Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji KJK’ê peyama 8’ê Adarê ya ji bo jinên Efgan

KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re şand û got, "Em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînin, di nava têkoşîna xwe de em têkoşîna we jî dimeşînin."

Edîtor: Nucan Serdoz
07/03/2024 - 15:52
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji KJK’ê peyama 8’ê Adarê ya ji bo jinên Efgan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li ser malpera xwe ya înternetê bi Kurdî, Îngilîzî û Tirkî peyamek weşand. Peyama KJK’ê ya ji bo RAWA bi vî rengî ye:

“Di despêkê de di şexsê we de  em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû Jinên ku li dijî serdestiya mêr, mêtîngerî, olperestî û nijadperstiyê têdikoşin pîroz dikin. Hemû Jinên têkoşer ên ku di oxira vê de jiyana xwe ji dest dane birêzdarî bi bîr tînîn, em soza ku di têkoşîna xwe de bîranînên wan bidin jiyîn û xeyalên wan pêk bînîn nû dikin.

Her çiqas li welatên cuda li dijî hêzên mêtîngehên mêr ên cuda têkoşîn bikin jî, di esas de em di wê ferqê de ne ku li hemberî versiyonên cuda ên heman pergalê têdikoşin. Ji ber vê yekê em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînîn û di têkoşîna xwe de têkoşîna we didîn meşandin.

Îro em ji nêz ve dibînîn ku di şerê cîhanê ê sêyemîn de pergala kapîtalîst ji krîz û mêtîngeriyê xwe dabîn dike. Pergala mêr a kapîtalîst ji bo serweriya xwe bimeşîne hemû polîtîkayên xwe yên qirkirinê xistiye meriyetê. Her roj şerekî nû derdixîne, însanan ji cih û warên wan dike, dest datîne li ser  xak û çavkaniyên ser erd û binerdê. Ji mirovan re mirin, hejarî, koçberî û êşkence rewa tê dîtin. Jin û gel di bin vê pergalê de gihiştiye rewşa ku henase nagre.

Netew-dewletên ku bûne yek ji perçeyên pergala kapîtalîst her çiqas ji bo serweriya cîhanê li dijî hev di nava têkoşînê de bin jî, di esas de şerê xwe li hemberî jinan, gelan û xwezayê dimeşîne. Hema hema li seranserê cîhanê li dijî jinê şerekî ku nehatiye binavkirin tê meşandin. Ev êrîşên ku qirkirina jinê dike hedef, êrîşên li dijî tavahî civak, nirxên wê yên giranbuha û xwezayê ne. Rastiya ku îro cîhan veguheriye qada şer, têkiliya xwe rasterast bi dijminahiya ji jinê re heye. Pergala mêr-dewlet a hegemonîk dibîne ku sedsala 21. wê bibe sedsala jinê tevî nakokiyên xwe, bi hev re ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk, aborî û ya herî girîng jî bi îdeolojîk dest bi êrîşên li dijî jinan kiriye. Jinên ku îtaat nakin, hişmendiya zayendî bi destxistine, rabûne ser xwe û xwe rêxistin kirine ji wan re bûne tirsa herî mezin. Ji ber vê yekê di salên dawî de suîkastên li dijî jinên pêşeng zêdetir dibin, bi hezaran kesan dixin zîndanê. Her pêşketina ku şoreşa jinê temsil dike topyekûn di bin êrîşên pergalê de ne. Îro  li qada şoreşê Rojava ku pergala jinê lê hatiye înşakirin li ber çavê tevahî cîhanê di bin êrîşên dewleta faşît a Tirkiyeyê de ye.

Pergala dewlet-mêr a hegemonîk nizane ku ev hewildanên wan bê encam in ji ber ku tu êrîş nikare rastiya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala Şoreşa Jinê rawestîne. Em vîna hem di têkoşîna xwe de hem jî di têkoşîna we de dibînîn. Tu zext û zilm me ji têkoşîna me dûr naxe, berevajî vê biryardariya me ya têkoşînê xurtir dike. Rastiya ku têkoşîna jinê ne tenê têkoşîna ji bo mafê jinan e, di serhildanên li Îranê de ku hemû gelên bindest bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li hev civiyan hate dîtin. Hemû gelen Îranê bi jin, mêr û zarokên xwe re li ber celadên xwe qîriyan ku ew gihiştine azadiya xwe. Eger em jin li dijî polîtîkayên pergala serdest a mêr a perçe bike-bi rêve bibe yekitiya xwe, rêxistinbûna xwe ji asta herêmî destpê bikin heya qad û gerdûnî ava bikin û parastina xwe ya cewherî bi pêş bixînin ti hêz nikare me têk bibe.  Vê 8’ê Adarê bi kelecana ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve Dimeşîn’ pêşwazî dikin weke xwîşkên we em dibêjin ku tiştekî ku em winda bikin nîne, lê qezençkirina jiyana me ya azad û cîhana me ya mezin heye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Dêrazorê bi şahiyekî 8’ê adarê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Xwendekarên beşa Jineolojiyê: Em dixwazin civakek azad ava bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwendekarên beşa Jineolojiyê: Em dixwazin civakek azad ava bikin

Xwendekarên beşa Jineolojiyê: Em dixwazin civakek azad ava bikin

Li Beyazîtê polîsan êrîşî pîrozbahiya 8’ê Adarê kir

Li Beyazîtê polîsan êrîşî pîrozbahiya 8'ê Adarê kir

Manşet

  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Gerîlla TV dîmenê çalakiya li Bêzokê weşand!

    73 Parve kirin
    Parve Bikin 73 Tweet 0
  • ROJEVA 06’Ê KANÛNA 2020’AN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Heta Lêdana Dengê Dilê Xwe yê Dawiyê Ez ê bi We re Bim”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara duyemîn ya Kovara “Silava” derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.