ji bo me veguheriye dema serhildan û berxwedanê. Em dizanin ku encex bi berxwedana mezin û bi mîsogerkirina azadiyê em dikarin Newrozê ji nû ve veguherînin cejnê. Eger Newroza gelekî ku xaka wê hatiye mêtingehkirin, mirovên wê hatine kolekirin û Rêbertiya wê li tehtên Îmraliyê hatiye girtin; bi enerjiya biharê re veguhere têkoşînê wê bi wate bibe. Bi derketina PKK’ê re gelê me di berdêla canê xwe de jî be her Newrozê bi vî rengî pêşwazî kiriye. Dîlgirtina Rêbertiya me wateyeke nû daye Newrozê. Di vî warî de her Newroz ji bo me gavek ber bi azadiya Rêbertî ve ye. Em bawer dikin ku di vê Newrozê de jî wê gelê me car din bi dirûşmeya ‘Bijî Rêber Apo’ biherike qadan û wê vê Newrozê veguherînin dema azadiyê.”

EM BANG LI JIN Û CIWANAN DIKIN KU AGIRÊ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ GUR BIKIN

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de, ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Ji dema Kawayê Hesinkar heta roja me navê Dehaqan hatibe guhertin jî, cihê zilmê nehatiye guhertin. Çawa ku beriya bi hezaran zalan Dehaqan mejiyên ciwanên Kurd dixwarin û bi vî rengî hewl didan hebûna xwe bidomînin, îro jî heman Dehaqan navê AKP û MHP’ê li xwe kirine û bi rêbazên şerê taybet hewl didin ciwanên Kurd bêbîr bihêlin û bi vî rengî xwe li ser piyan bigirin. Tiryak, fûhûş, spor û amûrên çanda populer ji bo Dehaqên hemdemê bûne rêbaza nû ya xwarina mejiyan. Her ciwanê ku di nava sîstema perwerdeyê de tê helandin, ji rastiya xwe ya civakî re hatiye biyanîkirin û her ciwanê diçe şahiyên ku li cihê xwîna şehîdan lê hatî rijandin tên lidarxistin, bêyî ku bikeve ferqê de ji sofreya Dehaqan re hatiye pêşkêşkirin, ji xwebûyîna xwe hatiye dûrxistin, bêyî bîr hatiye hiştin û bûye amûr.

Kawayan, li dijî polîtîkayê bêbîrhiştina civakê ya ji aliyê Dehaqan ve li ser ciwanan ku siberoja civakê ne pêk dianî, beriya hezar sal li çiyayan agir pêxistin e û rê û rêbaza têkbirina zaliman nîşan dane. Di vê wateyê de her agirê ku li Zap, Xakurkê û Metîna tê pêxistin, çirûskên agirê Kawa ye ku di mejiyê zalim de diteqe û heya roja me ya îro xwe nîşan dide. Dengê ku li Girê Cûdî dibêje ‘Agir Berde Erdê Romê’, ‘Dilê Enqerê dişewite’ ew dengê ku hezar sal berê li serê çiyayên Garê bi pêxistina agir mizgîniya azadiyê dide re, yek in. Bi awayekî herî watedar ê dîrokê bi gerîlayên Kurdistanê re derketiye holê û di erefeya Newrozê de agirê Newrozê carek din li çiyayan hate pêxistin. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yê ku dixwaze Kurdistanê veguherîne dojehê û mejiyê ciwanan bixwe, mîna Kawayan bersiv didin, dibin dengê banga hezar sal berê û dengê azadiyê ya hatî bihîstin. Di vê wateyê de em bang li hemû ciwanan û bi taybet jî bang li jinan dikin ku agirê azadiyê yê li çiyayan hatiye pêxistin hê mezintir bikin û siberojên azad bi hev re ava bikin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ê ku mejî vala dike, bêbîr dihêle û mirovan dixe, çare tenê çiya ne. Her jin û mêr ên ciwan ên ku bibin çiyager, dê bibin kabûsa Dehaqan û wê ji bo gelê xwe bibin mizgîniya azadiyê.

