Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

‘Li zanîngehan pêdivî bi guhertina ferasetê heye’

Fatima Romat bal kişand ser newekheviya zayendî ya civakî ya li zanîngehên Mexribê, diyar kir ku xebatên zanistî yên lêkolînerên jin tên paşguhkirin û ji bo li zanîngehan guhertina ferasetê banga meşandina xebatên hişyarkirinê kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/02/2024 - 14:30
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Xwendekarên
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Li zanîngehan pêdivî bi guhertina ferasetê heye’
ParvekeTweet

Mexrib- Profesora Hiqûqa Navneteweyî ya Zanîngeha Muhammed V a Rabatê û Seroka Enstîtuya Lêkolînên Zanistî ya Navneteweyî Fatima Romat, der barê newekheviya zayendî ya civakî ya li zanîngehan de ji ajansa me re axivî. Fatima Romat, da zanîn ku pêwîst e wekheviya zayendî ya civakî di hemû şaxên pisporî yên zanîngehan de cih bigre.

‘Li zanîngehan nûnertiya jinan qels e’

Fatima Romat, bal kişand ku ji bo wekheviya zayendî ya civakî girîngiya pêkanîna perwerdeyan a li zanîngehan û diyar kir divê ev yek hem ji bo kadroyên îdarî, hem jî xebatkarên perwerdeyê mecbûrî be û wiha got: “Di zanîngehên Mexrivê de nûnertiya qels a jinan ne tenê ji ber qelsbûna rêjeya jinên ku di qadên zanistî û akademîk de dixebitin, di heman demê de ji ber nenûnertiya wan a di pozîsyonên asta bilind ên wek rektor û dekanên zanîngehê ye jî. Di konseyên zanîngeh û dibistanên bilind, serokên beşan, komîteyên zanistî û komên lêkolînê de ev rewş wiha ye.”

‘Bêyî wekhevî demokrasî nabe’

Fatima Romat, destnîşan kir ku rêgaza wekheviya zayendî ya civakî yek ji destkeftiyên zagonî yên Destûra Bingehîn a 2011’an e û wiha axivî: “Min stratejiya neteweyî xwend. Ji bo lêkolînên zanistî yên sala 2025’an, min fam kir ku hinek tiştên ku rolên zanîngehê dide fikirandin hene. Ez serkeftî bûm ku mafên jinan jî di nav de têkildarî xurtkirina demokrasî û nirxên mafên mirovan de nenivîsandina têgehan a di forma mêrsalar û nêzîkatiya wekheviya zayendî ya civakî de îfadeyek bi dest bixim. Ji ber vê yekê bêyî rêgeza wekheviyê, demokrasî nabe.”

‘Wezaret lêkolînerên jin paşguh dike’

Fatima Romat, diyar kir wezareta berpirs ê zanîngehan tevkariyên zanistî yên lêkolînerên jin ên di qadên xwendina bilind de paşduh dike û wiha got: “Bi Fatîma El-Fihrî ku dayika zanîngehan (Zanîngeha Al-Qerawiyyin a li Fezê) ava kir û bi Asma Boucbar a di Adara 2014’an de ji aliyê Haza International ve ji bo tevlîkirina lîsteya astronot hate tayîn kirin bi dawî bibe.” Fatima Romat, bi bîr xist ku gelek jinên ku weke lêkolînerên jin Rahma Bourqiye di rêveberiya saziyên zanîngehan de şopa xwe hiştine hene û wiha anî ziman:

“Lê dema mijar dibe pozîsyonên payebilind û navendên biryargirtinê, ev têrkerbûn nayên naskirin. Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ji bo enerjiya van jinan têra xwe razemenî nekiriye û jinan tenê weke amûra girtina valahiya di îstihdama jinan de dîtiye. Ger em zehmetiyên navxweyî yên ku di çarçoveya gihandina armancên sempozyûma 3’emîn de bi bîr bixin, beşdar nekirina jinan a rêveberiyên zanîngehan û di vê sektora jiyanî de navenda biryargirtinê ji bo mêran taybet girtîn, wê ji Mexrîb re gelek giran be.”

