Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Weqfa Dar Al-Mustaqbal ji bo xwendekarên zarokên keç derfetên cih ava dike

Li Marakeşê weqfa Dar Al-Mustaqbal ji bo temamkirina perwerdeya zanîngehê ji bo xwendekarên zarokên keç derfetên bicihbûnê ava dike, ji derveyî bicihbûnê civînên li ser ceribandin û hişmendiyê jî li dar dixe.

Edîtor: Nucan Serdoz
28/02/2024 - 12:45
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Weqfa Dar Al-Mustaqbal ji bo xwendekarên zarokên keç derfetên cih ava dike
ParvekeTweet

Mexrib- Weqfa Dar Al-Mustaqbal ku beriya heft salan hat avakirin, li Marakeşê ji bo xwendekarên zarokên keç ên ku ji herêmên gundewar, ji bo temamkirina zanîngehê tên, derfetên bicihbûnê ava dike. Der barê xebatên weqfê de Amirî Najat Utkardî nirxandin kir û got: “Weqfa me di sala 2016’an de ji aliyê hemwelatiyek Holllandayê ve hat vekirin. Qadên ku me ji bo bicihbûnê ava kirine bi gelek xebatên restorasyon û rehabîlîtasyonê hatine amadekirin. Bi taybetî ji bo kesên ku malbat nikare ji wan re cihê lê bimînin bigre hatine avakirin.”

‘Projeyê xistin meriyetê’

Amirî Najat Utkardî der barê pîvanên qebûlkirina xwendekarên zarokên keç ji aliyê rêveberiya weqfa Dar Al-Mustaqbal ve wiha got: “Divê ezmûna zanîngehê bi noteke baş derbas bikin, amadekirina wan a zanîngehê hebe û divê li herêmek ji Marakeş dûr bin. Weqfê ji bo alîkariya amadekariyên xwendekarên keç ên dibistana navîn jî li eyaleta Al Haouz, heman projeyê xist meriyetê. Piştî ku ferq kirin hejmarek zêde ya xwendekarên zarokên keç dema tên asta zanîngehê ji ber rewşa madî ya malbatê dest ji dibistanê berdidin, ev proje xistin meriyetê.”

‘Amadekarî ji bo qadên cuda jî tên kirin’

Amirî Najat Utkardî da zanîn ku wan ji bajarên weke Al Haouz, Essaouira, Ouarzazate, Rehamna, Tinghir, Tata û Safî di nav de ji bo xwendkarên ku ji herêmên cuda hatine derî vekirine û ji derveyî pirtûkxaneyê cihê bicihbûn, xwarin û avê jî dabîn kirine û got: “Em ji bo xwendekaran hemû derfetan pêk tînin. Ji bo temamkirina lêkolînan girdana înternetê pêwîstî heye, ji bo her xwendekarek kompîtorek, zimanê biyanî û dersên qada pisporî amadekarî hatin kirin.”

‘Ger derfet were dayîn dê jin bigihîjin pozîsyonên baş’

Amirî Najat Utkardî amaje bi wê yekê kir ku yek ji hedefa bingehîn a weqfê ew e xwendekarên zarokên keç dest ji perwerdeyê bernedin e û wiha got: “Gelek malbat ji ber kêmaniya dahatê û maliyeta zêde, perwerdeya zarokên xwe temam nakin. Bi saya piştgiriya me gelek xwendekarên keç bûn endezyar, hinekan ji wan di qadên pisporiyê de doktora girtin. Dema ku firsend bidin zarokên keç û jinên ciwan wê di welatên xwe de bigihîjin pozîsyona biryardayînê.”

‘Me rewşa bêbaweriya malbatan derbas kir’

Amirî Najat Utkardî destnîşan kir ku li gel piştgiriya bicihbûn û akademîk a xwendekarên zarokên keç wê di pêşerojê de bi ewle bikevin jiyana kar û wiha got: “Di heman demê de wê kêrhatiyên xwe yên têkiliyê bi pêş bixin û baweriya wan dê zêde bibe. Em ji bo xwendekar civînan li dar dixin, em ceribandinên xwe û çîrokên xwe yên serkeftinê, agahiyên xwe yên akademîk parve dikin. Em bi wan re hişmendiyek girîng ava dikin. Piraniya malbatên xwendkaran li çolwaran dimînin, ger derfetên madî guncaw bin bi tirsa wê werin xapandin û red dikin ku keçên xwe bişînin zanîngehên Marakeşê. Bi saya xebatên me vê rewşa bêbaweriya malbatan derbas bû.”

 

‘Ev ji bo min firsendek e’

Xwendekara beşa erdnîgariyê ji eyaleta Al Haouz Ibtisam Oghlî jî wiha got: “Ez beriya 3 salan beşdarî malê bûm. Ev ji bo min firsendek e, heta mucîzeyek rast e. Malbata min mesrefa bicihbûnê dabîn nedikir lê belê bi saya vê malê ez dikaribûm perwerdeya xwe ya zanîngehê berdewam bikim.”

‘Bi saya weqfê me perwerdeya xwe domand’

Ji herêma Ighil xwendekara beşa civaknasiyê Asmaa Ait Baraka piştrast kir ku ji ber malbata wê nikaribû mesrefa bicihbûnê dabîn bike bi saya xizmeta ku ji malê pêşkêş kir dikaribûye perwerdeya xwe ya zanîngehê berdewam bike û got: “Di erdheja meha Îlonê de, bandorek mezin li ser jiyana me çêbû. Bi saya piştgiriya weqfê em dikaribûn perwerdeya xwe berdewam bikin. Ji bo em pêşerojek baş ji bo xwe pêk bînin em dixebitin.”

‘Ez yek ji wan xwendekarên bi şans im’

Ji eyaleta Ouarzazate ji herêma Taznakht xwendekara beşa xebatên Fransî ya dibistana normal a bilind Hafîda Azouqagh wiha axivî: “Agahiya min ji malê çêbû ku bi taybetî ji bo xwendekarên li herêmên dûrî zanîngehê dijîn xizmetê pêşkêş dikin û ji wê demê ve di mijara derbaskirina ezmûnan de ez xebitîm. Di vê wateyê de ez yek ji wan xwendekarên bi şans im.”

Ji eyaketa Al Haouz xwendekara ji herêma Moulay Îbrahîm hatî Salma Ait Slimane da zanîn ku bi saya weqfê di qada pisporiyê de perwerdeya zanîngehê berdewam dike û got: “Di heman demê de weke hobî ez wêne xêz dikim. Weqf di mijarên zimanê biyanî û mijarên din de jî derfetan ava dike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Peyama ciwanên kurd ên Libnanê ji bo tolhildana Şehîd Bişeng û Şehîd Sara

Nivîsa Pêş

Bi pêşengtiya ciwanên Kantona Qamişlo Şehîd Bişeng û Şehîd Sara hatin bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi pêşengtiya ciwanên Kantona Qamişlo Şehîd Bişeng û Şehîd Sara hatin bibîranîn

Bi pêşengtiya ciwanên Kantona Qamişlo Şehîd Bişeng û Şehîd Sara hatin bibîranîn

Gelê Minbicê ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo meşekî li darxist

Gelê Minbicê ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo meşekî li darxist

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.