NEWROZ JI NÛ VE DESTPÊKIRINA SERKETINÊ YE

Pênaseya civakeke ku jinê azad neke nikare azad bibe, herî zêde di jinên Kurd de şênber dibe. Zekiye Alkan li Sûrên Amedê xwe kir agirê Newrozê û Amedê veguherand bajarê serhildanê. Rehşan li Kadîfekale ya Îzmîrê Newroz pîroz kir û nîşan da ku gelê Kurd ê ku ji axa xwe hatiye qutkirin û li kolanên teng û qirêj ên metropolan hatine dorpêçkirin, wê ti carî kirasê koletiyê ya ku li ser wê tê ferzkirin qebûl neke. Ronahî û Bêrîvan li hemberî şaristaniya Ewropayê bûne agirê Newrozê, Sema li dijî polîtîkayên bênasnamekirinê yên li girtîgehê dihat ferzkirin bedena xwe da ber agir û ronahiya rojê diyarî gelê Kurd kiriye. Her şehîdeke Newrozê îsbat kiriye ku bi pêşengiya jinan agirê Newrozê geştir dibe û dibe hêza pêşeng a gelê Kurd û jiyenek nû ava dikin. Ji bo Kurdan jiyana nû, jiyana ku di nava rastiya PKK’ê de hatiye avakirin e. Çawa ku Kurdistaneke bê Kurd ne pêkan e, di şexsê her şehîdekî Newrozê de derketiye holê ku bêyî PKK’ê azadî nabe. Di vê wateyê de ev rastiya Newrozbûyînê ye ku ji aliyê şehîdan ve hatiye avakirin, PKK’ê dike partiya Newrozê, gelê Kurd dike gelê Newrozê û Rêbertiya wê dike Rêberê Newrozê. Her kesê ku dixwaze bi rûmet bijî divê di rastiya Newrozbûyînê de cih bigire. Divê mejî û ruhê xwe ji qirêjiya sîstemê paqij bike û bi PKK’ê re ku navê jiyana sade, bedew, rast û azad e cih bigire û agirê Newrozê pêxe. Di vê wateyê de her Newroz tê wateya destpêkirina nûbûnê. Newroz, li dijî sîstema mêtingeriyê ya ku mirovan bêkesayet dike, dixe bin bandora xwe û ji nirxê dûr dixe, destpêka serketinê ye. Bi vê hişmendiyê em bang li her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ dikin ku di vê Newrozê de gavek din bibin ya xwe û di agirê Newrozê de mêtingeriyê bişewitînin. Divê her jineke Kurd, her ciwanekî Kurd, her dayikeke Kurd û her rûspiyekî Kurd vê Newrozê bi rengê xwe yê herî bi coş pêşwazî bike û ji bo siberojeke azad veguherîne zemîneke têkoşînê. Em di wê baweriyê de ne ku serketin wê ya gelê me yê Newrozî be.

Weke gerîlayên YJA Starê em vê Newrozê di dilê xwe de bi hezkirin û baweriya ji bo gelê xwe û bêrîkirina Rêbertiya xwe di nava şert û mercên herî zehmet ên têkoşînê de pêşwazî dikin. Di vê Newroza ku em ê di çeperên xwe de pîroz bikin, kêliyek be jî em ê dîlgirtina giran a li ser Rêbertî û zilma li dijî gelê me tê pêk anîn ji bîr nekin, em ê bi çirûskên ku ji lûleyên çekên me dertên bi kîn û hêrsa xwe agirê Newrozê gurtir bikin. Di vê wateyê de li ser esasê rastiya ji Mazlûman heta Semayan PKK’ê kirasekî ji agir e, em ê bibin agir û bi ruh, mejî û dilê xwe celadên xwe bişewitînin Soza me ji Rêbertiya me, gelê me û şehîdên me yên nemir ên Newrozê re ne. Mizgîniya azadiyê di demeke nêz de wê li çiyê bi tilîliyên gerîlayên jin bên dayîn. Newroz Pîroz be!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

MAK’ê amûrên teknîkî yên îstîxbaratê hedef girt

Nivîsa Pêş

Mezlûm Heften: Jin, Jiyan, Azadî cewher û naveroka sereke ya Newrozê ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mezlûm Heften: Jin, Jiyan, Azadî cewher û naveroka sereke ya Newrozê ye

Mezlûm Heften: Jin, Jiyan, Azadî cewher û naveroka sereke ya Newrozê ye

Dewleta Tirk a dagirker hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk a dagirker hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.