‘Sedema sereke hişmendiya mêr a serdest e’

Fatima Romat anî ziman ku ev rewş dê rê li ber gihandina civakeke agahdar bigire û got: “Ya ku jin negihin zanîngehan cudakariya zayendî ye. Li navendên biryargirtinê yên li ser asta Zanîngeha Mexrîbê, jin bi hin projeyên lêkolînê yên takekesî re sînordar in. Sedema vê jî faktorên çandê ye, di serî de zîhniyeta serdest a mêr e. Îradeya siyasî ya ku stratejiyek li ser esasê wekheviya zayendî pêk bîne tune ye. Ji ber vê sedemê, kevneşopî û edetên ku rola jinê di civakê de diyar dikin, bi berfirehî berdewam dikin.”

‘Sedema sereke hişmendiya mêr  a serdest e’

Fatima Romat anî ziman ku ev rewş dê rê li ber gihandina civakeke şiyar bigre û got: “Ya ku li pêşiya zanîna dibe asteg cudakariya zayendî ye. Li navendên biryargirtinê yên Zanîngeha Mexribê, jin bi hinek projeyên lêkolînê yên takekesî re sînordar dimînin. Sedema vê jî faktorên çandê ye, di serî de zîhniyeta serdest a mêr e. Îradeya siyasî ya ku stratejiyek li ser esasê wekheviya zayendî pêk bîne tune ye. Ji ber vê sedemê, kevneşopî û edetên ku rola jinan di civakê de diyar dikin, bi berfirehî berdewam dikin.”

‘Divê Stratejiya Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî di ber çavan re bê derbaskirin’

Fatima Romat bal kişand ku divê komîteyek ji bo pêkanîna reformên sazî û qanûnî yên ji bo misogerkirina wekheviya zayendî bê avakirin her wiha banga nirxandina Stratejiya Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya ji bo sala 2025’an hatiye amadekirin kir û wiha pê de çû: “Mîsyona stratejiyê entegrekirina nêzîkatiya wekheviya zayendî, aktîfkirina prensîba wekheviyê di xwendina bilind û lêkolînên zanistî de û vekirina diyaloga neteweyî ye. Em bang dikin ku di hilbijartina berendaman de, li gorî şert û mercên Beşa 19. a Destûra Bingehîn a Mexribê, prensîba rotasyona di navbera jin û mêran de were sepandin.”

‘Di zanîngehan de pêwîstî bi guhertina zîhniyetê heye’

Fatima Romat anî ziman ku divê komîteya ku bê avakirin bişopîne ka ev prensîb li her zanîngehê tên şopandin an na û piştgirî bide jinên mexdûrên cudakariya zayendî û destdirêjiya zayendî. Fatima Romat diyar kir ku ku divê li dijî her cure cudakariya li gorî zayendê têkoşîn bê dayîn û diyar kir ku ji bo vê jî divê li zanîngehan hişmendî bê guhertin. Fatima Romat herî dawî destnîşan kir ku divê guhertin ji zanîngehan dest pê bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo vê jî divê li ser girîngiya wekheviya zayendî ya di maf û erkan de hişyarî bê zêdekirin û li qada zanîngehê jî kampanyayên hişyarkirinê bên destpêkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ji bo Rêber APO bidin naskirin di rewşeke çalak de ne 

Nivîsa Pêş

Werin em li Meş û Mîtînga “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku di 17’ê Sibata 2024’an de li Kolnê bê lidarxistin, bên cem hev!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Werin em li Meş û Mîtînga “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku di 17’ê Sibata 2024’an de li Kolnê bê lidarxistin, bên cem hev!

Werin em li Meş û Mîtînga “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku di 17’ê Sibata 2024’an de li Kolnê bê lidarxistin, bên cem hev!

Li Dêrikê 3 cangoriyên Azadiyê hatin oxirkirin

Li Dêrikê 3 cangoriyên Azadiyê hatin oxirkirin

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.